Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 6 June 2008

Dibêjin her teyr bi refê xwe re, an jî ku tu ji refê xwe dûr bikevî, gur ê te bixwe. Ê me jî ew hesab e, em li refê xwe digerin, da ku pev re bifirin li ser wan zozan, çîya û banîyên welatê me yê qedîm û pîroz.

Îcar refê me çi ye gelo? Bê guman Kurd û Kurdistanîbûn an jî Kurdayetî refa me ya berfireh, mezin û gewre ye. Lê di nav vê berfirehîyê de jî dîyar e ku kategorî hene. Aha ez jî wê kategorîyê qest dikim. Kurd û Kurdistanî, lê di heman demê de evîndar û parêzvanê zimanê Kurdî, hewl dide ku wî di nav jîyana xwe de jîndar bihêle, nehêle ku bê tefandin, eynî wek agirê Newrozê her tim zindî û jîndar bike, pif bikê.

De hema bi kurtî, merheba Kurdîhezno, dema we xweş û geş!!

Mancel

Birez Mancel, Cend roje li benda niviseke bi dilemin bu. Bere xwe bide Kurd u Kurdistan, weke teyreke,li ser ciya,dest u newale me Bi fire, baye azadi ye bixe bin cenge xwe bala xwe bide berjewendi ye milete me. bi nivise tirki seremin di keliya. Nivisa te min henik kir. SED SILAV JI NIVISKARE KURDI...

Min zanîbû, silaba min ê bi awakî bersîvekê bistîne, dikane wek silav, silam û hwd be, lê li erdê namîne, ber avê re nare; ji xewla Eyşe Şana gorbihişt, çima ku ew bi Kurmancî bû. Dê derkevin, ji vir, ji wir Kurdîhezên şêrîn, wê hawirdorê germ û nerm bikin bi wê denganîya xoşewîst a Kurdî. Hemwelatîyê Şêrîn dibe ku hemwelatîya me qaşo be ji bo dagirkeran, bila wisa be jî, çêtir e ji hemwelatîbûna rastî ya dagirkeran; lê dê ew roj jî bên, bîhna wan ji nuha de tê, em ê jî wek her kesekî bi hemwelatîbûna xwe serbilind bin. Gelekî sipas ji bo bersîva te; pir kêfxweş bûm; bi hêvîya ku hevalên din ên Kurdîaxêv jî xwe bera nav qadê din, his û hestên me bi wan dengên muzîkal ên Kurdî bişon, birengînin. Ji nuha de ji wan re jî bêjim, dema we xweş. Mancel

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.