Di rojên dawîyêda quwtên tarî zexta gelên Antaolî, Trakya û Kurdistana Bakur bilind dikin. Li ser îfadana paşayên mezin yên berê Aytaç Yalman, Özden Örnek û İbrahim Fırtına mehkemekirina hêzen tarî gîhiştik konaxek nû, parezkerê wan yên sîvîl mîrovên weku Denîz Baykal û Devlet Bahçelî ketin serhevbinhevbunek mezin, startdana Onur Öymen leşkerê Tirkîya û gelê Tirkîya bona tartaleyek nû tete amadekirin. Leşker karta xwe ya dawîyê dileyzin, ew şansê xwe yê dawîye dixwezin destê xwe nefilîtinin, ji ber vê nava gelê Tirkîya û Kurdistanê emelîyên qîrej dardixînin, bi navê Tirka li İzmirê êrişberdan xwenî şandanên DTP, li Stembolê bi navê Kurda otobusên beledîyê dabun ber molotofan û bun sedema mirina keçek 17 salî, Serap Eser hîna ber miradê xwebu, dixwest xwe bona danîşga amade bike, ew bi çavsorî û hovitî hate şewitandin. Li Kurdistanê bi navê Tirka cîvanekî 23 salî, Aydin Erdem bi gulan hate kuştin, ew jî hîna li ber miradê xwe bu û li danîşga dixwend, bi navê Kurda li Şemzînanê ala Tirka anîn jêrê û şewitandin, rojekê berê li bajarê Tirkîya, li Tokatê heft eskerê Tirk kirinin kamenekê û bi gulan kuştin, li bajarên Kurdistanê bi navê Kurdan xwenîşandan tên darxistin û zexta gelê Kurdistanê bi organîze tê hildan, ez bawerim li li paş van buyerên dawîyê tenya yek quwetek heye: Leşkerê Tirkîya. Yên kû bi navê Kurda axaftinên tûj dikin, mîrovên weku Baykal û Bahçelî di xizmeta leşkerên Tirk dane, hêzên tarî û marî tunin, rexirawekî weku Ergenekon tune, ew hemu leşkerên Tirkîya bi xwene.
Di salên dawîda nakogokên mabeyna AKP û Leşkerê Tirkîya xwe bi tîn dan nîşan, di dîroka Tirkîyê da yekhemcar bi vî şiklî paşa û general hatin rureşkirin , li gel xelkê îdola leşkerên qehreman nema, suç, deq û dolabên wan derketin holê, dizî û zagonnenasîya wan derket ser avê. Bi çavgirtî edî kem mîrov bîr û bawerîya xwe wan tînin, gelek rojnemevanan tirs û xofa generalan li ser xwe avitin, ew azad dinîvîsînin, hecatên telekomînîkasyonê yên nû, li generalan dinya teng kirin, derheqa derew, rureşî û komployên wan reya gelemperî zu agadardibe. Revîn, derewkirin, xwe pesandin, laf û gef gotina wan edî pere nake. Wan bi salên boride bi pîlên xwe yên sîvîl xwenîşandanên mezin darxistin, mîlyonan mîrov hatin xapandin, bona paraztina Komara Tirkîya û Laîkbune mîlyonan mîrov xwenîşandananda amade bun. Armanc ew bu kû dara AKP bête sistkirin û bi întîxabate bête ruxandin. Planên wan sernegirtin, AKP zedetirîn hêzbu, dema ruyê wan hedî hedî pas bu û gel ji wan durket, AKP dan deste Dadigehya Bilind a Tirkîya. Berku Kurdistana Bakur tenya bingeya AKP mabu, wan nikarîya yekser dev ji AKP berdin û bi biryara Dadigehya Bilind a Tirkîya we qedaxwe bikin. Pîçek bingeya partîyên din yên weku CHP û MHP li Kurdistan bimaya, wan yekser top li ser derê AKP bixista, “mixabin“ xencî AKP bingeya tu partîyekî Tirk li Kurdistan nemabu. Bona jîyana AKP, heta naha sedema îcazedana wan, vabu. Bi startdana Onur Öymen edî dîyare kû; bona AKP ew îcaze xilasbuye. Di rojên ber meda, Leşker bi alîkarîya sîyasetmedarên Tirk yên weku Öymen, Baykal û Bahçelî, dara AKP bikin tengasîyek mezin, sîvîl û lêşker bona ruxandina dara AKP baskên xwe veçinin, alîkîva DTP bête girtin alîyê din va pîl û baskên AKP betên şikandin û ew bo zorê ji darê bête durxistin. Armanca wan ewe kû hemû Vîlayetên Kurdistan sîstema “örfî îdare“ şunda be û seranserî Tirakya, Anatolîa û Kurdistana Bakur Sektora Kemalê Selanîkî jîyana xwe bidomîne. Berkû AKP bi metodên wan yên kewnd dijî Kurda reva neçu û armanca xwe bê tirs beyankir, refên wanda tirs û xofek mezin belavbu; tirsa: tekçuna Sektora Kemalê Selanîkî.
