PUKmedia
Lêkoler Mihemed Zaîd yê li Zanîngeha Ezherê ya li Misirê di lêkolîneke ya bi navê ’Kurdên Iraqê Di serdama Şerê Cîhanî ya Yekem de' dibêje: “Pêwîst e ji bo çareserkirina pirsa kurdî û ji bo damezrandina dewleteke serbixwe ya kurdî an jî herî kêm otonomî, hemû aliyek kar bike.“
Di beşeke din a lêkolînê de navborî amaje bi wê yekê dike, çareserkirina pirsa kurdî kareke giran û mehal nîne, belku eger mafên dîrokî û rewa yên kurdan bi riya girêdana çendîn kongre û semînerên fireh yên ji bo aşkerekirina pirsa kurdî li pêşiya aliyên civaka erebî bên qebûlkirin, dikare bê çareserkirin.
Herweha navborî daxwaz ji welatên îslamî û erebî kir, ji bo firehbûna ziman û edeba kurdî di fakulteyan de beş bên vekirin û got: “Belgeyên dîrokî tekîdî dikin ku ji mêj ve gelê kurd yekek bûye ji gelên resen ên navçeya Rojhilata Navîn û taybetiyên wê hene ku cuda dike ji gelên din û ser axa Kurdistanê dijîn, bi parêzgeha Kerkûkê ve, ku niha yeke ji navçeyên nakokbar e.“
Mihemed Zaîd got jî: “Di avakirina şaristaniya îslamê de gelê kurd di warên leşkerî, siyasî, fikrî û civakî de beşdarbûneke taybet hebûye û roleke sereke lîstiye. Ji bo pêkanîna dewleteke yekgirtî û serbixwe di sînorê niştîmana(Kurdistan) xwe de ji naverasta sedsala 19'an ve hertim hewl dane.“