Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 29 October 2009

W: Aso Zagrosi

Navê temam ê helbestvanî, Mihemed kurê Çoban, kurê Qember e. Di helbestên xwe de navê Kesas kar aniye. Li sala 1890'e zayînî li gundê Zenqir ê li ser bajêroka Daquq a Kerkûkê li nav malbateke cotyar a Kakeyî hatiye dinyayê.

Her ji zaroktîya xwe ve ku emrê wî 7 an 8 sal bû li bajêrê Kerkûkê, li cem zanayê payê bilind, Mela Semend kurê Pîr Weyîs ê Xuyîlezadeyê Kakeyî dest bi xwendinê kir. Paşe jî, li ba helbestvanê bindestan, Mela Xelîl Minewer û çend zanayên din, ên wê serdemê zanyarî wergirt û peywendîya wî ligel helbest û wêjeyê peyda bû.

Mihemed Çoban, ji bilî helbestvanîyê, dewreke wî a mezin di hunera nîgarkêşîyê de jî hebû. Tê gotin ku wî firokeke çêkiribû û navê "Firfire" lê kiribû. Piştî temamkirina firokê li sala 1932, çend rûsipî, bi tirsa girtin û sêdarkirina helbestvanî ji alîyê rejîma paşayetî ve, firokê dişewitînin.

Mihemed Çoban, ji bilî zimanê şîrîn ê Kurdî, zimanên Erebî û Tirkî jî baş dizanibû. Piraniya helbestên xwe bi zimanê Kurdî û li ser awayê stranan nivîsîye.

Helbestvan, bawerîya wî a tewaw bi pêşketina gelê wî hebû bi rêya xwendinê ve. Ji bo vê yekê jî, li sala 1911, dibistanek li gundê Elî Sera ê Daquqê vekir, ku xwe tê de ders da zarokan.

Mihemed Çobanê helbestvan, bi helbestên xwe ve dijî sîtem, zordarî, nezanî û nexwendewarîyê rawestîya. Ji bo vê yekê jî, hat girtinê û di girtîgehê de ma. Li sala 1935, li jêr îskencê de tûşî nexweşîyek bêcare bû. Ji ber vê yekê jî, hat azadkirin . Lê, piştî 3 roj dû azadkirina xwe ji zîndanê helbestvanî koça dawîyê kir.

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.