Peyamner PNA – Papa Benedektê şanizdehem ê Vatikan, pêşwazîya serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî kir û kombûnek di navbera wan de hat sazdan. Di evê kombûnê de behsa rewşa Iraqê û herêma kurdistanê hat kirin û mijara ewledarîyê di evê kombûnê de cihekî giring girt. Papayê Vatikan pesnê ezmona herêma kurdistanê da û tekezî li ser jîyana bi hev re ya pêkhatên Iraqê kir.
Serokê herêma kurdistanê piştî evê kombûnê daxwaznameyek fermî pêşkêşî Papayê Vatikan kir, da ku serdana herêma kurdistanê bike û hêvî jî xwezt, ku ev serdana han bi zûtirîn dem pêk bihê.
Di evê kombûna navbera serokê herêma kurdistanê û Papayê Vatikan de, serokê dîwana herêma kurdistanê Fu`ad Huseyn, Serkîs Axacan û balyozê Iraqê yê li Vatikan Albert Ismayîl Yelda amade bûbûn.