Pirjinî yan...
Em nû hatibûn Ewropayê. Cînarê me maleke kurdê Bakûr bû, rojekê gotine me, ku mesreveke merivekî wan heye, derheqa me da jî bihîstine û hîvî ji wan kirine, gotine: „ Cînarê xwe jî bi xwera bînin.“ Ez û pîreka xwe jî rabûn wan ra çûn. Ez teglîfî oda mêvana kirim, pîreka min jî çû nava jina.
Odeke bedewe mezin bû. Li alîkî mobîla delal e pir biha danîbûn, têlêvîzyona mezin e marka here dewî, xalîçê Îranêye bi desta çêkirye bedew, dem-dezgê malêye here bijareye modêrn... Li alyê din jî doşek raxistibûn, sê-çar zilama pişta xwe kutabûne belgiyan, rûniştibûn, tizbî dikşandin, çay veduxwerin û dûyê cixare tije odê kiribûn. Benda mêvanên din bûn.
-A, eva jî ew yazare, ku min derheqa wî da wera digot,- cînarê min nasya min da wan. Me destê xwe da hev, silav li hev kir. Ez û cînarê xwe jî rûniştin. Pirs û pirsyar ji min kirin.
Li nav hazira da zilamekî gewdeyî pozberan jorê rûniştibû. Xanê bû cwamêr pirr xwe hiz dikir. Cilên bedewe qeşeng xwe kiribû, rûyê xwe hildabû, porê xwe çê kiribî, serê simbêla qurtisabdibû, heta buryê xwe jî bi den reş kiribû. Çiqas jî xwe xweşik kiribû, ku gênc bê xanê, lê dîsa xanê bû ku emrê wî 65-70 î kêmtir nîne. Kêfa wî cî bû, jorva diaxivî. Xweşî û laqirdyê xwe hazira dikir.
Ji hazira yek kenya jêra got:
-Bo, em te nikarin, heyran.- paşê vegerya û ji min pirsî,- tu yazarî, mêrê du jinê wî hebin wê çawabe?
Ez jî dilê sax, min got:
-Wele kûçikaye, se jî mêrê usa çêtire...
Teyê bigota gotina min ava sar li ser hazira da kir, carekê va ker bûn, çavê hev nihêrîn. Reng û rûyê zilamê pozberan tev li hev bû, rabû odê derket.
-Te devê balte li erdê da,- cînarê min kenya,-xalo, eva çend mehe çûye welêt, xwera keçeke bîstsalî anye li ser xalojnê...
Pêşya gotye: „ Meriv lingê xwe bişimite, kare carke din lingê xwe bikşîne ber xwe, lê zimanê xwe şimitî, rastbûn tune...“
Kêf û şaya wê rojê, goştê berxa, girîl a mirîsk û elokan, wîskî û vodka li min jî, li wî jî heram bûn...
Dema me xwetirê xwe jî wê mala mêvanhiz dixwest, jineke navsere nêzîkî min bû:
-Ez heyrana zimanê teme, te dilê min rehet kir...
Jina zilamê pozberan bû. Gilî edî gihîştibûn wê...
Vê biryara Parlamênta Herema Kurdistanê ya pirrjinyê, ew çîroka rojê buhurî anî bîra min û pirsek nav min da pêşda hat: „ Gelo, ji parlamêntar, wezîr û payabilindên wê xaka meye „azad“ çend e pirjinin?“
Ez cwamêra nas nakim, lê bawarim bi vê reqemê we mena girtina vê biryarêye rast eşkere be.
Dibe ez weletekî din da hatime dinê û mezin bûme, bi nirx û moralekî din perwerde bûme, loma ew pirrjinî ji minra usa mikur, bê edeb û heta ji gemarê jî gemartir tê xanê...
Pirrjinî di nava jinê da kuştina şexsyet û rûmetê ye, kuştina hizkirnê ye. Morala zarokan wan jî saxlem û paqij nîne ... Malê usa da gilî derheqa qedir, qimet, edeb, hizkirin, bawarya paqij, namûs û rûmetê da nikare hebe. Kê çi jî bêje, xwe dixapîne.
Vê dewyê rastîke koletî, bêmafya jinê jî derkete ser avê...Salê Kurdistanê da bi seda jin tên kuştin û xwe dikujin...Kê wan dikujin? Kê wan digihînin halê xwekuştinê? Çima heta niha bêdengî bûye?
Qamçyê namûsêyî zulm, yê zilêm, ku li ser serê jinê heta îro jî bê astengî xebitîye, gelo bênamûsya civakê nîne?
Meriv derheqa halê jinê, koletyya malwêran û hinek edetên netê da çiqas jî binivîse dewî nayê...Bê nivîsar jî her tişt li ber çavan e...
Em ji dagerkiran boy azaya xwe, gel û weletê xwe dêmokirasyê dixwezin, lê dêmokirasya me kurda mala me da, li nav civaka me da digihîje ku?
Eger Kurd dixwezin ji nîrê dagerkiran azad bin, bigihîjin armanc û xwestekên xwe, Ala wan jî li nav alên gelên cihanê da bimilmile, meşa dewranê ra rê herin, gerekê xwe ji şûndamayîna fêodalîzmê, eşîretyê, axa-begtyê û olperestya kor xilazkin.
Standina her biryareke wa, azaya gelê Kurd gavekê şûnda dêxe, û gel defî li nav herî-çamûra fêodalîzmê dike.
Evê yekê gerekê rêvabirên Kurda baş bizanbin...
Çavê cihanê her gaveke herêma Kurdistanê ye