Naha alîkîva plana xesandina AKP tê rêxistin, alîyê dinva gelê Tirk bona tartaleyek nû li diji Kurdan tête amadekirin. Metodên kû tên karanîn nû ninin, dîroka Komara Tirkîyêda gelek cara hatinê karanîn. Li ser daxwezîya Kemalê Selanîki, kuştina mebusê Trabzonê Alî Şükrü Bey bînin bira xwe. Berku Alî Şükrü Bey, ronakbîr bu, rojnemeya Tan dida derê, deq û dolabên Kemalê Selanîkî û hevalên wî neşîr dikir bi destên Topal Osmanê Giresunî bêbextî hate dafkirin û kuştin. Kemalê Selanîki berê Alî Şükrü Bey bi destê Topal Osman va da kuştin, dura ew kir sedem û bu berpirsîyarê kuştina Topal Osman. Bi vê komployê reya xwe vekir û dengê koma neserdaran birrî. Topal Osman di sala 1922 da dijî Kurda li Koçgîrîyê hatibu karanîn, tedaî û hovtîya ku; wî Kurda kirîbu heta naha nehatîye bîrkirin. Buyerên sala 1955 bînin bîra xwe; di şeva 5 îlonê 1955 da bi destên Oktay Engîn û Hasan Uçar li bajarê Selanîkê baxçeyê mala Kemalê Selanîkî, bi bombekê hate bombakirin. Oktay Engîn Tirkê Yunanîstanê bu, wî perê Tirkîyê dixwend û eleqeta xwe li gel sefereta Tirkîyê hebu, Hasan Uçar karmendê Sefereta Tirkîyê bu. Wan bo vî karî sînyal ji dewlleta Tirkîyê girtîbun. Berkû Londrayê bona çaresekirina problema Kibrîsê danustandin hebun, wan dixwest dewleta Yunanîstanê bikin tengasîyek mezin û li Tirkîyê dijî Ruma tartelekê rêxînin. Li Tirkîyayê Rojnama Ekspres ew xebera wekû; “Mala Atatürk hate bombakirin“ da. Wan bona tartelekê xwe zu da amadekirîbun, malên Ruma bi xeça hatîbun îşaretkirin, xudanê mala sibeda ew îşaret padikirin, wan di şevda ew îşaret carek din dadinand. Kar bi alîyê Komala “Kibris Türk Derneklerî“ va dihat kirin, wan sînyal ji Sektora Kemalê Selanîkî digirtin. Li paş xeberdana „Ekspres Gazetesî“ , çan Onur Öymen îro start da, wan jî starta tartelê da û nava rojekê da 1000 Mal, 4348 Cîhe kar, 110 Otel, 23 Dibistan, tar û mar kirin, 16 Rum û 1 Ermenî bi hovitî kuştin, 200 jin û qîzên Rum hatin îxfalkirin. Di sala 1955 da temamîya gewrîyên Stenbolê 1 mîlyonî kemtir bun, ji wan; gewrîyên Ruman 150 000 zedetirîn bun. Stembola îronî 1000 Rum nemanê, hemu ji welatê xwe derketin û çun. Bi vî şiklî plana ku Sektora Kemalê Selanîkî di sala 1955 diji Ruma kir sedansed serket. Pere, mal û milkê Ruma keti destê wan. Naha diji Kurda planên tarteleyek nû tên rêxistin, start hate dayîn, AKP bête xesandin û ji dare bête durxistin. Komkujîyek nû li ber Kurda sekînîye, çavên xwe vekin mebin parî, yên ku bi navê Kurda li Kurdistana Bakur zexta gel bi metodên qiîrej bilind dikin, di bin şikek mezin dane, bawerim ew xwe jî parçekî Sektora Kemalê Selanîkîne. Armanca wan ya rastî damezrandina Kurdistanek azad buna, heta naha ew Kurdistan deh cara hatibu damezrandin. Hevîya min ewe kû gelê Kurdistan, Anatolîya û Tirakya hevnekevin û destên mîrovên weku Onur Öymen leşkeran nebin titik.
Bîşar Norşîn
08.12.2009