[b]Rûsya bi zaravê kurdî zazakî di peyive[/b]
Di van rojen nezîk de radyoya dengê Rûsya beşê kurdî dest bi weşana zaravê zazakî (an bi awakî din kirdkî, kirmancî, dimilkî) dike. Ev bûyer bê guman di nava Kurda de dibe sebebê ku Rûsya dîsa bala kurda bikişîne.
Radyoya dengê Rûsya di meha gulanê a sala borî de dest bi weşana zimanê kurdî kiribû. Di payizîde li Kurdistana İraqê dest bi weşana li ser pêla FM kir. Tiştê balkêş ewe ku weşana dengê Rûsya bi kurdî xur bi zaravê kurmancîye ewê ku kurdên Turkîyê, Sûrîyê, bakurê rojavayê Îranê û bakurê rojavayê İraqê pê di peyivin, mirov dikare bêje zêdeyî ji % 70 kurdan kurmancî di peyivin ( lê carna pir kêm reportaj jî başûre kurdistanê bi soranîye. Ev dîyalekt bi giranî li kudistana İraqê tête peyivandin - %20 ). Ev herdu zaravê kurdi ên asasî tên hesêb. Di van herdu zaravande pêşketina lîteratûrê heye. Bêhtirîn lîteratûra kurda bi van herdu zaravan tê weşandin. Fikra weşana zaravê zazakî di radyoya “Dengê Rûsya“ beşê kurdî de, fıkra serokê radyoya “Dengê Rûsya“ beşê Rojhilata Naverast u Asyayê Mîxaîl Mîxaîlovîç Barişev û a rewşenbîrê Kurd Dr.Ekrem Önen e.
Hejmara kesên bi zaravê zazakî di peyivin bi cîh ne dîyare lê li gor hejmarên tên nivîsîn wehaye ji 2.0 heta 5.0 mîlyona ye. Navçeyên zaza wek tradîtsyon lê dijîn jî evin – Sîwas, Dersim, Elezîz, Bîngol, yanî bakurê rojavayê Kurdîstana Turkîye. Her weha nufûsek ne kêm a zaza li wîlayeta Dîyarbekir dijîn. Mirov dikare bêje ji % 25 nufûsa Diyarbekir zaza ne, her weha gelek jı zaza jî mihacir bû ne û lı gelek bajarên Turkiyê ên mezin û li welatên Awrûpayê dijîn.
Bi xebata rewşenbîrên Kurd ê bi zaravê zazakî di peyivin di salên 80 qirnê derbasbûyî de li Awrûpa, Hîşt ku zaravê zazakî pêşkeve û lîteratûr bi vî zaravî bê weşandin. Ev xebat pêşî di nav rêxistinên zaravê kurmancî de hate kirin.
Di sala 1996 de rewşenbîrê kurd lı Awrûpa ên bi zaravê zazakî di peyivin lı Stokholmê ji bo gramatîk û pêşketîna zaravê zazakî grûpa Vate ava kirin. Serokatîya vê grûpê rewşenbîr, ziman nas û nivîskaren Kurd ên wek Malmîsanij, Mûnzûr Çem, Seyîdxan Kurij, M.Selîm Mûrad û Huseyîn Kûlû Ewên ku bêhtirîn bi kirmanckî dinivîsin û bêtir bi xebatên xwe yên kirmanckî têne naskirin. Hedefa grûpa Vate ya asasî ewe ku standartîzekirina zaravê zazakî ye, wek em di zanin dı zaravê zazakî de çend devok hene, her weha li ser termînolojîya zazakî kar dikin dervî vê kar dikin ku zarave zazakî lı gor dema nuh bikaribe bi kar bê anîn her weha kovara Vate derdixin.
