MALA KURDAN PAKE, YÊN NE PAK BİXWE DİZANİN KÎNE
Kurdên! Imralî dê Kengê Xaîntiya PKK û rêberê xwe qebûlbikin?
Dewletê Endamê Ergenekona terotîst Öcalan rêkir Şamê, bu kuştina Kurda
Hîç kesek/rêxistinek birêya şaş û xelet nagihên armanc û daxwazên xwe
Endamê Ergenekonê Öcalan :(“Ez li Enqere di navika MITê de bum, Pilot zelamê hêza teybetbu. Balbata herî bi bawerî bo MITê jî Fatma bu, ez dinava wandebum. Bi şev û rojê (24 siet) herduyan ez hilgirtibum bin çengên xwe. Min got ya, ma başe min bihelînin û bixwin, yanjî wekî kewekî ribat, kewan gazîbikim bigirim, bibim hevkarê dewletê?
Di wê xebatêde bun, ku min bi gorî xwe, bikin hevkarê dewletê. Min xwe gelik nerm kir. Aha kewê di selkêde dê xwînit-di dîrokêde jî her welê çêbuye-, kewan daxin erdê. Ango xaîntiya nijadî ku ev dinava Kurdande pir bilavbuye. Me xwe mijulkir, bo nimone bi salan “ çêdibe yanjî nabe?“. Çêbu, berbi çêbunêye“. Min Siet bi sieten; Ez dikarim bibim, ez dikarim bibim“ min digot, Fatmayê filan. Min hemî hêla, min gote wan: “hon çawa bixwazin welê min bo xwe bi kar bînin“. Di eslêxwede Pilot zelamê Artêşêye. Pilot dîsa hat. Mesele tiştê herî baş yê mekirî, bêku hîç rewşekê nebaş bidin û li cihê mayîn dîsa berdewam bikin.
Û gelik dîsplîna xwe hebu. Bes tinê tu emirbike, her tişt amadeye“ digot. “Kiryar jî amadene“ digot. Bes tu tinê emirbike“. Sedê sed dixwestin bêxin bin kontrola xwede. Min jî Taman, dê holê be, filan. Babê Fatmayê digot emê vî girin destê xwe bikin zelamê dewleta xwe“. Û heqîket jî evebu. Bi zelamekî welêre em çûne wêderê. Pilot jî 24 sitan li nik mebu. Dêmekî Dewletê wîdemî em tam xistin bin kontrola xwe. Taktîka wîdemî çibu?
Her hal biryar jî evebu: Emê vî bi karbînin. Ev enayî bi yekcarê, bi hemî Teybetmendiyan xwe ve dê bibe zelamê me. Di karên rêxistînêde, di îşên Kurda de dikarin bi karbînin“.
Bi Pilotre me hevdîtin pêk anî piştî 3 heyiva. Temam, dîsa kontrola dewletê mukemlbu. Ji wîre jî talîmat ji Genelkurmayê dihatin, pere dihatin. Meydan hate vekirin, xortêm meyên Amed anjî xortên ji metropolan, keç yanjî maceraperst ku du livên nokan bavê jî berwan, nêçir distînî ew qas kesên vale û keskokên bi karbîni û welê jî çêbu. Angu çêrokekî cudaye. Weko hon dizanin min efendiyên xwe hêlan ez hatim vêderê (Suriye). Eger min ev yek nekirîba, xwidê dizanî hona li kuderê biman? Hon dewletê çawa hesapdikin? Kurdayetiyekî herî biçok jî dê bibe sebeba hindakirinê. Madem ev rastiyan ecêbin, min beşek jê ji were go“t. ) Axaftina civîna dibîstana PKK (Parti Önderliği 18.5.1998)
Li jor siyaseta Pkka hingê û Kcka îro her partî û rexistênên Kurd hêjî bêjin ew Kurdin, ez ji wan jî şûphe bikim. Bêkû pêwîstiyê bi veşrtinê hebin siyaseta xweya dijminkariya Kurd liber hemu aliyan rêzkirîne, vêca ma hêdî çawa bêjit em kîne û nekîne?
