Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 14 November 2008

[center][size=large][color=#CC0000][b]Civata Kurdê Libnanê bi serokê perlemanê Libnanê re Civiyan[/b][/color][/size][/center]

[center][img]http://img56.imageshack.us/img56/9844/amblemaw6.jpg[/img][/center]

Di 12-11-2008an de, saet 2, şandeke ji Civata Kurdê Libnanê ya Qenciyê bi serokatiya Beha El-Dîn Hesen bi serokê perlemanê Libnanê Nebîh Birî re civiyan, li Eyin El-Tînê. Hevcivîneyan rewşa miletê Kurdî li Libnanê û karûbarên Libnanî giştî giftûgo kirin , nerînên herdû rexan nêzîkî hev bûn.

Şanda kurdî nameyeke ji daxwazên xwe dan Nebîh Birî, ev in:

1- Çareserkirina pirsgirêkên girêdayî bi bryara nasnameyan (5247) a ko di 20/6/1994an derket .
2- Rastkirina destûr û dana kursiyekê di perleman de ji netewên kêm re, ji wan Kurd .
3- Alîkariya Civatê, aborî civakî, zanistî .
4- Bidestxistina derfetên kar ji ciwanên kurd re, di dezgehên giştî de, li gorî karînê .
5- Civat bête nîşankirin wekî qenciya giştî .

Di dawî de, Nebîh Birî serokê perleman soz da şanda kurdî ku sozên wan bi cih bike .

[b]Segvan Xelîl[/b]
Beyrût

Zevî behar zerî fol e Zîwer behîv zerzeng evîn e - Segvan Xelîl

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.