Şikoyê Hesen Helbestvanê e`irş û kawê
Şikoyê Hesen
Dr. Hisên Hebeş
Şikoyê Hesen Helbestvanê e`irş û kawê
(Portrêt. Bi bûneya 80-î saliya bûyînê)
„Roja mirina hunermendê mezin tune ye, her roja bûyîna wî heye“.
Fîlosofek
“Şiko îro jî heye, di nav me de ye, navê wî ser zarê me ye, bi şêkirdarî tê bîranînê“. Akadêmîk Şekroyê Xudo Mihoyî.
Helbestvanê vehêner Şikoyê Hesen jî li gel nûxwazên helbstvaniya kurdî nûjen Ebdela Goran (1904/5 – 1962) û Qedrîcan (1916 – 1962) cihê rêberiyê di dîroka lîteretûra kurdî de di nîvê sedsala bîstan digire. Ew bi heyhêreke mezin ket nav poeziya kurdî li Ermenistanê û di salên 50-î de, dema hîn xwandevanê zanîngehê bû helbestan dinivîse.
Di 15.10.1992-an de li bajarê Kölnê min helbestvehêner di êvareke lîtêretûrî de, bi zimanê elmanî, bi van hevokan pêşkêşî amadebûyan kir: Şikoyê Hesen bi raya min Sêvakê kurda ye. Parûîr Sêvak (1924 -1971) şayîrê navdar helbestvaniya ermenî ya nûdem bi wêne û hizrine hunerî û fîlosofî nû dixemilîne; Ş. Hesen jî ji „Çîyayê gijîk tê xwer“ yê ku „Porê wî bi şeyê tavînî vediçirre“. Helbestvan bengiyê ronahîya e`irşê ye; ê`irş mêtafireke şikoyî ye*.
Gava berevoka yekê „Qalçîçek“ li Yêrêvanê, sala 1961-ê derdikeve; (mêjûya nivîsa helbestan ne diyar e) dengvedaneke erênî di nav rewşenbîran de dihêle, helbestvanê bira Eskerê Boyîkê wê weha dinirxîne: Ew berevoka qewimandineka mezin bû di emrê pêşdaçûyîna edebiyata kurdê Sovyetê de. (Dengê Azadî) Belavkerê wê şakarê bi çend rêzan wê dinasîne, ku ew têvelmijadî ye, jibilî mijadestêryotîpên wê serdemê „roja weten, edlayî û biratiya miletan..“ evîn, raman, fîlosofî û satîra jî cihên xwe digirin.
Ez jî di sala 1976-de bûm xwandevanê wê berhemê û berhemên wî yên din, (min hîn nizanîbû ku ew sala nejiyîna helbestvan bû). Ji wê havîna bextiyar û xunamî de meriyên min li Ermenistanê pir bûn. Ez xwe endamekî wê kurdemalbatê jî dijmêrim.
Ev çar malkên di rûpela 45-ê de sînûrên demê radikin, dibin sermiyana giyanî bo herdemê, ew „kubarî“ û hinekê jî fîlosofî û êstêtîka helbestvan numadike:
Rokê kevir ber lingê min kêlimî,
Çiqas rêwî, - go, - ser min da lukumî,
Ez pekandim, gulol kirim, anîm vir,
Tu çi zanî, gelo sibê tuê kubî?
Piştî çar salan; 1965-an pirtûka „Tenbûrê Kurda“ ronahiyê dibîne, mixabin ew di pirtûkxaneya min de natê dîtin, tevî ku ez zanim li ba min hebû. Min ew minhoyên kekê helbestvan Tosinê Reşîd di „Payîz û Ba“ de vebrajtine, xwandin. Helbestên di wir de belavbûne ji mêjûya 1960-î destpêdike. Dema nivîsa berheman pir alîkariya lêkolînê dike, mera kane serwextî bûyerina bibe, eger agahdarî ji kesê yekem yan ji hevdeman tune bin. Zana Casimê Celîl wê pir bilind dinirxîne, dibêje ku ew dastaneke nû ye di edebiyata kurdê sovyetî de. (Pêşgotina Perweza Weten)
Helbestên Ş. Hesen yên di salaên 1964-an û ta 1968-an nivisîne cihên xwe di nav rûpelên berhama „Meremê dilê kurd“ de dibînin. Pêşgotinnivîsê wê Ê. Û. Bekoêva ew berhema bilind sengandiye ku rewana (rih) nivîskar bi kûraniya kurdîtiyê ve hevbest e. Ne dîtineke nû ye eger ez bibêjim ev helbestvan, degnbêj, karker, jin yan ev şivana ji kurdên Sovyetê dengê kurd û Kurdistanê ye. Hezkirin û dilsoziya wan xasima intêlêktuwêlên min naskirine û dinasim, dihele ez bi tewjmî numabikim, ku hezdilsoziya wan huşyarî û dilînî ye; ew bi zanistî hezdikin, ji logîk û rastiya hezkirinê xwe davên bextê Kurdistanê. Kurdîtiya wan ne jibo berjewendiyên xweserî ne; bi vajayî wê hemî heyîn, rabûnrûniştin, xebat, hêvî û meraqên wan jibo rizgarkirina axa welêt e ji dagîrkeran.