Ergenekona Dewleta vekiri û PKK, ev 30 salin Mala Kurdan birin mîratê. Kesên pêşneyara bo mala Kurdan dikin, hem bi giştî û hemjî îstîqameta wan ne raste. Jiberku ewan dikarin rastaxwe vê pirsê ji (pkk) bikin, „gelo ew amadene mala ku ew têde jiyana siyasetê bo berjewendiya kemalizmê diajon rawestin û xwe ji kemalistiya dewletê bidin paş?“. Duyem jî dewlet û Hêzên talankerên wanin.
Pêşiya ev belgeyên Ergenekona bidestên eneral- dewleta diyar derbikevindi dagdehêde, Serokê istixbareta emniyeta giştî Bulent Orakoğlu bo raya histî diyarkir û nivîsad, Öcalan endamê Ergenekonê ye. Hêza Öcalan rêkirî Şamê ji wan re li Bekaa kamp jî amadekirin. Kurdên derbazê Suriye dibun jî ne pkk û Öcalan ew dibirin Kampên Bekaa, belku Istixbareta Suriye(El Muxabaratê) ew kesan bi wesayitên dîsa muxabaratê dibirin wêdê. Öcalan direwan dike ku dibêjit bi zehmetî me ew digihandin kampa bekaa. Ergenekon rêxistinekî terörêye bi destên generalên Tirkên faşîst hatiye avakirin û Qiyada Pkk jî hevgirên wêye.
Binbaşi Cem Ersever jî di kitaba xwede dibêjit, Öcalan’ nı Şama kim gönderdi? di pirse. Ersever domdike , eger ez vê çûna wî diyarbikim, yan herro ezê li berderên dagdehan bim, yan jî di zîndanêde bimînin. Pkk Çawa hatiye avakirin, Jiterefên dewleta Tirkve hatiye işterekirin. Lê Kurdên kesperest û xaînên duvikên Imralî û qiyada KCK di xewa xiyanetêde berdewamin..
SP Genel başkan yardimcisi Ömer Vehbi Hatipoğlu: “PKK kendiliğinden kurulan bir kuruluş değildir. Pkk xwe bi xwe ne hatiye avakirin. Dibêjit. dibêjit(www.haberdem.com 30.12.2007)
Jiberko yê kck didie ajotin û rêxistin li îmralî bi biryar û planên dewleta vekirî ev 30 salin xebatê dikin û kurdan didin kuştin bo berjewendiya bilind ya Tirkiye, dako rêya bizava azadixwaziya gelê Kurd asteng bikin.
Rêxistinkirina bizavên Kurd ji çarçûva siyaseta PDKan ya Netewî despêkiriye. Hindek ku îro buyine xolam û xizmetkarên dewleta kemalîst bi axaftinên direw û xapandinî, gelê Kurd bi xweve girêdidin û ev civaka li duv wan jî diçe heyf û mixabin weko pêwîst û pêdivêt ji xwe na pirsin; gelo bi rastî parastina siyaseta kemalîst û dewleta talanker ya dest bixwîn wezîfa kesên ji xwere dibêjin Kurda maye gelo?
Dinava hêzên netewîde kîne yên divê cihbigrin gelo? Şebeka îmralî wekî hercaran van rojan dîsa gotinên xweyên berê dobaredikin û behsa vê rewşêdikin! Divê her Kurd vê baş bibînit û bizanit, her dezgeheka (Kck,Kadek, knk,hpg,dtp-pkk) bi Imralîve girêdayî direkt bi siyaseta kemalîstanve girêdayî bizanit. Kesên nexazin vê bizanin yan korene, yanjî nezanin, yanjî xaînên, yanjî dijminên gelê Kurdin.
