Ana içeriğe atla
Submitted by Bîşar Norşîn on 11 February 2010

[url=http://www.newroz.com/modules.php?name=News&file=article&sid=6335]

ŞERÊ PSÎKOLOJÎK/Komara Tirkîya û parezkerên wê, di mehên dawîyêda dijî Gelê Kurd şerê psîkolojîk gîhiştin tiltilek bilind. Ew her alî va bona xwe rêşdikin. Armanca wan ewe ku: Kurd ji mafê dewlet bunê durkevin û hir tim di bin lepê wan da bimînin, berku dewletbun edî tiştekî tomete, li dinyayê sînor sistdibin û bona rakirina sînoran gavên dîrokî tên avitin. Bo çi Kurd bibin dewlet û sînorên nu danîn? Kurd heta naha li Tirkîya yê serbest û azad jîyane, di nava dewletêda di hemu mertebanda hatine temsîlkirin, bune Serokdewlet, bune Serokleşker, bune endamê Parlemana Tirkîyayê, bune Valî, Qaymaqam û Mamoste, mabeynî wan û ê din da qe tu ferqek nebuye. Wan heta naha bi vî şiklî nerînê xwe dianîn serê ziman.

Dema mîrov rojnameyên Tirkî dinerî, an jî gwihê xwe dide radyô û televîyonên wan, mîrov mehleze dike ku; ew tiştên curebicur dibejin. Dema mîrov wan bi sebir tîne berhev û çavekî din lê dinerê; dibîne ku ew hemu bi hevra enîyekî diparezin û dijî Kurda sengerên xwe kur dikolin. Naha ji wan çend liban hilbijerim:

Karkerê Rojnama Milliyetê Can Dündar çu mapusxanê da gel Şemdîn Sakik hevpeyvînek kir û bi we hevpeyvînê çend mesaj hatin dayîn; 1-Bona evînekê mîrov dikarê welatê xwe bifiroşe, Şemdîn bona evîna xwe duva amadebuye bona welat firotinê. 2-Kurda heta naha rasteyetîya Kemalê Selanîki fahmnekirine, Şemdîn jî nuva li paşxwendina pirtuka Zeybekê Kej fahmkirîye û ewqa pozgîn buye kû, çavên wî da hister darivîne. 3-Leşkerê Tirk, yê Îran, Irak û Surîyê neçuye; xwirte, dîsîplîne, heze û qe tu car bi şer nikarê bê şikandin û binxistin. 4-Kurd û Tirk weku gelên din nikarin ji hev veqetin, ji hev veqetina wan mirina wan herduyane, ew weku sîamên zo hevra qemitîne, mirina wan yekî, mirina yê din ji bi xwera tîne. Bi Yeitîya Ewropa ra nezîkbun li ber Kurdistanek serbixwe digre û mefeyên ku bona vê armancê kardikin dide sekinandin. Bi vê hevpeyvîne tê gotin ku; Kurd bila dengê xwe bibirin û daxwezîya cêbun û Kurdistanekî serbixwe nekin, daxwezîya tiştekî wusa mirina wan bi xwe ra tîne.

Li vir mînaka neynuk û goşt tînin serê ziman. “Kurd û Tirk mîna goşt û neynuke bi hevra qemitîne. Ew ji hev nabin“. Ma vira kî neynuke kî goşt? Dema neynuk direj dibî, tête birrîn û avitin, goşt dimîne. Baverim ji damezrandina Komara Tirkîyayê heta îro, Kurd weku neynuk hatin hesibandîn, dema wan tiştek xwest, hatin jêkirin û avitin.

Dawîya “lekolîn û îstatîstîkên hinek înstîtuyan tête neşîrkirin: “piranîya Kurda mafê ziman naxwezin, Kurd mafê çand naxwezin, Kurd cebûnê qe tu nazwezin“ Hun dikarin van “lekolînên zanyarî“ zedebikin. Bi van “lekolînan tête gotin ku; piranîya Kurdan li Anatolia û Rojavayî Anatolia dijin, jimara Kurda li ser axa Kurdistana Bakur kembuye, ji ber vê daxwezîya dewletbune bîrkin.

“Nebîyê“ Mete Xan* Prof. Îlber Ortayli roja rabirdî verşîya û got: “nişeta yekemîn a netewa Tirk, leşkerbuna wane“, “bila kesek ji wan daxwez neke ku; ew ji vê nişêtê durkevin“. “Leşker nikarê ji derî sîyasetê bimîne, dara leşkerîyê carcara bê guman pewîst dibe“ û wî berdewamkir“: “ Ji Rojhilatî û Rojhilatî Başurî Tirkîya (hun bêjin Kurdistanî Bakur) xwendewanên ku; tên danîşgah, bê heqî tên, ew vê îmtîxanê heq nakên, îmtîxanê da serîhev dikin , pewîste ber wan bê girtin“. Dîyare ku; Ortaylî xwendina Kurdan ne razîye, firsendê bidin wî, ew mecalê qe tu nede, xwendewanekî Kurd. Peyama Ortaylî jî dîyarere ku; Tirk leşkerin û leşkerê wan her tim serketîye, îrojî ew wusaye, bila kesek ji wan loman neke, Kurd ji mecburin li ber qweta vî leşkerî dengê xwe bibirin û daxwezîya tiştekî nekin.

Komara Tirkîya alîyê çand va jî şerê psîkolojîk berdewam dike. Bi TRT 6 her roj mezinîya Komara Tirkîya propaganda dikin. Dixwezin hemu hunermendê Kurd bona mislehetên xwe yên qîrej bidin xebitandin. Ewe du sal zedetirîne dîrek û îndîrek dixwezin bikevin bin çengên Şivan Perwer. Ew vî alîva çiqas serketîne nizanim, bi hatina Şivan Perwer, dixwezin hevî û daxwezîyên Kurdan yên dawîyê jî “sicin“ bikin, Kurdan bixesînin, xetne bikin û Kurdistaneki Serbixwe û Yekhev ji nava xeyalên Kurdan derxînin. Ber ku; ew baş dizanin, dengê Şivan Perwer li seranserî dinyayê Kurd çawa yêk kirine. Plan ewe ku bi hatina wî, Kurd carek din bên girtin.

Şerê psîkolojîk dijî Kurda her tim berdewame, ji her alîva, pewîste em temamîya wan bibînin û mêşa xwe bê rawestan bona Kurdistanekî serbixwe berdewam bikin. Çareserkirin: bê şert û minaqaşe damezrandina Kurdistanekî serbixweye.

Bîşar Norşîn

09.02.2010

* Derheqî Mete Xan da, bona zedetirîn agadahrî, nîvîsa “Ewqas Dibe“ bixwînin.

[/url]

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.