qal u qisawet
xwedayê evîne digerim
betalîye ger nebinim
qal u qisewate zozan
nawalên bê av
dar u berên ku li ber zinara mezin dibîn
wek sêwî
carek din hêvî dice
dimîne qisawet
dest valatî
carek din birîn bê kew dimîne
ax ji dil te
gotin a giran ji dev u lêvên tenik
de bar girane bra can
sev tari,zulmat
qudim sikestî
hawar
baharek din derbaz dibe li vî cîyayê ...
cîyayen welatê me kû xiyanetî tu car nas nake
ew ji bi kar hat
carek dîn pirs giran dibe,bal sivik....
Li te digerîm bi xemgîni vî mijêde
Cavên ku hêsra dibarînin ji tirs u xofane
marê res digere di germ a havînde wek cikek arê
di nav bask u perande
dîrok ji destên me filitî
hêvî ji xeletîye dur ket
ji tengasîye qirin dihat
Ji mêrxasîye bu rêz
ger evînî ji bice ci dimîne
hezkirin a welatê min,xwedayê evîne...
emrê ku derbaz dibe êdî nayê...
sev u roj lihev diqelibin
roj u tarî, dahat bira min
axura mazda u ehr6iman
tu car sasiti cê nebu di navber a wande
rasti di ronahiya sewqêde
xirabi karê ehrîman bu,dihat u dicu
li welatek bîyani bihesibine xwe
aj her dem li ser kok a xwe radibu
sterikên li ezman sewle dida
ew xwisin a ku bi zinara diket
av a baharê a ku ji berfê dikisîya
sar u zelal....
hesret kur dikir, pêlek lê dixist u derbaz dibu,dicu
ez dimam bi serê xwe,di kesayêtîya xweda.
Quling difirîyan,kew bi qebe qeb ,xezal direvîyan ji destê sekvanan,
rom bêbext bu disa, hukumran bû
dergûs a penc meheyî di besîg a xwede bi shaî u bi kêf bu...
qal u qisawet li ba min kom di bu u bi min diket ey hawar....