Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 24 August 2008

Yeziden.de

ŞIKOYÊ HESEN[1]

Tosinê REŞÎD

Abas bira, were îro tas, fîncana em havxin,

Eşqa kurd û Kurdistanê, carekê jî em vexun,

Bira fîncan bikin şingîn, dengê şûra bînin bîr,

Dengê şûrê şêx Sihîdê, efat Barzan, Êzdanşîr.

Ev helbest sala 1962 an hatîye nivîsar.

Şorişa Îlonê wê havîna sala 1963 an kurdên Yekîtîya Sovêt bihejîne, kurdperwarîyê bike pareke jîyana wan, kurd û Kurdistanê bike mijara wêja kurdaye sereke. Lê sala 1962 an hê hesîna Kurdistanê, azaya gelê kurd di dilê kêm kesan de hebû. Piranîya nivîskarên kurd hê jî xwe ji têma Kurdistanê dûr digirtin.

Di vê helbesta biçûk de hêzeke êpîkî heye, qey bêjî dengbêjekî ji paşla gel derketî, ku ber çavê xwe bûyar gişk dîtine, ev êpîk nitirandîye. Ji vê helbestê bîna “Dim-Dim“ ê tê.

’Şinge şinga şûr, mertalan, qûrtînîya mêrê mêrxas' di van rêzan de tê bihîsin.

Şikoyê Hesen dengbêjê têkoşîna gelê kurd bû, wî bi bawerî û hêvîke mezin li bizava gelê kurd e rizgarîxwez û serokê wê, Barzanîyê nemir dinhêrî.

Navê Barzanî ku dibhêm timcar,

Dilê min dibe gulistan, bihar,

Zanim Kurdistan wê ese çê be,

Altindarîya kurd ez dikim bawer...

Şikoyê Hesen çawan şayîr hatibû dinê; bi dilê vekirî, bi sitqê qenc, bi wîjdana paqij. Lê dinîya dor wî bi qelpî û derewan ve tijî bû, li dinîya dor wî her tişt dihat kirîn û firotan; heta dayîna xwedê jî.

Şikoyê Hesen di tunebûnê de jîyana xwe derbas kir. Neferê hûr û wî bi tenê kar dikir. Û wî nikaribû debara neferê xwe bike, neçar dima şiîrên xwe (bi taybetî poyêmên xwe), ên ne çap kirî bifroşe, wekî dûarojê, ew kesên ew şiîr û poêmên wî dikirîn bi navê xwe wan çap bikin.

Rûreşîke dîroka wêjeya kurdî, tiştekî nedîtî di dîroka wêjeya cihanê de!

Li Yekîtîya Sovêta berê ew ku dayîna xwedê bi te ra hebûya, tu şayîr, hunermendekî mezin bûyayî, hindik bû. Divêt tu jêhatî bûyayî, divêt te rê zanibûna, ka çawan bikî, wekî berhemên xwe çap bikî. Divêt te zanibûya ka kî bikirî, kî bixapînî, wîjdana xwe bifroşî kî...

Şikoyê Hesen ev gişk nikaribû, ev gişk nizanibû, di serê wî de ev gişk bi cîh ne dibûn.

Ji bo gelên xwey dewlet, xwey komar hêsantir bû. Ew pirî caran li nivîskar û hunermendên xwe xwedî derdiketin. Lê ya me kurdan usan nîn bû. Ya me xweyê me tune bû. Bal me hê zû berhemên ne hêja çap dibûn, ne ku yên hêja. Ya sereke ew bû ka tu çi karî dikî, çi pêwendîyên te hene. Wêjeya kurdî derdê tu kesî nîn bû. Ji bo karbidestên ermenî yek bû bi kurdî çi çap dibe. Digotin salê ewqas pirtûk hûn dikarin çap bikin û destên xwe jê dikşandin.

Û Şikoyê Hesen neçar dima şiîrên xwe bifroşe, wekî ew kesên jêhatî dûarojê bi navê xwe çap bikin.

Şikoyê Hesen ne mervê vê cihanê, vê dewranê bû. Wî nikaribû qelpîyê bike. Zanibû jî li dinîya dor wî qelpî serdest e û dixwast jî qelpîyê bike; çend şiîêr ser jîyana xweş, partîya komûnîst, sosîyalîzmê jî nivîsîn. Lê di heyîtîya wî de qelpî tune bû, qelpîya wî nedihat bawerkirin, ne dihate pejirandin.

Şayîr û rexnegirê rûs Lêv Ozêrov nivîsîye; “ Alî kesên xwey merîfet bikin, yên bê merîfet xwe bi xwe rê dibînin“. Divêt alî Şikoyê Hesen bikirana, lê kesî alî nekir.

Îro kes nizane Şikoyê Hesen çi mîrat pey xwe hiştîye. Em hê jî nizanin, gelo qet na bi navê xelkê jî berhemên wî gişk çap bûne, yan na.

Gelo rojeke usan wê bê, wekî berhemên Şikoyê Hesen gişk bi navê wî bên çapkirin, bi taybetî poêmên wî.

