[b]Pîrozbayî ya Cejna Rojiyê/Remazanê[/b]
[img]http://www.kurdistantv.net/rwdx/nucewene/2008/05/Ibrahim_Guclu.jpg[/img]
[i] Îbrahîm GUÇLU[/i],
Heval û Dostên Hêja,
Emê cejneke din ya olî, di şertên ne xweş de pîroz bikin. Di vé cejnayê de jî, gelê me li Bakurê, li Rojhilatê, li Başurê-Rojavayê, ji hemû mafên xwe yên neteweyî û desthilatdarî bêpar e. Li her sê beşên Kurdistanê zulm û zordariya kolonyalîst û metîngehkarî dom dike.
Li Rojhilata Kurdistanê bi dehan kurdperwer di bin xeteriya dardakirinê de ne û her roj kurdekî têkoşer tê kuştin. Pêşmergeyên Kurdistanê ji bona ku Kurdistanê azad bikin û dewleteke federal ava bikin, di şertên gelek zehmet de têkoşîna xwe didomînin.
Li Bakurê Kurdistanê, her çiqas dewleta tirk dibêje ez dewleteke demokrat im, ez dixwazim bibim endamê Yekîtiya Ewrupayê jî, mafên neteweya kurd naxwaze nas bike û netewey kurd jli Kurdistanê desthilatdar be. Kurdên bakur ji armanceke hevbeş bêpar in û xwediyê sergêjiyekê ne. Hîn di dema şerê sar de man e, li pişt guhertina dinyayê ne.
Li Başurê-Rojavayê Kurdistanê, neteweya kurd ji hemû mafên xwe bêpar e. Kurd parçe-parçe ne. Kurd xwediyê armanceke hevbeş nînin û xwediyê 20 partiyan e.
Li Başurê Kurdistanê bi tevayî nebe jî Kurdistan azad e, neteweya me mafên xwe yên neteweyî pêş dixwe, xwediyê dewleteke federe ye. Hezar mixabin Kerkûk û gelek bajarokên Kurdistanê hîn bi desthilatdarî û dewletea federe re girêdayî nînin. Di pirsa Kerkûkê de bi destê desthilatdariya Kurdistanê êşeke mezin hatiye holê. Lê divê baş bê zanîn ku “Kerkûk dilê Kurdistanê ye. Kurdistan bê Kerkûk nabe.“
Ji bona vê divê hemû Kurd li beşên xwe û li hemû dinyayê ji bona Kerkûkê xebat bikin: Qempenyaya bimeşînin, xwepêşandana bidarxin, lobiyeke xurt bi dewletên dinyayê re bimeşînin.
Ev rewşa derdixwe ku divê em hemû kurd şev û roj, bêwesta xebat bikin.
Di van şertên nexweş û dijwar de, ez cejna we ya rociyê piroz dikim. Serketina we dixwazim.
[b]Bakurê Kurdistanê/Amed[/b], 29. 09. 2008