Grûpa Vate alfaba latînî a ku Celadet Bedirxan çêkirîye bi kar tînin. Lê grupek biçûk heye ku dibên Zaza ne kurdin, miletekî bi serêxweye û alfaba latînî a kurdî bi kar nînin, alfabek latînî ji xwere teybet çêkirine. Li gor rewşenbîrê kurd û zimanzanê zaravê zazakî Mûnzûr Çem dibêje grûpa li dijî kurd a di nava zazade piştî 12 îlone sala 1980 de dema înqlaba eskerî li Turkîyê çêbû hate avakirin. Di we demê de dewleta Tîrkî dixwest zaza wek miletekî din bidin rêdan û li hember kurda bikin dujmin û dest pê kirin di nava zaza de propaganda kirin ku zaza ne kurdin, miletekî bi serê xwene. Ev propaganda li dijî kurda bi destê Ebu Bekir Pamûkçû dest pêkir. Piştî Pamûkçû hat girtin di hepsêde bi polîsên Tirk re li hev kir û piştî hate berdan dest pê kir propaganda kir ku zaza ne kurdin. niviskarê zaravê zazakî Seyidxan Kurîj dibêje zazakî ew jı wek zaravên kurmacî, soranî, hewramî (avromanî), lorî zaravakî kurdîye. Li gor Seyîdxan Kurîj zimanekî yekgirtî kurdî ê edebî karekî zehmet û dûr û dirêje. Îroj lazime hemû zaravên kurdî bêne standartîzekirin û pêşketin. Di vê protsesa (pêvajoya) ku standartîzekirina zaravên kurdî û avakirina termên nuh de rewşenbîrên kurd lê dixebitin ku ferqa navbera zazakî û kurmancî kem bikin bi avakirina termên hevbeş. Nuha di salêde bêtirîn 10 an pirtuk bi zaraven zazaki têne çapkirin, bê guman ev ne kême heger mirav lê binere heta berya sala 1996 dor 20 pirtûkî hatibûn çapkirin. Di weşanên bi zaravê kurmancî de hinek cih didin jı bo zaravê zazakî jî. Lê di dawîya sala 1990 êdî kovarên bi zaravê zazakî hatin weşandin, lê heta nuha tu rojname bi zaravên zazakî nehatîye weşandin. Lê di salên 2004-2006 de rojname “Peyama Kurd“ (Almanya) rupelek bi zaravê zazakî di weşand. Nuha peryodîk gotarên bi zaravayê zazakî di rojnamêya bi zaravayê kurmancî “Azadîya Welat“ (Diyarbekir) de têne weşandin.
Lı gor berya deh salan nuha bi zarave zazakî gelek lîteratûr derdikeve. Zaravê zazakî nuha di krîzîsek gelek kûrdeye, ji berku beşekî ne kêm jı kurdên zaza nuha bi zaravê zazakî na peyivin. Zaravê zazakî di warê peyvê de di halekî ne pir başdeye, bi teybetî di nava xortande jı ber gelek jı xortan asîmîle dibin. Tevî vêya jî zaravê zazakî jibo Kurdîstan û superetnosa kurdan girîngîyek wê ya teybet ji alî dîrokî, kulturî, lîngîvîstîk û jeopolîtîkî heye. Zazakî zaravê kurdî ê kevne û ji ber rewşa zehmet a coğrafîk a herema ku tradîtsîyonel zaza lê dijîn di rewşeke îzolekirîde pêşket. Lê vî zaravî leksîkona (peyva) kurdî a herî kevn paraztîye bêyî ku tesîra zımanekî xerîb li ser hebe. Ji alî jeopolîtîkde girîngîya zazakî mirov dikare bi vî awayî bêje. Zaravê “Turkî“ zaza ewê ku li bakurê rojavayê etnogeografîya Kurdîstan dijîn