Bal me, ew jî salên 60-emîn, pirsgirêka zimanê kurdî tune bû. Kurdên Ermenistanê û Gurcistanê gişkan jî zimanê xwe zanibûn. Hê agaha me ji tofana Bakûra Kurdistanê û mêtropolên Tirkîyê tune bû. Me nizanibû bi mîlîyonan kurd peyvandina zimanê kurdî ji xwe re kêmayî dibînin, zimanê wan, yê yekemîn bûye tirkî. Lê Şikoyê Hesen bi hesîneke ji me re ne dîhar ew derd texmîn dikir.

Ew sala 1964 an di siîreke xwe de wa dinvîse:

“Ji min pirsîn: “çi hiz dikî

Li vê dinîya kaw, nazikî?“

Min go: “Zarê meyî kurdî,

Ku miletê pirtî-pirtî

Dicivîne û dike yek.

Çiqwas bibe ceng, tarîstan,

Ewe şemsê kurd, Kurdistan...

Herkê vêse şemsê nedîr,

Bira pêşîyê bidim texdîr...“

Sala 1967 an wê di şiîra “Zimanê kurdî“ de binvîse:

Beyta Feqîye,

Sewta Xanîye

Zimanê kurdî...

Şûrê Barzane,

Nûra erşane

Zimanê kurdî...

Mertala meye,

Dest pêşmêrgeye,

Zimanê kurdî...

“Sewta Xanîye, Şûrê Barzane, Mertala meye, Dest pêşmêrgeye...“

Zelal û kûr. Ji vê zêdetir tuyê çi bêjî?

Divêt her kurdek van gotina têke guhar û bike guhên xwe.

Belê, ji bo şayîr nezanî, unda kirina zimanê kurdî ji mirinê jî xirabtir e.

Şikoyê Hesen wek dengbêjekî ji paşla gelê kurd derketî, derd û kulên gelê xwe danî ziman û gotina wî digihîşte cîh. Gotina wî di dilê gel de cîh digirt. Şiîrên wî ser zarê keç û xortên kurd bû, di ahengan de ew şiîr dixwendin, hinek ji wan bûne stran.

***

Şikoyê Hesen sala 1928 an li gundê Camûşvana Biçûk, navça Axbaranê (Komara Ermenistanê) ji dayîk bûye. Li wê navçê 11 gundên kurdên êzdî hebûn. Piranîya ronakbirên kurde Yekîtîya Sovêtê ji wê navçêne.

Malbeta Şiko jî bi hezara malbetên kurdên êzdî re dema Cenga Cihanîyêye Yekemîn, ji bo ji şûrê Roma Res bifilite, ji gundê Şatiroxlîyê, navça Digorê, devera Qersê cîşihitî dibe û tê Ermenistana îroyîn.

Şiko pêncsalî bû, gava bavê wî, Hesenê Mido diçe dilovanîya xwedê. Apê wî xweyîtîyê lê dike, fira dixe. Ew piştî xwendina destpêkê û navîn, dikeve zanîngeha Yêrêvanê fakûlta Rojhiltnasîyê û sala 1953 an xwendina bilind temam dike.

Piştî sê salan li gundekî ermenîya, li Abxazîya mamostatîyê bike ew vedigere Yêrêvanê û di beşê kurdî ya radîyoya Yêrêvanê de kar dike. Lê mêla wî ser ziman hebû. Sala 1961 ê ew dikeve aspîrantûrayê û ji bo lêkolînên xwe diçe Lênîngradê, kabîntêta kurdnasîyê, ya Înstîtûta Gelên Asîya û Afrîka. Ew aspîrantûrayê sala 1965 an temam dike.

Yekemîn şiîrên Şiko di rojnama zanîngeha Yêrêvanê de çap dibin. Dû re bêtirî şiîrên wî li rûpêlên rojnama ’Rîya Teze“ û bi beşa kurdî, ya radîyoya Yêrêvanê tên belav kirin.

Dawîya salên 50-emîn û despêka salên 60-emîn deste şayîrên nû pê li şêmîka wêjeya kurdî kirin: Mîkayêlê Reşîd, Sihîdê Îbo, Simoyê Şemo, Şikoyê Hesen, Fêrîkê Ûsiv...Van şayîran wêjeya kurdî li Ermenistanê nûjen kirin, şiîra kurdî ji bandûr, tesîra wêjeyên ermenî û rûsî rizgar kirin. Wan şiîra kurdî bi hesînên zêndî, dîdemên rasteqîne xemilandin, mijarên nû anîn nav wêja kurdî.

Şikoyê Hesen di zêndîtîya xwe de sê dîwanên şiîra çap kirin; “Qalçîçek“ sala 1961-ê, “Tembûrê kurda“ sala 1965 an û “Meremê dilê kurd“ sala 1970-î. Piştî xwekuştina wî dîwaneke wî jî bi navê “Perwaza welat“ hate çap kirin.

Şikoyê Hesen sala 1975 an xwe kuşt.

[1] Ev gotar çawan pêşgotin di pirtûka Şikoyê Hesen, “Payîz û ba“ de çap bûye. Weşanxana ’Avesta' ew pirtûk îsal çap kirye.

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.