Ana içeriğe atla

PROSESA BÊKURD KIRINA KERKÛKÊ Û GEŞTIR KIRINA XEBATAN

PROSESA BÊKURD KIRINA KERKÛKÊ Û GEŞTIR KIRINA XEBATAN

Nivîsa xwe ya berê de min li ser erka Kurdên Kurdistana Bakur di parastina deskeftên Kurdistana
Azad, hewcedarîya vê yekê û li ser Kurdistanîyeta Kerkûkê sekinî bûm.Niha bo hin baştir
agahdarkirina xwendavanan di derbarê dîrok û prosesa Erebandina Kerkûk û sedemên Kurdbûna Kerkûkê zêdetir eşkêre bikim.Wekî ku min berê jî diyar kiribûm ku daxwaza Serxwebûna Kurdistan an jî hewl dayîna pêşketina ziman,çand,huner,muzîk,aborî,wêje –û hwd.- Kurdî,xwedî derketina Kerkûkê,xwesteka çaktir kirina wûçanîya gelê Kurd li Cîhanê û ji ber gelek mijarên din helwest û daxwazên Neteweya Kurd wekî netewperestî tê binav kirin.Gelekî bê dewlet mafêke xwe yê rewa dixwaze,mafê tu kesê binpê nake, bi sed salan ji nava zilm û zordarîyên bi her rengî de derbas dibe,hemû mafên wî ji destê wî tên girtin, her cûre riyên çareserîya mirovî ku li ber vê gelê hatina
girtin çawa daxwazên vê gelê dibe netewperestî. Her wiha netewperestîyek maqul û ku dest navêje mafê tu gelekî,ji faşizmê dûr be û bêzirar be wekî hemû gelan mafê gelê Kurd jî heye ku netewa xwe biparêze..

Her wiha em gotibûn ku Bajarê Kerkûkê ku bajarekî Kurdîye û Kurd bûna bajarê Kerkûk ne bi angaştên vikûvala bi belgeyên dîrokî û bi helwesta xalkê Kerkûkê diyar e.Dixwazim careke din diyar bikim ku derdê neteweya Kurd ne petrole. Petrol di hemû Kurdistana Başur de heye.Her wiha le başurê Kurdistanê madenên din jî heye. Beşa Kurdistana Başur ku di bin rêveberîya Dewleta Federe ya Kurdistanê de ye li Cîhanê hilberîna rûnê sanayîyê de di rêza 6emîn û Hewlêr di rezerva Silfatê de li Cihanê rêza 1emîn de ye. Lê çawa ku Kerkûk bajareke Kurdistanîye,neftê Kerkûkê jî neftê Kurdistanê ye.

Kurd di Kerkûkê de çewsandin,bişaftin,zoradarî û hovîtîyên cûrbecûr re rûbirû man.Hin pirtûk û
çavkanîyande kitekita wan zilm û zordarîyan hitine dayîn.Lê bi kurtasî prosesa hewlên bê Kurd kirina
bajarê Kerkûkê em dikarin wisa bi rêz bikin.

Kurdistanî bûna Kerkûkê bi gelek hewlan hatiye xwestin ku ji holê bê rakirin.Lê disa jî wan hewlan
serneketiye û li gel hemû bêmafîyan Kerkûk wek bajarekî Kurdî maye. Niha jî ka em binêrin ku Kerkûk
çima bajarekî Kurdistanîye û çi hatine kirin;

-Ewliya Çelebîya Tirkan di "Seyahatname" ya xwe de diyar dike ku "Kurdistan ji wilayetên wek Erzurum, Wan, Diyarbekir, Cizire, Ciziri ibn Ömer, Îmadi, Musul (Kerkûk jî girêdayê vê wilayetê ye), Şarezor û Ardelan pêk tê.