Knk nikarit behsa belgeyên stratejîka netewî bike. Jiberku ev bi gorî xwezayiya siyaseta wan ne rast û diruste. Siyaseta ku kemalîzmê û parastina dewleta talanker û destbixwin biparêze û hinde dijminkariya Başûrê Kurdistan bike işkere, nikarin wî mafî di xwede bibînin ku berdewamiya xapandinê liser civaka Kurd bide domkirin?
Her bizavekî rizgarîxwaz dema behsa stratejîka netewî bike û bixwaze, divê di serîde û di bingehê xwede netewî bifikire û netewî daxwazbike. Gelo ev raman û netewî fikirkirin di bingeha Şebekeya Imralî-Kck-Knk de heye? Nexê. Bi gotinekî din ev 25 salin Kurdan dixwapînin liber çavên Kurdan bixwe!
Di bingehê stratejiya netewîde, berjewendiya netewî parâstin faktorên bê gotubêjin.Ê, berjewendiya netewî û dewletbûna Kurdistan ne dinava siyaseta KCK û ne dinava her dezgehên bi wanve girêdayî tuneye. Ima tuneye? Belku dijin.
Miletê Kurd û rêberiya wêya rêzanî têkoşînê ne jibona komele yanjî tinê zimanê xwe dinava mala xwede biaxivin daye, belku dijê dagirkeriyê, talankariyê , zordariyê, û avakirina dewleta KURDİSTAN daye.
Pêşî hertiştî ev kemalist partiya pkkê û endamên wan divê bizanin ev siyaseta 25 salan bo berjewendiya netewa Tirki dayin faşile û xiyanetkariye. Hêzên dagirker û talanker bo berjewendiya netewa xwe siyaseta bingehî didin ajotin, lê kemalist partiya Imralî ji bona vê siyasetê xortbike tişta ji wan tê dijê netewa Kurd dikin.
Di krakterê KCKde, ne netewayî û nejî demokratsî tuneye. Knk jî duvikê vê siyaseta parastina kemalistane. KCK ne jibona azadî û rizgariya netewa Kurd şerî dike, belku bo kuştin û valekirin û kêmkirina hijmara gelê Kurd û îmkan dayin bo dewleta talanker dide.
Nivîskar dîroknas û zimannas û siyasetvan bila lêkolînekê bikin liser vî şêrê Pkk-kck dijê tunebuna Kurdan dayî bikin. KCK tinê bo Kuştina Kurdan derketiye meydanê bi destên dewleta Ergenekonê. Bala xwe bidin Kuştina leşkeran û kesên dinav wanden çawa bi rêk û pêkî didin kuştin. Bes tinê dinava 4-5 heyîvande ji herdu aliyan = yani yek milê çend Kurd hatine Kuştin?
Ez bawerim dê rewşekî holê derkeve, di netîca lêkolînêde; Iskerên têne kuştinê %95ê zêdetir Kurdin. Yên nav wande jî têne Kuştin jî Kurdin. Başe dilxwede pêşiya 25 salan vê pkk digot ezê Kurdan azadbikin, bebesta wan tune kirin û kuştna Kurdanbu? Bibaweriya min belê.Dema Serokê wan ji Şamê Hatî Tirkiye, piştî Dadgeha Imrali 1999, dadgehê Öcalan bi katilê 30 hezar kesî tawanbarkirîbu. Rojnama Pkk piştî dadgehê, „bu ölen 30 bin den 25 bini Kürttür“ Diye yazdı. (özgür politika) Bo xatirê doza dewleta talanker vê pkk bi bi daxwiyaniyên xwe jî dan diyarkirin ku Kurdan belas didin kuştin.
-Ocalan ho dibêjit: “Em bila 2.mîn zimanê dewletê yê resmî hebe nabêjin, ez dijminkariya gelê tirk nakim, nejî didim kirin.“Bo doza muqedes ya gelê Tirk bihezaran xortên hijêkirina netewi didilda mirin“(Jibona miletê tirk dibêjit î.G) (1 şubat 2002Öp).
-Osman Ocalan: “em naxwzin tişta hatî serê Îrakê bête serê Tirkiye, Îran û Suriye“,. Ez livêderê bi navê KADEK, binavê konseya serokatiya me gişkî dibêjim (medya tv zindî 9.5 2003).
