[center][size=large][color=#990000][b]TE TELAQ DA![/b][/color][/size][/center]
[img]http://www.resimkalesi.com/data/media/17/SeyhNazim.jpg[/img]
Gundiyek ji piya de mîzê dike. Mele dibîne. Çavê melê jî li jina gundî bûye.
Mele dizane ku gundî yekî dîndar e loma jê re dibêje:
- Welleh billeh te telaqa jina xwe da nuha!
Gundî:
- Çima Gelo?
Mele:
- Te berê xwe da qiblê û mîza xwe kir! Wê gavê jina meriv ji meriv berdayî ye. Di Quranê de heye Üu hew.
Mêrikê gundî ji ber tirsa gunehkariya li ber Xwedê dirabe jina xwe berdide.
Roja dinê mele jinikê ji xwe re mar dike û kêfa xwe pê dike.
Pir kêm pir zêde ev e bandor û kargeriya ol û dînê îslamê li ser xelkê me yê bêperwerde, nexwenda û berbendkirî.
Lê em dibînin, î roj vanê me yê Xwedê gravî xwenda ne, zane ne û qaşo ronakbîr in, ji mêrikê gundî jî nezantir in!
Oce dibêje 'kemalîzm baş e' ev tev hev dibêjin amîn.
Oce dibêje 'tirkiyeyî rêça me ye - xelk me bi zorê jî ji Tirkiyê veqetîne em na veqetin' ev tev dibêjin welê ye.
Oce dibêje 'li KUZEY IRAQÊ DEWLETEK KURDA YA WEK ÎSRAÎLÊ ava dibe û ev ji Tirkiyê re ne baş e pir xeter e' ev tev de dibêjin rast e.
Min baweriyek xurt heye heger Oce sibe roj rabe û bibêje 'jin û qîzên xwe bidin tirka mubarekî ye!' Evna wê tevde bêjin: bila ser çavan!
Gava şêxê qelp eraqê divexwar, murîdê nezan digot 'ev qudreta îlahî ye. Ne eraq e ava zemzemê ye'
Gava şêxê qelp derewan dikir, murîdê cahil digot 'ev hîkmeta îlahî ye, şêx misoger (mutlaqa) tiştek dizane ku loma wisan dibêje!'
Gelo çi ferq heye di navbera wan murîdên nezan û van xwendeyên me yên ku li pey qûna gennî ya Oce diherin?
[b]XÊRO[/b]
[center]
[img]http://www.cevaplar.org/images/album/nor/1745.jpg[/img][/center]
MUBAREKÎ