Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 1 May 2009

Iroj yek Gulan e.
Ne wek gulanên salen 70'an e.
Li Anatolîyê lîstika keran e û li Kurîstanê jî înkar û kedxwarîya Kurdan e.
Îroj cejna karkerên hemu cihanîyan ê.
Ji bo kedxwarîya zahmetkeshan, ne shadîye û ne jî serfîrazî ye.
Lê bila li karkirên cîhanê pîroz be!
Di rewsha aborîyê de, nexweshîyek gran li pishta ferqîr û fiqaran granbuye.
Bila biqîrin, keviran bavejin, hinek tengbuna xwe bavejin...!
Bila helwesta xwe bînin ziman.

Rewsha Sharê û jîyana kurdan, 10 carna ji yê dinan grantir buye.
Azadî,peyvek nuh nîne di jîyana kurdan de, bi salane ku li chiya û banîya deng vedide.
Îroj yek Gulan e!
Aso mala xwe barkirîye buye kochber,Kenan Fanî klarneta xwe dikute.
Eyup Culeri, diranê xwe kishandîye dikufe, dizivîne.
Meta Dilsha, dilorine li ser kanîya gund, haya wî ji yek gulanê nîn e.
Di qal û qisawetên wê de kara besh û belendîra kulek cîh girtîye.
Îroj yek gulan e!
Xwîdana ji enîya gewez, tilî û bechîyen nazik diniqite li gundê Kovik'ê. Xanima delal, kechika bedew berê xwe dide zozana, hurik hurik dimeshe.

Li merga berderî, di destên wan de tirpan(qirim).
Qirimê dikshinin, di pash ustîyên wan de eshek gran, di qudimên wane de behalîyek chîbuye, ji birchîbunê.
Îroj yek Gulan e!
Ez jî xwere li mala xwe me, temasheye tv dikim û
bila îsal ji bo min, wîsa derbaz be. Îsal ne beshadrê tu mesheki me, ne li kolana me û ne jî li berderîya me.
Doh bishev chum fîlma Mahsun kirmizi gûl 'Guneshî gordum'
Li ser Kurda bu naverok.Kefxwesh bum ji temashebuna filme.
Di chavên min de hêsrek hurik hat xwarê, xemgîn bum.
Esh, tofan li min barî.
Îroj yek Gulan e, yek Gulana karkirên cîhanê pîroz be!YÊ KARKIRÊN KURDÎSTANÊ JÎ BI PÊRE!

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.