zaravê wan nêzîkî zaravên hewramî û goranî ye ew zaravên ku lı navçên rojhilat û li başûrê rojhilatê kurdîstane tê peyivandin (başûrê rojhilatê Kurdîstana İraq lı navçên Helebçe û Kurdsîstana îranê), Lorî - li navça ser sînorê başûrê rojhilatê (Kurdîstana Îran), Şebek - li başûrê rojavayê etnogeografîya Kurdîstana İraq (navça wîlayeta Mûsil: nakeve hundir sînorên admînîstratîv ê Kurdîstanê). Nêzîkbûna zaravên zazakî, hewramî, goranî, şebekî, ewên li ser sînorên etnogeografîya Kurdîstan dijîn grîngîyek wan ya teybet ji bo yekîtîya netewî a etnosa Kurd heye. Lê tiştê xerîb ewe ku li başûrê Kurdîstanê tevî gelek îmkanê wan hene ku alîkarıyê bikin ku zaravê zazakî pêşde xin, lê mixabin ne hukûmet, ne dezgehên zanistî tu tiştekî nakin ji bo perwerde, pêşketin û lêkolîn li ser zaravê zazakî bêne kirin. Dı hevdîtinek min a bi rewşenbîrê kurd (zaza) û berpırsê kovara “Bîr“ (a ku li Dîyarbekir der tê û bêhtirîn bi kurmancî û Tırkî ye carna hinek gotarên zazakî jî çap dikin) yek ji weşanên kurdî herî baş tê hesêb, Seîd Veroj got min gelek caran ji bo hukûmet û dezgehên zanistî en Kurdîstana başur gotıye ku bibin alîkar ji bo pêşketina zaravê zazakî (lêkolîn û weşan û hwd.) lê kesekî tu tıştek ne kirin u ne jî bersîv dan.
Lê wek em dizanin hukûmeta Kurdistan gelek pesnê xwe dide ku li kurdistanê bi zimanê Tirkî xwendinê pêşve dibin (ji bo Turkmena), Lê di eynî wext de dixwazin xwendina seretayî bi zaravê kurmancî qedexe bikin, dixwazin bi zorê soranî li ser kurmanca ferz bikin (jı xwe behsa dibistana navê û a bilind nabe). Di dema xwe de sîyasetek weha hîşt ku qısmekî mezin jı kurdên kurmanc dibistana ne zaravê soranî a bi Erebî hilbijartin. Dı nava rewşenbîrê kurmanc de pir belav e ku dibên li başûrê Kurdistanê “şovenîzma soranî“ hakime. Di nava bêhtirîn întelektualê başûrê Kurdistanê jî (ji xwe qala hukûmetê nekin) zaravê zazakî ne bihîstine û kesek ji van jî naxwaze tu tışteki ji bo zaravê zazakî bike.
Pêşketina zaravê zazaki di nava grûp û rêxistinên kurmanca de pêş dikeve.Weşana TV bı zaravên zazakî bes di nav kanala Partîya Karkerên Kurdîstanê Roj TV de dibe (bi zazakî car caran programa di weşînin). Tevî em dizanin nuha dor 20 kanalên kurdî hene (kanala ku van şapatên nêzîk ava bû Newroz TV ev jî a PKK ye ku berê wê bi Kurdîstana Îranê veye hinek progaramên wan bi zaravê avromanîye). Her weha TRT-6 a tirkan plan dike ku di pêşde weşana bi zazakî jî bike (nuha weşanê bes bi zaravê kurmancî dike). Pêşketina zaravê zazakî di nava rêxistinên kurmanc de jî ber hinek sebebên asasî ye, rexıstinên Kurdistana Turkîyê bêhtirîn wan ji alî kurmanca de hatine avakirin û ev rêxistin di zanin heger dor li zaza teng bibe ewê ji alî tirkan bên asîmlekirin.
