Li Kurdistanê û li ser mijara Kurdan
sala 2009, saleke çarenivîse..
Pêwîst e rageyandina Kurdî, dam û dezgahên Kurdî vê
yekê bibînin û li vê rewşê bername û programên xwe
amade bikin..
Lê ez dizanim ev yeka hanê ewqas asan nîne.
Kurd wekî neteweyek bê dewlet "u bêîradeyek yekgirtî ne..
Her çiqas nîvdewletek me li Başûrê Kurdistanê heye,
lê wan jî hezaran pirsgirêkên xwe heye..
Ne yekgirtî ne..
Dujminên wan gellek in..
Heta niha nikaribûn pirsgirêkên xwe li gel Navêndê çareserbikin..
Li İraqê ji bilî Kurdan kes ji xwedan Destûrê dernakeve..
Di vê rewşê de ew jî hewl didin destkeftên xwe biparêzin û peşda bibin..
Ji ber vê yekê jî hewl didin peywendîyên xwe li gel Tirkan
başbikin..
Ew peywendîyên wan li gel Tirkan jî hertim diberjewendîyên me de nînin..
Ango di berjewendîyen Kurdên Bakur de nîne..
Di vê rewşa aloz de rahegandinek serbixwe Kurdî nîne... Bala gelê Kurd bikêşin li ser rastîyan..
Hemû Medyaya Kurdî li ser partîyan in..
Heta Malperên me jî ji partîyan pere werdigirin..
Bi wî awayî tiştekî serbixwe nîne..
Ji ber vê yekê jî rixne jî tunin..
Tirk jî bi TRT-Şeşa xwe ve hatin li nav gorapana rageyandina Kurdî..
Hemû ev hêz û komana bi zimanê Kurdî hewl didin, bîr û rayên xwe di nav Kurdan de belawbikin..
Ev tişta ewqas xirap nîne..
Bîrûrayên xirap û çewt bi zimanê şêrînê Kurdî..
Ez bawer dikim sala 2009 dibe sala zimanê Kurdî..
Emê jî hewl bidin û ji xwe re cihek li vê dinyayê de peyda bikin..
Silav û Rêzên germîn
Ferzende Serhedi