Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 9 March 2008

Qewlê Şûrê rastiyê!!

Ji Qewlên Êzda-î ya Diyar AYDIN
Qewlê Şûrê rastiyê

Rima rastiyê bigr pêş xwe ve pavêj
Pişt xwe nenêr
Heke tuy maşxwerî restî were şêr

Rima restiyê pal ke
Pêş xwe ve pavêj e, ber xwe ve kal ke
Heke tu yî maşxwerî, maşê mîrê xwe
li xwe helal ke

Wekî sulî di beste
Rima rastiyê hilgirtibû bi deste
Heger tu ma·xwerî, te bi helalî maşê xwe
ji mîrê xwe dixwest e

Wekî te sulî hilaniy e
Rima rastiyê ye bi destî y e
Heger tu maşxwerî, te bi helalî maşê xw e
ji mîrê xwe divê ye

Behira qudretê mewc û hawar tê
Heyam hatine sed hezar,yek bar tê

Behira qudretê bar tê nebê, xelkê zalim
Zor merkeb bestibûn, xelkê alim
Heyam hatine sed hezar, yek dê mîn e,
sax selîm

Behira qudretê ye di cîd a
Zor merkeb bestibûn xelkekî mirîd a
Ew merkeb ya siltan تzî ye

Bhira qudretê ye mezin e
zor merkeb bestibûn xelkekî mumin e
Ew merkeb ya Melik ŞêxSin e

Feqîriya rastî ji ewilda
(Feqîr rastî dît ji ewilda)
Xasa li pê vê xirabe fêniyê hilda
Zor ji fêniyê çûbûn,
rastiya mîrê wan mabû di dil da

Feqra yeke çêkir
xwe ji xweşiyên dinê kir
Ev dinya terikant û pişt pêkir

Wekî te dilê xwe kire xan e
Mala xwe kire mêrustan e
gelek nexwe·î têde kirne derman e

wekî te dilê xwe xane kir
Mala xwe mêrustan kir
Gelek nexweşî têde derman kir

Xezîne çep û rast in
kilîl û mifte Şêx Adî bi destê xwe parastin
Ji hebûna siltan تzî ev qewil hemû rastin
Her kesek ji me roja axretê li ser kiryara xwe,
dê ête veguhastin.

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.