Gelo Kurdên Imralî bê mejîbune vê tênagihên ev siyaseta wan çiye? Kurdên Imrali divê bizanîban îro li Başûrê Kurdistan îstîqrarekî siyasî û dewletbuna Kurd heye. Lê Siyaseta Pkk dijê dewletekî Kurd hatiye avakirin û vê siyasetê bêku pêwîstiyê bi veşartinê bikin bi elenî dibêjin.
- Osman Ocalan: “Liser dewleta Tirkiye mudaxaleyekî siyasî tête ajotin“(Özgur P 22.9.2002).
Liser dewletê mudaxala çiye? Gelê Kurd dewleta xwe dixwaze û bi sedan salin têkoşînê bo vê daxwaz û armancê dikin. Lê Xaînên Pkk û Imarlî vê daxwaz Kurdan weko mudaxale liser dewleta Tirk dizanin û qebulnakin dibêjin?
-A.Ocalan: Şerê 2min yê 15 tebaxê dijê dijmin me despêkir.Kes bila nebêjit ev birakujiye. Emê Kurdistan rizgardikin (ÖP 14.8.1995) Kurd belaş dane kuştin ? Belê dan. Bo çi daxwaz û armancê? Bo daxwaz û armanc û berjewendiya netewa Tirk û dewleta faşîsta.
-Öcalan: „Ez ji Kurdiniyê hiznakim, Kurdînî belayê çêdike, eger dewleta Kurdistan avabibe û ji minre jî bêjin were bibe serokê Kurdistan dîsa ez qebûlnakim. Çimko evan dijê felsefa minin“.
Gelo heta kengê dê Kurdên Imralî hişarbibin ji xewa vê siyaseta dijminkar? Ma heta kengê honê bê çav û guh û zanînbin.
Rêxistina herî bê mesuliyet beramberê gelê Kurd kiryarên kirêt dike kck bi xweye. Rêxistina dijê dewletbuna Kurdistan derketî meydanê kck bixweye.Rêxistina destbixwînê gelê Kurd kemalizmê û siyaseta wan liser kurdan ferzdike her dîsa Kck bi xweye. Rêxistina dijê berjewendiya netewa Kurd siyasetê dide ajotin dîsa Kck bixweye. Rêxistina dijê hebuna milli û Kurdistanî dîsa Kck bi xweye. Rêxistina bi ahengî û şêwirdariya hêzên dagirkerve girêdayî dîsa Kck bi xweye. Rêxistina hevkariyê bo parastina siyaseta Tirkiye dixwaze dîsa KCk bi xweye. Rêxistina îmkan û rêya dewleta Tanker ya Tirkiye xweşdike bo nav axa Başûrê Kurdistan dîsa KCk bi xweye. Rêxistina dinava partiyên siyasîde şerî dike û dixwaze her şerî pêkbîne û sûçbar û xiyanetkar dîsa KCk bi xweye.
-Serokê KCK A.Öcalan: „Güney'de Kürt devleti kurulacak. Peki, daha sonra ne olacak? Bu çözüm Türkiye için çok tehlikeli olur. Türkiye'de bunu isteyenler, tehlikeyi göremiyorlar. Oysa bu planın sonucunda neler olabileceği büyük güçler tarafından hesaplanıyor. Böyle olursa Türkiye'nin bir tarafında Ermenistan, bir tarafında Kürdistan bir tarafında Yunanistan olacak. Bunu göremiyorlar“28.9.07(26.9.07çarşembAv.Gör).