-Di belgeyên Osmanîyan de Kerkûk wek bajareke Kurdî dihat binav kirin.
-Di hêjmartinên 1922 û 1924 de li beramberî 494007 Kurd hejmara Ereban bi qasê 166941 bû.
-Hin nexşeyên dîrokî û biyanîyan de jî Kerkûk di nav sînorên Kurdistanê de dihat nîşan dan.
-Şemseddîn Samî ku yekem zanînnameya Tirkan nivîsandiye,di derbarê Kerkûkê de wiha dibêje; "Kerkûk, li bajarê Kurdistanê Musilê de ye û 160 km dûrî Mûsilê ye.
-Bi hemû hewlên Erebandinê bajarê Kerkûkê di hêjmartina giştîya 1957 de nifûsa Kerkûkê ji %52 Kurdan,ji %26 Ereban û ji sedî 19 Tirmenan pêk dihat.
-Di salên 1920an de dema ku Îngîlîzan li Iraqê bûn, wê demê de jî Kerkûk him bo Iraqê him jî bo Brîtanya girîngîyekê jiyînîya wê hebû.Ji ber vê jî her dem hewl didan ku di çarenûsa Kerkûkê de rola Kurdan tune be. Rêvebirîyên Britanya û Iraqê gelek pêlingên girîng de Tirkmenan wezîfedar kirin û bi avayekî ne rewa zimanê perwedeyê jî kirin zimanê Tirkî.Di salên 1950ê an de jî ev rewş berdewam kir. Her wiha kompanyaya Neftê li Kerkûkê karkerên tenê Tirkmen, Ereb û Asûrî dixebitandin.
- Dîsa di dema Şahitî de jî li Kerkûkê perwerdeya bi zimanê Kurdî qedexe bû,pîroz kirina cejna Newrozê dihat asteng kirin,bi destê hin rexistinên Tirkmenan -ku ji hezên ewlekarîyê piştgirî digirtin- gelek kesayetîyan mezin a Kurdan dihat kuştin û kargehên Kurdan dihat şewitandin.Ji ber wan buyeran gelek malbatên Kurd neçare man ku ji Kerkûkê derkevin.Her wiha bi destê rêveberîyê hin memûrên Kurd derwey Kerkûkê hatin sirgûn kirin.Bi sedan Kurd jî hatin zindanî kirin.
- Gelek taxên Kurdan hat rûxandin. Piştî ku di Hezîrana sala 1963an de Arteşa Iraqê êrîş birin ser Pêşmergeyên Kurdistanê li dijî Kurdan jî nerîtên zordarî zêde bû.13 gundên ku nêzî sazîyên petrolê bûn hatin şewitandin.Karkerên Kurd ku ji sazîyên petrol hatin qewirandin.Gundên ku hatibû vala kirin,li şuna wan Ereban hatin bicîhkirin û li Kerkûkê hemû papûr,tax,kuçe,rê,cihên dîrokî ku navên wana Kurdî bi navên Erebî hat guhertin.

-Piştî ku Tîrmeha 1968an rejima BAAS hat ser hûkmê hewla guhertina demografyaya Kerkûkê hin zêdetir bû.

-Memûr an jî karkerên /ên ku Kerkûkî bûn/ ku malnîş dibûn destur nedihat dayîn ku carekê din vegerin malên xwe.Bi her avahî kirîna xanî, erd, milk bo Kurdan ne mimkûn bû û her wiha Kurdan ji xeynî Erebeban re nikarîbûn milkên xwe bifroşin.

-Bo kêm kirina gelheya Kurdan li Kerkûkê navçeyên ku bi piranî Kurd lê dijîyan wek Tuzxurmatû Tikrîtê re,Çemçemal û Kelar Silêmanîyê re, Kifrî, Diyalayê re hat girêdan.

-Di operasyona wehşî ya Enfalê de Kerkûk gelek zêde qurbanî da -nêzî 80 hezar Kurd hat qetl kirin- .

-Di 1991an dema ku ji aliyê Kurdan Kerkûkê bona demekê jî be hat rizgar kirin.Lê di wê demê de Iraq bi hêzekî pirr mezin êrîşê Kerkûkê kir,gelek xanîyên Kurdan hat talan kirin û rûxandin gelek Kurd hat kuştin û sirgûn kirin.

Li Kerkûkê hewla bê Kurd kirin di salên dawî de wisa pêk hatiye;

Ji Kerkûk,Xaneqîn û hin deverên din malbatên ku hatine koçber kirin;

Di navbera salên
- 1991, 1992 û 1993 an de 13.367 malbat
- 1994 an de 112 malbat
- 1995 an de 393 malbat
- 1996 an de 282 malbat
- 1997 an de 710 malbat
- 1998 an de 394 malbat
- 1999 an de 449 malbat
- Navbera salên 1.1.2000 û 10.5.2000 an de 123 malbat
- Ji destpêka Serhildana 1991 heta 10.05.2000 malbatên ku hatine koçber kirin 15.831 e.

Kesên ku ji Kerkûkê ji malên xwe hatine dûrxistin.(Kesên ku hatine dûr xistin şandine li Silêmanî)

- Kesên li nav Silêmanî hatine belav kirin 7.835 kes.
- Kesên bo navendên Silêmanî 14.905 kes.
- Derbanixan-Kalar-Kifrî 18.003 kes.
- Ranya 5.332 kes.
- Şehrazor 4.527 kes.
- Çemçemal 32.727 kes.
- Di sala 1997 an de 3.638 kes.
- Di sala 1998 2.446 kes.
- Qempa Takya kampı 740 kes.
- Kesên nû tomar kirî 421 kes.
- Kesên navbera 1/10 2000 û 10/5 2000 hatine koçber kirin 688 kes. Giştî 93.838

-Rejîma Iraqê di navbera 01.01.2000 û 09.07.2000ê de ji Kerkûk û Xaneqînê 155 malbat sirgûnî Hewlêr û Silêmanî ku di bin kontrola Hikumetê Kurdistanê de bû hatkirin

-Di navbera 01-2000 û 06.2000an de taxên Domez û Seddam a bajarê Kerkûkê 270 malbatên Filistînî hat bi cîhkirin.

