Ana içeriğe atla
Submitted by Bîşar Norşîn on 29 November 2009

Îro azadîxwezên me bi deq û dolabên nû tên dafkirin. Ew bi bêbextî ketine nava torekê. Kamêna kû alî yê dagirkeranva hatîye avitin gelek mezine. Binketina 1975 bi şîvekî din xwe dîsa derdixîne hole. Alîkîva nezîkbun û yekîtîya Kurda gor vê katê, qe tû katekî dîrokêda ew qas mezin nebibu. Alîyê din va parçebuna Kurdistan bi şîvekî din carek din tê tasdîqkirin. Peymana Qesrî Şîrîn û Lozanê weku destar suyê Kurdada carek din tête dardakirin. Seromonîyêda hinek sîyasetmedarên “Kurd“ jî hene. Ew dagirkeran zedetirîn saz û pîka didin, pîneikrina Kurdistanê bi Enqara, Tehran, Bexda û Şamê va şahdibin û serxoş dikevin, ax li sere wan... Li vira Hesen Xeyxrî tê bîra mîrov, Dîyap Axayê Dersimî carek din tête ber çavan, Kurdên Gexî, Palo û Xarpitên tên bîra mîrov. Hesên Xeyrî, pişgirîya Serhildana Qoçgîrîyê nekir, meclîsa yekem ya Komara Tirkîyê da li ser xwestina Kemalê Selanîkî bi şal û şapikê Kurda amadebu û wî jî bona Peymana Lozane gel hinek Kurdên din bindenivîs dabu, nonerê Tirka Îsmetê Kerh, dema danustandina peymana Lozanê bu, gote ez li vir navê Kurd û Tirka danîşîme û dengê azadîxwezên Kurda yên wekû Şerîf Paşa li vir birrî. Dura dema gilîkarê Dewleta Tirk li Xarpitê bona Hesen Xeyrî mahkeme vekir û darvakirina wî xwest, di nava suçên Hesen Xeyrî da suçek jî; berkirina cil û bergê Kurda, di cîvîna yekem ya Komara Tirkîya da bu.

Dema Xeyrî Xarpitê li ber mehkema Tirka bona azadî û serxwebuna Kurdistanê diqîrîya edî derengbu, bi merxwesî li ber bendê kindirê sekinandina wî jî edî pere nedikir. Butçeya yekam ya Komara Tirkîya bi perê Dîyap Axayê Dersimî, pereyên Kurden Gexî, Xarpit û Paloyê kû li Emrîka Detroîtê dixebitîyan û pereyê kû mislimanê Hindistanê weku yarmetî bona rizgarîya gelên Anatolîya û Kurdistanê rêkirîbun, hate berhevkirin, nonerê Kemalê Selanîkê Kurdên Detroîtêra gotubu, em Komara Kurd û Tirka didamezrînin. Alîkarîya wan, gor bîranîna min heta demazrandina “Komara Agrîyê a Kurd“, berdewam kirîbu. Heta vebuna çavên wan, sedhezarên dolarên wê katê bona Komara Tirka kû li ser suyê Kurda serîda bibu şur, hatibu amadekirin û ew bêbextî hatibun xapandin.

Merxwesîya kû Pêşava Qazî Muhammed di mekema dagirkerên Îranê da nîşanda, berî devjiberdana bajarê Mehabadê nîşanbida û gel Mistefa Barzanî biryara berxwedanê bida, bona gelê Kurd karekî bê hempa dikir, sedarsed Komara Kurd a Mehabadê bi vî şiklî nidikarîya bête ruxandin û serxwebuna Kurda gav bi gav seranserî Kurdistan belavdibu. Pîrê Pîran Seyîd Rizoyê Dersimî bi lingê xwe bona danustandin û hevhatinê li Erzinganê neçuya konaxa Hikumeta Tirka, dagirkerên Tirk nidikarîyan vî dîl bikin û durajî darvabikin. Daxawa mînakên wusa dîroka meda gelekin, tenê min ji wan çend lib anînîn bîra we.

Di jîyana gelên jêrdestda şerkerên azadîyê weku masîya têten dîtin, berku masî cîhe xwe nasekinin û her tim rêdane. Bona şerkarên azadîyê erd doşeg, asîman orxan, berd balgîye. Ew ajneberîyê nava gelê xwe da dikin, teda diçin û tên, kesek nikare ber wan bigire. Ji ber vê dagirker dixwezin ava wan zabikin û wan bixendiqînin. Gel tête sirgunkirin, dar û berên wî welatî têten sotandin, deşt, banî û çîya tên bombekirin. Armanc ewe kû, masî bê av bêten hiştin û ew şîvekî asan bigehîjin armanca xwe û serkevin.

Di dîroka meda sê teaybetîyên masîyan hene: yek; masîyên Kurdistanê qe tu carekê sînorên dagirkeran nasnekirine. Masîyên newal û çemên Dersimê her tim derbazî çemê Feratê bune, ji vir derbazî çemê Dîcleyê bune, şunda zivirîne jor alîkîva wan ser çemê Sîrwan va berê xwe dane Senandej û Lorîstanê, derketine Zagrosan alîyê din va bi Zaya Piçuk û ya Mezin derbazî Colemergê bune, wan berê xwe daye Bedîhnan, daye Garzan, hatine heta gola Xezarê. Dema mîrov li ser masîyên Kurdistanê kur difikire; merxasî û azadîxwezîya wan başdibîne. Îro Murad, Perî, Minzur û Ferad, sibe Dîcle, dusibe Sîrwan, Zeyê Piçuk, Zeyê Mezin, Batman û Garzan. Nizanim we jîyana xwe da hîç mehleze kir masîyên Senandejê çawa heta Garzan tên, çawa xwe digehîjînin Dersimê û berê xwe didin Araratê. Ew masî bi xwera çi tînin û çi dibin? Di bin nehîçsekinandina wan da çi veşartîye? Bi avakirina bendan li ser çemên Kurdistanê çi tesîr li ser wan kir?