Mirov dikare bêje teqrîben bi zaravê zazakî weşan tunene, ji ber vê mirov texmîn dike ku weşana radyoya “Dengê Rûsya“ bi zaravê zazakî wê ji ba kurdên zaza gelekî balkêşbe. Heger radyoya “Dengê Rûsya“ bi zaravê kurmancî jı bo kurmancan yek ji dehan radyo be, lê we radyoya “Dengê Rûsya“ bı zaravê zazakî di nava guhdarên zazakî de monopolîst be. Weşana bi zaravê zazakî heta nuha tu radyoyên mezin ê cîhanê ne kirine “Dengê Amerîka“ ku ev 17 sale (roje cend caran weşanê bi kurdî dike lê bi zazakî nake). Heger xebera ku “Dengê Rûsya“ dest bi weşana zaravê zazakî dike di nava Kurdan de belev bibe ewê gelek jı zaza wê bibin guhdarê radyoya “Dengê Rûsya“, wê jı bo gelekan naveroka xeberan ne muhîm be wê ji bo wan muhîmbe ku bi zazakî weşan dibe.
Di despêkê de we weşana bi zaravê zazakî heftê carekê be, piştre wê bibe heftê du caran program wê lı ser dîrok, jıyan, kultur û edebyata Kurdên zaza be.
Îroj mass medya yek jı “hêza nerm“ a super dewletana, vê hêzê bêhtirîn li navçên ku grîngîya we ji bo sîyaseta navnetewî heye bi kar tînin. Di van salên dawî de hemû dewletên mezin weşana bi zımanên mezin ên Rojhilata Naverast dest pêkirin. Piştî Dewletên Yekgirtî en Amerikayê (DYA), Yekîtîya Awrûpa û Rûsya nuha Çîn jî dest bi weşana televîzyonê a zimanê Erebî kir. wer diyare ku di nêzîk de we weşan bi zimanê din ên Rojhilata Naverast dest pê bike. Her weha diyare ku ji ber grîngîya pirsa Kurd û balkêşîya dewletên mezin li ser pirsa kurd wê bihêle ku zımanê Kurdî jî cihê xwe di vê sıyasetê de bigre. Di vî şerê înfomasyonê de tiştê herî grîng tiştên nuhe, tiştên nuh dikare bibe reklamek baş jı bona proja tu dixwaze çê bike. Pêkanîna her projakê dibe sebebên têkilîyên baş, heger ew bi hesab bêne weşandin. Ji xwe êdî weşaneke bi zimanê Kurdî nabe sebebên problema di navbera dewletande, wek mînak em Turkî bidin heger bere Turkî berî her kesî reaksîyon li hember weşana Kurdî rêdida, lê nuha piştî vekirina kanlekî TRT6 a dewletê bi zimanê Kurdî de-fakto legalîzekirina zimanê Kurdî ye û bi xwere ev problem ji ortê rakir.
Weşana bi zaravê zazakî a radyoya “Dengê Rûsya“ wê bihêle Rusya bala Kurdan bikşîne û tesîra Rûsya di nava kurdan de xurtir bibe. Rûsya we heta derecakê bibe monopolîst di nava guhdarên bi zaravê zazakî de.
Avakirina jı alî Rûsyade kanalekî televîzyonê bi zımanê kurdî (heta bira roja 2-4 seet weşan bikra) we ji asasde gelek xurt otorita Rûsya di nava Kurda de xurt bikra. Hela ji xwe heta nuha tu dewletên mezin tiştekî weha û tu projên weha nekirine. Tiştekî weha wê mesrefê xurtkirina îmaja Rûsya di nava Kurda de gelekî kêmtir bikra.
Lê Rûsya jî wek gelek welatên din bi hinek problemre tên hember hev. Rûsya ji ber kadroyên xwe ên bi zimanê kurdî amade naki di projên xwede en ji bona Kurdan mebur dibin hinek Kurd bînin, gelek caran bê çare dibin. Rûsya îroj mirov dikare bêje bi hemû zimanan dikare weşanan bike bi alîkarîya kadroyên xwe ên li Înstîtûya Asya û Afrîka a Unîversîta Mosko a dewletê (MGU), an jî fakûlta rojhilatê a Unîversîta Sankt-Petersburgê, an ji rojhilatnasên ku li unîversîtên din xelas kirine. Lê tiştê ku bi kurdan ve girêdayî be dı monopola kurdan deye ew jî bêhtirîn caran angajene (dılxwestîye partîyanin).