-Walîya berê ya Kerkûkê Sabah Nuri Alwan di 13.06.2000an de civînek bi rayedarên paye bilnd pêkanî. Di vê civînê de biryara derxistina Kurdan û li şûna wan bi cih kirina Filîstînîyan hat girtin.

-Serokdewletîya Iraqê 11.06.2000an de danezanek eşkere kir û di vê danezanê de fermana
sirgûnkirina Kurdên ku li Xaneqîn, Haweceh, Daqoq û Tuzxurmatu dijîn li herêmên Ereban dihat kirin.

-Kurdên,qempa ku bo derxistîyên Kerkûkê di herêma Silêmanî de ji layê NY hatibû avakirin de diman di nav belengazîyek dijwae de dijîyan.Berpirsyarêke bilind ya NY ê bi navê Binon Syvan eredana vê qampê kiribû û wiha gotibû: "Ezê rewşa Kurdên, ji ber ku xwedî nasnameyên xwe derketine û Erebbûn nepejirandinê ragihînim berpirsyarên li New Yorkê.

-Rapora mafên mirovan ku Wezareta Derwe ya Emerîka weşandi bû wisa dihat gotin;"Rejima Iraqê ku diçerçoveya pelamera Erebkirina de bi avayekî rêkûpêk qedexeya derneketina kuçeyan pêk tîne û hewl dide hin zêdetir Kurd ji Kerkûk derdixîne.

- Di Avrêla 2000an de 23 malbat (142 kes) ji Kerkûkê hatin dûrxisitin.

- Di Gulana 2000ê de 46 kes sirgûnî herêma Kurdistanê ku di bin desthilatdarîya Kurdan bû hate kirin.

-Di navbera 01.01.2000 û 12.08.2000an de bi giştî 170 malbat(nêzî 1000) kes ji Kerkûkê hatin
dûr xistin. Hin ji wanan sirgûne başurê Iraqê hat kirin.

-Rejima Iraqê dewrûberên wek Firokxaneya Kerkûkê,baregehên polisan li cihên stratejîk ya
Kerkûkê de erdan û bo zû çêbûna xanîyên nû pere dida Ereban.

-Wisa diyare ku bi giştî nêzî 100.000 Kurd ji Kerkûkê hatine dûrxistin.

Encam;

Wekî ku tê dîtîn bo bê Kurd kirina Kerkûkê hewlên ji bawerîyê der hatine kirin.Hin jî ji %50yê wan tehriban nehatiye paşve vegerandin.Li gel vê yekê jî di hilbijartina 2005an de Kurdan li Kerkûkê ji %80
dengan vergirtin. Dibe ku ew jî behîta Neteweya Kurd e. Kerkûk ya Kurdistanê ye. Divê em vê rastîyê bizanibin û li gorî vê yekê hereket bikin.Divê em aram û xwe bawer bin. Bi hêla çandî, dîrokî, sirûştî, erdnigarî ve ango bi her şêweyî eşkereye ku Kerkûk bajarekî Kurdîye û vê rastîye jî divê ji herkesî re
bidin pejirandin.Meseleya Kerkûkê ne tenê meseleya Kurdên Başûre.Bi qasê Kurdên Başûr e,ji wan
bêtir meseleya Kurdên Kurdistana Bakûr,Rojhilat û Rojavayê.Bo xeletîyên nû bexta me û wexta me hêç nînê, çavê Mejûyê li ser Gelê Kurd e.

Bo gihîştina dahatûyekê şad,azad û bihêz divê bizava rizgarîya Kurdî xwe bi rêbazên reel ji nû
ve bihelsengîne û bernameyekê Netewîya Kurdistanê dîyar bike.

Qonaxa 1. rizgarkirina Kerkûk e
Qonaxa 2. pêşxistina aborî,hêza leşkerîye û Medyaya Kurdî ye.
Qonaxa 3. di her perçeyê de pêkhatina yekîtîya Neteweyî û piştgirîya girseyî ya Kurdistana bakur
bo Kurdistana Azad e.
Qonaxa 4. bi diplomasî û xebatekê xurt vergirtina piştgirîya Cihanê ye.
Qonaxa 5. pêkanîna referandumekê fermî bo diyar kirina çarenûsa Neteweya Kurd.
Qonaxa 6. jî îlan kirina Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê û pêşxistina vê dewletê ye.

ÇAVKANÎ
Şemseddîn Samî(Kamûsu’l-Alâm)
Kurd(Kürtler) (Mehrdad R.Izady) (Weşanên Doz-2004-)
Kovara Serbestî

Rêza Lêkolîn û Lêgerînê
Serhad B.RÊNAS

B.KURDISTANÊ-AMED [email protected]

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.