REFÎQ HÎLMÎ
(1898-1960)
Hemîn Kakayî
W: R.Merdoxi
Refîq Hîlmî, rewşenbîr û şexsîyetê Bi navûdengê gelê me,kurê saleh, kurê Ebdulla bi Hîlmî dihat naskirin. Ew li sala 1898 li bajêrê Kurdan li Kerkûkê hatiye dinyayê. Bavê wî efser bû di Arteşa tirk de. Refîq Hîlmî xwendina xwe a amadeyî li Silêmanî û Bexdayê temam kir. Paşê sefer kir, çû ji bo Stenbolê û li wir çû li koleja serbazî. Piştî destpêkirina şerê yekem ê cîhanê zivirî bo Silêmanîyê. Di dawîya şerî de dubare vegerîya ji bo paytextê Tirkîya û çû zankoya endazyarîyê û li sala 1920 xwendina xwe temam kir.
Refîq Hîlmî, ji bilî zimanê xwe ê zikmakî, zimanên Tirkî, Erebî, Farsî û Firensî baş dizanî. Her bi piçûktîya xwe destpêkiribû bi zimanê Tirkî helbest nivîsandibû. Li meha Gulana 1921 bû mamoste. Salek piştî wê Hukumeta Kurdistan bi serokayetîya Şêx Mehmûdê Nemir hate damêzrandin.
Refîq Hîlmî gellek berhem afirandin û helbest di “Rojî Kurdistan de belav kir. Herwisa Şêx Mehmud erkê encamdan a gotûbêjên nêhînî ligel efserê tirk Ali Şefik Bey dabû wî. Paşê jî Refîq Hîlmî vegerîya ji bo karûbarên perwerdeyê. Wî di serhildana bi navûdeng a 6'ê Îlona sala 1930 de beşdarî kir. Piştî wê wekî mamosta vegerîya ji bo Hewlêr û Tirmeha sala 1943 bû berpirsê giştî sazîya perwerdeyê li Silêmanîyê. İlona sala 1945 jî bû rêvebirê Perwerdeyê ê bajêrê Besra. Paşê jî li sala 1946 bû rêvebirê Sazîya Perwerdeyê a bajêrê Dîyaleyê. Piştî şoreşa Tirmehê wekî paşkoyê rewşenbîrîyê li balyozxaneyeke
Êraqê li derî welêt kar kir.
Refîq Hîlmî, weke kesekî rewşenbîr û navdarê Kurd di roja 03.08. 1960 de li bajêrê Bexda koça dawî kir. Termê wî ê pîroz anîn ji bo Silêmanîyê û axa pîroz a Kurdistanê de hate veşartin.
Behîştî gellek berhemên bi nirx bi zimanên Kurdî, Erebî û Tirkî ji bo me hîştin.
Berhemên Erebî:
El Akrad manez ficer El Tarik 1920
Diraset fi El Adeb El Kurdiye 1934
Dirasete fi El Şiir El Kurdiye 1939
Miqalet 1956
Berhemên bi zimanê Kurdî jî:
Yadaştname, 6 berg (1956-1958)
Şîîr û edebî Kurdî, du berg(1941- 1956)
Piştî Tirmehê 1960
Herwisa çend pirtuk ji bo dibistanê wergêra bû bi ser Zimanê Kurdî weke Bîrkarî, Cografya û htd.. Romana Rustemî jî ji tirkî ve kiribû bi Kurdî
Bi zimanê Tirkî jî: “ Çend rûpelek li ser pirsgirêka Kurd“ li sala 1930 nivîsîbû.
Em dikarin Refîq Hîlmî weke pêşengê serhildana rewşenbîrîya Kurdî û yekek ji wan serokanan bû, ku bawerîya temam bi mafên gel û netewa xwe hebû ji bo rizgarîyê û destxistina demokrasîyê û serfirazîyê.
Divê ev ê bêjin ku Refîq Hîlmî her li sala 1939 heta 1945 serokê “Hizbî Hîva“ bû. Vê Hizbê dewrek mezin û dîyar hebû di tevgera rizgarîxweza Kurdî de.