Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 1 August 2009

Bi minasebeta hatina cejna Çileya Havînê ya Êzdiyan, serokê herêma Kurdistanê mesajeke pîrozbahiyê pêşkeşî hemû kurdên Êzdî kir.

Teksta mesaja Serok Barzanî:

Bi Navê Xwedayê Mezin Û Dilovan!

Bi boneya Cejna Çileya Havînê a xuşk û birayên kurdê Êzdî, ez pîrozbahiyeke germ pêşkeşî hemû Êzdiyên Kurdistan û cîhanê dikim.

Hêvîdar im ev cejn hemû salan bi xweşî û kameranî li di Kurdistaneke serfiraz de û li saya tecribeya demokratîk a Herêma Kurdistanê da vegere û bi yekrêziya rola gelê me ku Kurdên Êzdî beşeke girîng in ji resenayetiyê, bikarin mafê hemû pêkhatan û mafê ol û ayînên van pêkhatan li Iraqa Federal û demokrat de desteber bikîn.

Careke din cejna Çileya Havînê li hemû xuşk û birayê Kurdên Êzdî pîroz dikim û hemû cejnan her li xweşiyê da bin.

Mesûd Barzanî

Serokê herêma Kurdistanê

30-7-2009

Jêder:KRP

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.