Du; di dîroka Kurda da mezinê mezina Brahîm Pîxamber cîhekî taybet digre. Ew dibe evîndarê Zelîxaya Horîmelek, Zelîxa keça Nemrude, Nemrud di dema xwe da, xwe weku Xuda dibîne, Brahîm li ber wî derdikeve û îxtirama wî nagire, zilm û zordarîya Nemrud û xwe Xuda dîtina wî rastnabîne. Ji ber vê Nemrud, biryara kuştina Brahîm bi sotandinê dide. Li bajarê Rihayê maxek êzinga dide amadekirin Brahim derdixîne li ser vê maxê û wî vir girêdide. Dema Brahim li ser maxa êzinga tête girêdan, wî durva dide ber gogên agir, max vêdikeve û mirmêlîg bilind dibe, Brahîm navda girêdayîye, xafilda bi alîyê Xweda va ew agir dibe av, dar, hej û qirşên kû bona maxê li serhev hatibun danîn dibin masî û derdora Brahîm hopek peyda dibe û masî di navda destpêkî ajneberîyê dikin, Brahîm nikare bête sotan, tesîra wî li ser gel zede dibe û Nemrûde neçîrvan bê care dikeve. Dura bona bîranîna vê buyerê, dema xeçparêzanda azadîxwez li vir derek piçuk avadikin. Sedan sal şunda dema dara serdarê bê mirin ê îslamîyetê, Selahdîn Eyubîda Kurd da (navê wî yê esasî Selhadînê Zengîye) mizgevtek tê avakirin, mizgevt alîyê birazayê Selhadîn, Melûk ûl Eeşref Muzafferûdûn Musa va tê avakirin. Îro jî ew mizgevt li Rihayê cîhe xwe ye û li ser pîyane, hemu mîrov îxtirama wan masîyan digirin û kesek wan naxwe, di dîrokê da yên kû îxtîrama wan negirtine û ew xwerine bi tofanên mezin mirine. Sê; dagirker şerkerên azadîyê li Kurdistanê weku masî dibînin dixwezin ava wan za bikin û wan bixendiqînin, ji ber vê ji 1980 virda nezîka çarhezar gundên Kurda li Bakur vîrankirin û valakirin, temamîya wan gundan hatin hilşandin. Di bin dara Sadam Husen da temamîya gundên Kurda hatibun hilşandin, çend salan berî ruxandina wî, wan destpêkî vîrankirina bajarên Kurda jî kirîbu. Îro li Rojhilatî Kurdistan Komara Îslam a Îranê destpêkî vîrankirin û valakirina gundên Kurda kirîye. Armanc xendiqandina azadîxwezên Kurdistanêye.

Di vî katî da alîkîva masîyên murçê, masîyên zikpan, masîyên masîmar, masîga, masîker, masîzer û masîbendîyê kû derdora gola Vanê firdidin tên bîramin, alîyêdinva şerkerên azadîyê yên Kurdistanê tên bîramin, şerkerên kû; tû carekê sînorên dagirkeran nasnekirine ji Senandejê heta Agrîyê, ji vir heta Dersime, ji Dersimê heta navçeya Soran bona azadî û serfirazîyê rêketine û jîyana xwe ji destdane tên bîramin. Tora mezin kû dewleta Tirk bi alîkarîya hinek Kurdên me avitîye ser wan tê ber çavên min, tor dema hedî hedî tê kişandin, teng dibe, masî dikevinserhev, hilperikandina wan pere nake, biryar hatîye danîn ewe bên girtin. Dewleta Tirk di bin maskeya çareserkirina problema Kurda, torek avitîye ser şerkerên azadîyê, parî mezine û ew zedetirîn tera wan bike. Ew hedîhedî bi sebr masîyên xwe dikşînin keleka avê, hinek sîyasetmedarên me weku Hesen Xeyrî rasteyetîye nabînin, hink Kurdên me derwayî welat ketine rewşa Kurdên Detroîte yê 1923, hinek ji wan Seyîd Rizoyê Dersimî û Pêşava Qazî Muhammed bîrdikin, xwe erzan dikin nava deq û dolabên dagirkeran, ma Tirkîya çi gorî hun azadîxwezên Kurdistanê didin dêstên dagirkerên Tirk? Sînor gorîn, statut gorî, al gorî, desturnama dewletê gorî, polîs, leşker û gelê Tirk gorî, ma çi gorî hun ewqas avê ser dilê xwe da berdidin?? Çareserkirina rastî: ne zede, ne kem Kurdistanek serbixwe da veşartîye, werin vî alî, ji tora xulam û dagirkeran derkevin û mecalê bidin bona ajnekirina masîyên Kurdistanê, goştê van masîyan nayê xwerin, tofana Xweda ser weda bê.....

Bîşar Norşîn

28.11.2009

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.