Berhema dawiyê „Perweza Weten“ piştî nejiya xwediyê wê, sala 1977-an digîhne destên xwandevanan. Hevdemên Şikoyê Hesen yekra yin di nivîsarên xwe de, ku ew di mercên pir dijwar de jiyaye, lema jî bûye cangoriyê wan û di rewşeke derûnî taybetî de biryara nehêştina xwe dide; weha tiragêdiyek bi ser lîtêretûra kurdî de tê. Helbestvan û rewşenbîr Tosinê Reşîd wê rayê hîn zalaltir dike, dema dibelgehîne, ku „Şikoyê Hesen çawan şayîr hatibû dinê; bi dilê vekirî, bi sitqê, bi wîjdana paqij. Lê dinya dor wî bi qelpî û derewan ve tijî bû, li dinya dor wî her tişt dihat kirîn û firotan; heta dayîna xwedê jî“. (Pêşgotina Payîz û Ba) Herweha vejîner T. Reşîd helbestine nivîsevan Ş. Hesen ji sê pirtûkan vedibijêre û bi elfabeyên erebî li Dihokê û bi latînî li Istanbûlê têne belavkirin. (Binire: hej.5 ji „Berhemên Ş. Hesen)
Şikoyê Hesen li gundê Camûşvana Biçûk li Ermenistanê sala 1928-an hatiye dinê. Di pênc saliya xwe xwe de ji aliyê bavê de sêwî dimîne. Berpirsiyariya biraziyê biçûk dikeve istiyê apê. Ew li dibistana gund dixwîne û paşê li Elegezê li gel Şekroyê Mihoyî - yê paşê bûye dîrokzanekî navdar - şeş salan bi hev re dixwînin. ( Roja Nû, hej.52) Sala 1948-an Ş. Hesen dibe xwandevan li zanîngeha Yêrêvanê, pişka fîlologiyê. Di sala 1953-an de xwandinê temam dike. Li gundê Bagnarê, li Ebxaziya di sala 1954 ta 1957-an dibe mamosteyê zimanê ermenî. Perwerdekar û helbestvan Ş. Hesen di radyoya Yêrêvanê, beşa kurdî de wek redektur dixebite. Sala 1961-ê dibe xwandevanê doktora li Lênîngradê, li Kabînêta Kurdî di bin serperiştiya zimanzan Tsûkêrman de dixebite û ta sala 1965-an li wir dimîne. Sala 1976-an Şikoyê Hesen nema kane mercên jiyanê gotirbike; ew bi xwe biryara nemana xwe dide û bicarekê ji rûyê erdê diçe.
Şikoyê Hesen helbestvanêkî mezin e di edebiyata kurdî de di salên pêncî, şêstî û nîvê heftê de ji sedsala bîstan. Ew yek ji rêberên modêrnîzma helbestvanîya kurdî ye. Wî havil ji pêşketinên lîtêretûrên cîhanî kir û ew destketinên hunerî, fîlosofî bi awayekî serketî di poeziya kurdî de li Sovyetê bikaranîn.
Ew sînûrên siyasî di erdnigariya Kurdistanê de bê vîna kurdan hatine danîn, encamine neerênî di her warekî de di hebûna kurdan hêştine, lema jî wê yekê bandora xwe liser berhemvaniya Şikoyê Hesen jî kiriye, ku dûr bimîne ji kaniyên kurdistanî lîtêretûrî; ew fênomêna kujer ta niha jî berdewam e, her ji ber wê sedemê jî piraniya rewşenbîrên me hay ji berhemvaniyên hev tune ne.
Minhoya „Gelo hûn ku tên...“ min wergerand elmanî û kurdiya wê li vir belav dikim:
- Gelo hûn ku tên, qulingino, bêjin?
- Dûr!
- Îmana we çî ye, qulingino, bêjin?
- Nûr?
- Dijminê we kê ye, qulingino, bêjin?
- Surr!
- Hûn çi hînbûne, qulingino, bêjin?
- Kir!
- Hûn kuda diçin, qulingino, bêjin?
- Arana!
- Qey hûn diwestin, qulingino, bêjin?
- Lê na!
- We dosta min dî, qulingino, bêjin?
- Erê!
- Ew kîderê bû, qulingino, bêjin?
- Ser rê...
Ji berevoka “Perweza Weten“ r. 49-50
* Di 15.10.1992-an de li bajarê Kölnê min êvareke lîtêretûrî li gel hevpîşeyê xwe Husên Erdem bi elmanî pêşkêşî amedbûyan kir. Mijada min helbestvaniya kurdî hevdem bû. Dehûdu helbestvanên Kurdistanê bi kurtî min nasandin û minhoyine wan wergerandin elmanî; Ş. Hesen jî yek ji wan bû.
Berhemên Şikoyê Hesen:
Qalçîçek (helbest), Yêrêvan 1961
Tenbûrê kurda (helbest), Yêrêvan 1965
Meremê dilê kurd (helbest), Yêrêvan 1971
Perweza weten (helbest), Yêrêvan 1977
Gulbijêrek ji helbestên Şikoyê Hesen, ji aliyê Tosinê Reşid ve hatiye amadekirin, Sipîrêzê bi elfabeya erebî di sala 2007-an belav kir. Herweha ew çapa jî bi sernavê „Payîz û Ba, şîirên bijarte“ bi latînî li Istenbûlê, 2008-an ji aliyê belavgeha Avesta ve hatiye weşandin.
Bonn, çêleya pêşin 2008