KCK ev şer jibona Otonomiya komeleyekê ( weki li welatên Ewropa serbestiya komele vekirina bi gorî yasaya) jî bistîne ne kiriye, belku tinê bo Kuştina Kurdan, û valekirina Kurdan ji Kurdistan kiriye program ji xwere., Di despêka xwede heta îro siyaseta xwe ne dinava çarçova netewîde daxwaz û erkên Kurdayetiyê kiriye, belku ji Kurdan re herdem asteng û xirapkarî dirustkiriye . Dijê carçova serxwebuna netewîde Kck=Öcalan=rêxistinên wan cihên xwe dinava berjewendiya siyaseta Dewleta kiriyede her ji despêkê daniye. Serokê istixbareta emniyeta dewleta Talanker Bulen Orakoğlu dibêjit, „Hêza ku (Pkk) û Öcalan rêkirî Şamê, ji wanre kampên Bekaa jî amadekirin“. Bêgoman ji dewletê pêve kesekî din nebu.
Dema Li Şamê jî Siyaseta wan disa dijê netewebuna Kurd û Kurdistan bun. Ji bo Başûrê Kurdistan jî ho digot A.Öcalan: Mesûd Barzanî dewleta Kurdistan Avadike. Ev dewlet dê bibe xinçerek liser pişta Tirkiye, Iran û Suriye, ey geneneralên Tirk ma hon nabînin û nizanin dikir qêr di çapemeniya xwede.Digot ev dibe dijê siyaseta kemalizmê ya 70 salaye ku Dewletekî Kurd bête avakirin. Lê pîştî çend roj berê Orgeneral Ilker Başbuğ: „Eger dewleta Kurdistan avabibe wê bibe felaket“digot. Ango dewlet û şebeka Kurd kuştin bi ahengî bi hevre xebata talan û kuştina Kurdan didin ajotin.
Başe li seyrangeha Imrali ev siyaseta Pkk-kck çawane em fekin wêderê. weko stratejî vê liser kurdan didan diyarkirin Öcalan: Türkiye`yi yönetenlere de ne olduğumuzu göstermek istiyorum. Ben, hiç bir zaman Kurd milliyetçisi olmadim. Biz et ve tırnak gibi Türk halkının değerleriyla iç içeyiz“ (6 Kasim 2003 ÖP) Et ve Tirnak, yanî bi Kurdî gost û tilî yanjî tilî û hestî em yek miletin dubre siyaseta 80 salan ya tirka ev pkk liser Kurdan didit ferzkirin!
Başe madem ev siyaseta wan diyar û zelale dijê gelê Kurd û dewletbûna Kurdistan, bi çi rûyî Zubeyir aydar û Kolê Imralî ku destên wan dinava xwîna Kurdande hişknabe dest ji vê pîsatî û rezîlatiya xwe nabirdin? Ma gelo, mane ev şebekeye xwîna Kurdan difiroşit bo emniyeta dewleta Tirk? Belê. Mane ewin bi dehhezaran xortên Kurd bo xatirê siyaseta dewleta Tirkê zalim kirin gorî? Hey dîrok vê tumarbike û dinava rupelên xwede vê dijminkarî û xiyaneta Kck û Kurdên duvikên Imralî roreş û ruswabike.
Hêza bingehî xwidan vizyona cewrera gesbûn û îstîkrar bo parastina berjewendiya netewî û avakirina Kurdistan, dipêvajoka îrode hêzekî berbiçav û rastî heye, ewjî bi rêberî û serokatiya Partiya Demokrata Kurdistan tête dîtin û ajotin. Gelê Kurd û endamên wî divê dengên xwe baş diyarbikin û bizanin baskê neteweperestiyê û çeperên parastina avakirina dewleta Kurdistan li kuderê tête xweyakirin baş bizanin.