Rûsya îroj konsulxana wê li Kurdîstana İraqê heye û ji bo pêşde lazime bifikire ku lazime kadroyên xwe en Kurdî zanin amade bike. Bê guman lazime hazirîya van kadroyan lazime bi du zaravên asasî (kurmancî û soranî) bête kirin û heger îmkan hebe bi zaravên din jî (zazakî). Li welatême tradîtsîyona xurtbûna Kurdzanîyê wê bibe alîkar ku kadroyên gelek baş di varê kurdzanîyêde bêne amadekirin. Li welatên rojava Kurdolojî êdî nuha di varê majester de bi kar te weha diyare we demên nêzîk de di mektebên bilinde jî êdî wê li ser kurdolojî ye be karkirin. Bi dest xistina înformasyonê bes ji Kurdan nahêle ku lêkolîner û dîplomat baş di pırsêde bighê (his bıke).
Ji ber van sebebên jorîn me got, mirov dikare bêje ( ma ne mumkune ne regular lê ji her 3-4 salan careke) amedekirina kadroyên bi kurdî zanin Li Înstîtûta Asya û Afrîka an li fakulta rojhilatê a Sankt-Petersbûrgê bêne amadekirin. Bê guman berhemên vî karî mirov wê piştî 10-15 salan bistîne, Bê guman heta wê caxê we rola tevgera Kurd ne bes wê kêm bibe lê wê bilindtir bibe.
[b]Dr. Nodar Mosakî[/b]
Di sala 1975 li Tîflîsê hatîye dinyê, bi eslê xwe Kurd e. Di sala 1997 de fakulta ekonomîyê a Unîversîta Tîflîsê ya dewlete beşê “fînans û kredî“ xelas kirîye.
Di sala 2001 de li Înstîtûta rojhilatnasîyê a Akademîya Zanistî a Rûsya yê di varê têkilîyên navnetewî û tarîxa sîyaseta dervede dereca doktora (PhD) wergirt. mamostê zanistî ya teza doktoriye N. Mosakî “Pirsa Kurdan di aspekta jeopolîtîkî de“ kurdzanê navdar profesor M.S. Lazarev bu.
Di sala 2007 de Akademîya îdara dewletê, beşê “îdara dewlet û beledya“ a ku bi serok dewletê Rûsya Federal ve grêdayî xelas kir.
Ji sala 2001 virde li Akademîya Zanistî a Rûsya li Înstîtûta rojhilatnasîyê li beşê Kurdolojîyê wek Alim kar dike.
Di sala 2005 de di bin navê “Kurdistan: resûrs (kaynak) û polîtîka“ karekî wî zanistî bi du cîldan derket. Di vê xebatê de bêhtir li ser ava Kurdistanê hatîye sekinandin û bi frehî behsa sîyaseta dewleta Tirk a ku derbare proja GAP ê de dimeşîne dike. Di vê xebatê de Mosakî eşkere dîke ku bi vê proja GAP ê Turkîye Kurdistanê ji hundurde jeoekonomîk kolonîze dike. Her weha di xebata xwe de balê dikşîne ser ku dewleta tirk bi proja GAP ê hîdroekolojk orjînalbûna Kurdîstanê xera dike û bi hezaran gundên Kurdîstanê di bin avê de mane bi vêya re gelek mîrasên Kultûrî wenda bûn.
Heta nuha gelek meqale û lêkolînên zanistî en Mosakî di derbarê pirsa kurd di sîyaseta navnetewî de û pirsên ekonomîk ên Kurdîstanê de di gelek kovar, rojname u malperên Rûsyayê ên nav û dengde hatîye çapkirin.
[i]Ev nivîs pêşî bi zimanê Rûsî di malpera înternet a Înstîtûta Rojhilata Navîn (Moskva) de hatîye weşandin, ji ber grîngîya nivîsê hatîye wergerandîn bo zimanê kurdî.[/i] [b]www.iimes.ru[/b]