[center][b]Pirtûkek nû û têra xwe balkêş:CANGÎR AXA [/b]
[img]http://www.saradistribution.com/foto2/cangiraxa.jpg[/img] [/center]
PUKmedia/2008-08-26/
Nivîskarê berhema Cangîr Axa, Tharê Emer ABASYAN di sala 1924´ê de, li gundê Siçnalî´yê (niha: Avton e), li Komara Ermenistanê, ji diya xwe bûye.
Xwendina destpêkê li gundê xwe û li Kakavazorê standiye. Sala 1941´ê wî li Têknîkoma Esmiyazînê, li ser navê Sota Rûstêvêl´ê bi dîploma sor kuta kiriye.
Li navbera salên 1941-2004´ê, wek serkarê (rektor) dibistanê û mamosteyê ziman û wêje´yê (edebiyatê), li dibistanên gundên Avtûne´yê, Tilik, Heko, Zovûnî´yê û li Erîvan´ê xebitiye.
Pistî hewkirina aspîrantûra Înstîtuya Pedagogiyê ya Erîvan´ê, ew bi biryara VAK´ê /Moskva/, navê Endamê (kandîdad) Zanista Mêjûyî distîne.
Li navbera salên 1980-1988´ê, ew li Înstîtuya Erîvan´ê ya Polîtêknîkî´yê li ser navê Karl Marks wek rektor xebitiye.
Ji bo xebata li ser pêdagogiyê, Tharê Emer bi dehan bêhtir medal û ordên pesinnameyê hatiye rewakirinê.
Ji 20´î bêhtir xebatên wî yên kurdzaniyê ên zanistî, li govar û rojnameyan hatiye belavkirinê.
Tharê Emer xudanê du pirtûkan e: Mala Îtbar û Ûsiv û Cewahîr. Du xebatên wî ji belavkirinê re amade ne.
Li sala 2001´ê, bi biryara hevcivîna Sêwra Komîteya Netewî ya Êzdiyên Ermenistanê, ji bo 77-saliya wî û 57 saliya xebata wî ya li jêr navê mamosteyê mêjûyê Êzidiya, dane Tharê Emer.
Pirtûka Tharê Emer ya sisya: Cangîr Axa, li ser mêjûyê berxwedana civata azadkariyê li dij dewleta tirkan e. Ev dewleta ku koka civateke am û tam hanîye.
Ev berhema Tharê Emer, pêskêsek e ji paseroja me û ji bo rênîs û rehberê milletheziyê û hevfêmkirinê ye.
Ev berhem bawermandî û hevgirêdana mala Hesen Axayê Temir û pismamtî û brayetiya tevî ermenan û Andranîk Pasa ye.
Pirtûka Cangîr axa ji gelek awiran ve balkêş e. Kesên ku dixwazin bi dest bixwînin dikarin têkiliyê bi Pirtûkxaneya Sara yê li Stockholmê deynin: [email protected]
[b]Zarathustra News[/b] – [email protected]
http://pukmedia.com/kurdi/index.php?option=com_content&task=view&id=6788...
Kurdish Book Bank - SARA:
http://www.saradistribution.com/book_bok_kitap.htm