-Öcalan-Kck: „Bir de sanki KDP ve YNK isteseler PKK'yi bulunduğu bölgeden çıkarabilirlermiş gibi bir hava yaratılıyor. Bu da maksatlıdır. Aslında böyle olmadığı biliniyor. , o dönem Talabani, Barzani defalarca benimle görüştüler, gelip kendilerine katılmamı istediler. Tabi ben reddettim, çünkü ben bunun çözüm olmayacağını biliyordum. Özgürlük çizgimizden taviz veremezdik. Kabul etseydim onların basit bir adamı olmuş olacaktım. Böyle, Türkiye'de bir çok kişiyi kullanmaktalar. Fakat bu tür şeyler PKK'yi etkilemez. O dönem İsrail'in de koruma yönünde önerileri olmuştu. Ama ben bunların hiç birini kabul etmedim, “bu adam iflah olmaz“ dediler. Sonuç olarak, tasfiye edilmeme kararverildi... M. Kemal o dönemde kurtarılacak ne kaldıysa ancak o kadar kurtarabilmiştir, bu da Misak-ı Milli'dir, cumhuriyettir. Şimdi de biz demokrasiyle bir şeyler kurtarabiliriz. Cumhuriyetin demokratikleştirilmesi gerekir“ (yanî kemalizmî savunmak gerekir Î. G)(29.6.07 pkk-kck hevdîtina Ocalan û Parêzerên dewletê)
ÇIzgiya kck û Öcalan dixwazit û diparêzit çiye? Xeta kemalistan û parastina dewleta Tirkiye. Min zor caran got ev çekdarên li Xakûrkê û Qendîlê ne jibo berjewendiya gelê Kurd, belku şerkirin bi Kurdare bikin li wêderê danîne. Parastin û koletiya zalim û dagirkeran ne karên her rêxistina ji xwere dibêjin; „em kurdin“. Belku ya ji destên wan dagirkeran ve hatî avakirinin. KCK ji vê wezîfa xiyanetkarî bê vebir didomînit.
Bi gorî siyaseta pkk Barzanî û Talabanî ji wanre gotine Kurdiniyê bikin. Lê pkk ew qebulnekiriye û dijê xeta kemalistan zaniye. Jiber vê jî
-Öcaln=Kck: „Mirov dikare Ataturk zîndî bike belê miriv dikare zîndî bike. M.Kemal bi taybetî têkoşer bû“. Emerîka dixwaze Kurdan di bin kuntrola xwe de bigire û ev jî dê bibe sebebê parçebûna Dewleta Tirkiye û ev gaziya min ya dawi ye.“ (3.8.07 Hevdîtina Avukatên Ocalan).
Kck Weko wezîfe zîndîkirina zordariya resmî îdeolojiya dewleta Tirk liser Gelê Kurd ji xwere kiriye berhem û program.
Serokê DTP Ahmet Türk Zehmete ku mirov bibêjit di nêvbera Ergenekon û PKKê de têkilî hebuye. Mirov pir kesên ku berê ketibun nêv PKKê û paşê bune îtirafçî û hatine bi kar înîndin dibîne. Dibe ku hinek ergenekoncî ketibin nêv PKKê yan jî PKK bêyî îradeya xwe hatibe bi kar înandîndibêjit. (25.8.2008 Yeni Safak)
Ahmet Türk ji tirsa naxwaze rastiyê bêje, ji despêkê heta îro ew jî dizanit ka ev pkk û dewlet çawa bi hevre dijê Kurdan xebatê dimeşîn. Ahmet Türk Dağlica yanî Oremar jibîra te çuye? Dewletê û Pkk bi hevre ew iskerên Kurd dane kuştin û seneryoyek pêkanî daku dewlet bikare zêdetir mudaxaleyê Başûrê Kurdistanê bike. 8 Leskerên Kurd jî dane destê partiya Ahmet Türk û derbazê Başûrê Kurdistanê kirin. Ev siyaset jî, ji bingehê avakirina krakterên xaîntiya pkk têt. Sereyoya Dağlıca yani Oremar berî 9 rojan serokatiya artêşa Tirk jî zaniye û bi ahengî wan û KCKya Imralî liser Kurdan kêk anîn.
