Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 14 July 2008

Wê dema mirov hewl dide hinek tişt li gel
hevdu bibe/bike, asan nîne.
Gellek amator dibe.
Ez di jiyana xwe de çend tiştan pêkve dibim.
8 demjimêr kardikim.
Bi sedema karê xwe pêwîst e raportan binivîsim.
Ev yeka hanê jî barekî giran e..
Dehan rupelan li ser her mijareke.

ez Kurd ji dayîk bûm, jibo vê yekê jî Kurd û Kurdbûn li ba min
gellek giring e..
Ji bo vê yekê jî hewl didim Newroz Comê de bîrûraya xwe bînim zimên..
Lê wê dema her tişt li gor dilê hinek heval û kesan nebe.
Tawanbar ewê dine..
Ez dixwazim di vê forumê de hemû Kurdên welatparêz bîrûrayên xwe derbibirin..
Lê herkes wisa nafikirin.
Hinek nivîskar û xwendevanê vê Forumê ji bilî kifir tiştekî
nakin û ev jî bidilê min nîne..

Ez ji xwe dipirsim, gelo ez berdewambim an na?

Silav

Bra yê delal Ferzende, Ev gelek balkeshe ku di demên dawîyêde herweha di warê nivîsa kurdî de tu hem bu yî moralek ji bo min û ji bo gelek dost û nasan. Ev bi serê xwe bi qedr û rumet e. Tew babet jî nebe nîshandarîya kurdî tene bedelê hezar mîjyaraye. Ya herî grîng jî eve. Ya duyemin; ez bixwe beshdarên babetên puch û vala nabim. Dîtinên xwe zelal dikim vedikshim. Yên ku gengeshîya bi tirkî dikin shuxwe piranî li ser pevchunê dichin chima ku zimanê tirkî ji bo pevchun û alozîyan seranser ê. Kurdîya rêsen mecal nade. Ne zimanek tu bikaribî têde pevch î. Belê bê qisur berdewam be û tenê di zimanê dayika xwe de. Bi kêfxweshî xwendewanim û li gel teme. Dema te xwesh gel silavên bratî. Herbîjî tu barayê hêja.

Ez Kurdim, Kurd dimînim, Kurdî dijîm, û Kurdî dimirim.. Dîroka Kurdan, Wêjeya Kurdan, Çandan Kurdan Stranên Kurdan li ba min gellek giringin. Bi kurt û kurmancî her tiştên pêywendî bi Kurdan ve heye ji bo min xwedanê nirx e û giringe. Car û bar ez wisa hest dikim ku, ew kesên derûdoran minin wisa nafikirin. Ez yeka hanê min turedike.,Min rê derdixe. Min bê war û derbider dike. Ji bo vê yekê ez ji xwe dipirsim tu çi dîkî? Şevbaş silav

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.