Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 19 October 2008

[i][b]XAMARAN la reina de les serps:[/b][/i]
[b] [color=#990000]ŞAHMERAN - Pira Wêjeyî Ya Navbera Katalanya & Kurdistanê[/color] [/b]

[img]http://www.saradistribution.com/foto2/xamaran.jpg[/img]

[b]Goran Candan[/b]

Projeya berhevkirina efsane û çîrok ji gencîneya wêjeya kurdî ya nivîskî ji bo xwendevanê katalanî, dûr û nêzîk ji vê bi du salan berê dest pê kiribû.

Çarenûsa welatê Katalanya'yê jî wek çarenûsa kurd û Kurdistanê, ta roja îro ber bi ba û tofanên dagîrkeriyê ketiye. Ji ber vê yekê ye, ku di gelek waran de, gelên van her du welatan, ji gel û qewmên mayî re, riya têkosîna ji bo jiyanek bi dadimendî destnîsan kirine. Ji lew re ev her du gel û welat, çi car dev ji riya jiyana ji bo dadimendiyê ne berdane.

Rojnamevanê hêja yê katalanî Jordî Tejel û rojnamevan û kurdnasê hêja yê li Katalonya'yê dijî, -lê ji kok û binyad ve swêdî- Mîkael Frölund, vê projeyê di meha Tîrmehê ya sala 2004'ê, bi wesandina vê antologiya destan û çîrokên kurdî birin serî.

Ev antologî ji 40 destan, çîrok û serpêhatiyên kurdî pêk hatiye. Ji hêla Jordî Tejel û Mîkael Frölund'î ve ji zimanê kurdî hatiye wergerandin ser zimanê katalanî. Mîkael Frölund'î, ji ser zimanê kurdî û Jordî Tejel jî, ji ser zimanê frensî van çîrok û efsaneyên kurdî wergerandine ser zimanê katalanî. Wek destana folkloriya kurdî Sahmeran'ê, (berhevkirina Bavê Barzan'î, Stockholm 1998) ku li yekemîn besê pirtûkê cih girtiye.

Her wekî din berhevkirinên wek Contes Kurdes (Çîrokên Kurdî ), Paris 1986) ya Joyce Blau, Zargotina Kurda, Moskva 1978 ya Ordîxan & Celîlê Celîl'î, Bextiyar û Bedbext ya Tewfîq Wehbî, Qawaîd al-lughatî l-kurdiya, 1956, Beîrût. Apê Kal ya Îshak Tepe'yî, Stanbol 2002 û hwd, her li vê antologiyê cih digirin.

Ev proje, ku yekemîn pira wêjeyiya di navbera her du milletan de ye, alîkariya aborî ya dewleta otonom a Katalanya'yê wergirtiye. Lê belê yekemîn sedema komkirin û wesandina vê berhemê, ji bo destpêkirina dostaniyek ji nêzîkî ya wêjeyî bû. Bi kurtî destpêkirin û cîbicîkirina karek wisan, ji ber sedemên îdeolojîkî, însanî û rawistî (exlaqî) bû.

Di meha Tîrmehê sala 2004'ê de, roja derketina pirtûkê bi koktêylek ve hat pîrozkirinê. Ev koktêyl li Viladecans'ê li bajarê Barselona'yê hat li darxistin. Di koktêylê de rojnamevanên katalanî besdar bûn û bi berhevkarên antologiyê, Jordî Tejel û Mîkael Frölund'î re hevpeyvînek kirin. Di koktêylê de muzîka kurdî hat guhdarkirin û sîraniya baklawê hat belavkirin.

Me ji Mîkael Frölund'î pirsî: Ji çakiya xwe bi kurtî sedema vî karî bahs bikî. Wî bersiv da: -Nivîsevanek hevdem yê brazîlî, yê bi navê Paulo Coelho, li pirtûka xwe ya bi navê Kîmyager'ê (O-Alquinista) diyalogek di navbera du temasevanên li ser numayisgerên kurdan diguhêze: -Gelo ev ên numayisê dikin kî ne? / -Kurd in. / -Kurd kî ne, çi ne? / -Kurd milletek e!

[b]Zarathustra News [/b]– [email protected]

[center][size=large][color=#990000][b]Hejmara 97 an ya Rojnameya Agirî belav bû[/b][/color][/size][/center] [center][img]http://www.kurdistanmedia.com/kurmanci/agiri/pic/agiri.gif[/img][/center] Rojnameya Agirî ji 15 rojan carekê li Kurdistanê çap û belav dibe û yekemîn weşana bi zaravayê kurmancî li rojhilata Kurdistanê ye. Giraniya nevaroka xwe, polîtîk û çandî ye. Hejmara nû a 97 an î, di 15-10-2008 an de ji çapê derket û belav bû. http://kurdistanmedia.com/kurmanci/ navnîşana elektronîkî ye ji bo têkiliyan. Naveroka hejmara 97 an ya Agirî ev e: SIYASΠ● YE'ê, Nigeraniya Xwe Derheq Rewşa Xirab A Mafê Mirovan Li Îranê Diyar Kir ● CEZAYÊ ÎDAMÊ Dİ 137 WELATÊN CÎHANÊ DE HATE RAKİRİN ● Di Civînekê De, Rêzdar Hesen Şerefî Kar Û Encamên Kongreya 14'hem A PDK Îranê Ji Bo Endamên Partiyê Li Silêmanî Û Herêmên Derdora Wê Şirove Kir ● Şandeke YNK'ê Serdana Deftera Siyasî A PDK Îranê Kir ● Şandek Ji Nûnerên Çend Partiyên Kurdistanî, Serdana PDK Îranê Kir ● Şandek Ji Partiya Sosyalîst A Kurdistanê, Serdana PDK Îranê Kir ● Peyam Ji Bo Xwendekarên Azadîxwaz ● Peyam Ji Bo Kongreya Neteweyên Îrana Federal ● Peyam Ji Bo Endam, Kadro Û Pêşmergeyên PDKΠ● Peyam Ji Bo Ciwanên Kurd Li Kurdistana Îranê ● Peyam Ji Bo Jinên Kurdistanê ● Ehmedînijad; Etom, Antî Semîtîsm Û Azadîkujî ● Peyama Nesrîn Qasimlo Ji Bo 14'hemîn Kongreya PDKΠ● Peyama Serokatiya Partita Maf û Azadiyan-HAK-PAR Ji Bo Kongreya 14'hem A PDKΠ● Opozîsyon ________________________________________ CIVAK Û JÎN ● Jinên Kurdistanê ● Di Heyamê Salekê De 286 Kes Li Îranê Hatine Daliqandin ● Cezaya Zîndana Hana Ebdî Ji 5 Sal Bo Yek Sal Û Nîv Hate Kêmkirin ● Gundên Devera Qutûra Bajarê Xoyê, Ji Navendên DermanîŞÛŞDibistanan Bêpar In ● Hêzên Rejîmê Milk Û Malê Xelkê Gundên Sersînor Ên Selmasê Didizin ● Çalaka Mafê Mirovan A Kurd Hate Binçavkirin ● 5 Kasibkar Li Devera Selmasê Birîndar Bûn ________________________________________ ÇAND Û HUNER ● PIRSGIRÊKÊN MIROVAHIYÊ â— Li Rojhilat ● Bajarê Cizîra Botan Bûka Mezopotamyayê Ye ● Çend Stêrên Geş Di Esmanê Helbesta Nû Ya Kurdî De ● Bê navnîşan: Şîlan Hemo..Helbestvana Ku Bi Dilê Xwe Dibîne! [b]Zarathustra News[/b] – [email protected]

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.