TA Û DERZÎ Û HUNER
Dibêjin, rojekê zilamek anîne pêşberî Padîşah. Hunerekî vî zilamî hebûye. Ta (dezî) ji 100 metre dûrahîyê ve davêje û di qula derzîyê re derbas dike.
Mêrik, ji bo ku di vî hunerê xwe de bi ser keve 40 salan xebat kiriye.
Padîşah gotiye, “De ka em hunerê te bibînin, raber bike“.
Mêrik derzî di darê sêpêyekê re cut kiriye, dûre bi qasî 100 gavan bi şûn ve çûye û ta çeng kiriye; ta wek rim pekîyaye, çûye di qulika derzîyê re derbas bûye.
Padîşah gotiye, “Ducar bike, çi dibe çi nabe, dibe ku tesaduf be, lê rast hatibe."
Zilêm cardin kiriye; dîsa tê re derbas bûye.
Padîşah 10 caran pê daye kirin; di her dehan de jî ta di derzîyê re derbas bûye.
Padîşah bangî wezîrê xwe kiriye û gotiye, “Xelatê bidin vî zilamî; 100 zêran bidinê; dûre jî 100 caran ço bikin (ço lê bidin).“
Zilêm gotiye, “Eman, padîşahê min, ev çawa xelat e?“
Padîşah jî gotiye, “100 zêr ji bo hunerê te, 100 ço jî ji bo ku te ewqas sal bi vî karê bêfêde (bêkêr) derbas kiriye.“
Çîrok ev e, tiştnan tîne bîra meriv.
Rojekê bi hevalekî Skotlandî re em virde wêde dipeyivîn, wî got, min heta nuha gelek Kurd nas kirine, bi hinekan re ji nêzîk ve hevaltîya min çêbûye, hemû jî jîr û jêhatî ne. Ne mumkun e ku miletê we di demeke zû de hemû mafên xwe û welatê xwe bi dest nexe.
Min got, çavdêrîyên te rast in, lê divê ez ji te re çîroka Zilam û Padîşah jî bibêjim.
Ma ku hunerên me ne ji bo tiştên bi fêde û kêrhatî bin, ew ê çi fêdê bidin miletê me?
Silabên germ
Mancel