Pkk-Kadek-Kongra-gel-kkk-Kck--Hep-Dep-Knk-Hadep-Dtp tu caran liser bingehê netewî rêzanî nakirîne. Bingehê vê partiya ku dijê avabuna dewletek Kurd, ji xapandin û „zimanxweşî“ ango ajîtasyonê pêve tiştek tuneye. Gotinên mezin dikin lê, nava wan gotinande tiştek tunneye û valeye. Bi rengê şêmber û konkrêt daxwaza netewî di hel û mercên xebata wan de bo azadÃya gelê Kurd nîne. Partî, kes û cihetên vê tiştê dizanin ji xwe dizanin lê, cihetên naxwazin bizanin hete sibehî tubêjî „Nêre“ ew dêbêjin „bidoşe“.
Dewleta tanker û xwînxwar têkiliyên xwe û danîna vê şebeka dijminê Kurd kck bi awayekî serketî zordariya xwe dimeşîne.Ew astengan ji dewletêre dernaêxin, ev li ber çavê Kurdan bi dehan car liser medya xwe bi devên xwe gotine. Bo nimone van ranmanên siyaseta Pkk-Kck bi xwînin:“Başkan ve kürt halki gerçekten Türkiye`nin daha fazla yipranmasini istemiyor. Hem içerde, hem disarida Türkiye`nin zorkuklarını biz çok iyi biliyoruz. Daha fazla Türkiye`yi zorlamak istemiyoruz. Bu noktadan itibaren Türkiye`yi bu zorluklardan kurtarmak istiyoruz.“ (20 Heziran 1999 ÖzgürP)
Hon dikarin binavê xaînê xwe baxivin bo parastina dewleta faşîst, lê binavê netewa Kurd asla mafê we tuneye bikin parastvanên dewleta talanker û dagirker.
Ez bêjim, Eger mirovan partî avakiriye û dijê dagirkerî û zordariya dijminên gelê Kurd têkoşeriyê didin îddîadikin, pêrejî xwediyê vê siyaseta stratejîk bin ew xwe bibin ezmanan jî nabin siyasetvanên netewa Kurd, lê dibin xaîn û dijminên gelê Kurd. Siyasetvan û hêzên tutalitêr û yên dijminatiya gelê xwe dikin dinava sergoyê dîrokêde rores û bingerbune. Têbêjî û welê ye jî, KCKê û endamên wan weko erk wezîfa berjewendî û parastina dewleta Tirk liser milên wxe qebulkiriye.
Ma gelo,tevgerekî ji xwere navê têkoşîna azadiya gelê bindest kirîbe program-armanc, gelo çawa li ber çavên wî gelî bi vekirî û bi hezaran car parstina resmî îdeolojiya dewletê bixwaze û Kurdên duvikên wan jî vê Kurdayetî dibînin? Ma hon bê mejî û mantikin vê siyaseta işkere û dijminkar nabînin?
„Önderliğin bir çok panel konusmasinda çözümlemesinde, değerlendirmesinde, şunu açikça söylemiştir; „biz Türkiye geleneğine Türk generallerinden, Türk yöneticilerinden daha fazla bağliyiz. Türk halkının çıkarlarını onlardan daha fazla savunuyoruz“ (21 Mart 1999 ÖP)
Kck ji general û artêşa dewletê û ji desthilatdarên dewletê pitir parastina dewletê ji xwere erk û wezîfe dizanit ev Şebeka dijminê gelê Kurd. Ma pêwîstî pê dimîne mirv vê hêjî analîzbike? Nexê Kck û Ölan resmen tirkatiyê dikin dijê gelê Kurd.
Kck dijminatiya xwe liser gelê Kurd li seyrangeha Imralî jî didomîne
Wîdemî „Muşteşarê MITê Şenkal Atasagun ji serokê partiya Nijatperest Dewlet Bahçelîre dibêjit, dewletê proja ku Öcalan-Pkk bi karbîne amadekiriye û evjî biryara qebukirina stratejiya dewletêye ku hatî qebulkirin.“ Belê Nivîskarê Hürriyetê Fatih Çegirge vê dinivîse. Stratejiya dewletê gav bi gav Öcalan û Konseya KCK tişta ji wan hatiye weko kiryarên dijê doza Kurd,bo doza parastina Tirkiye heta îrojî berdewam liser kiryarên xwe. Misyona Kck ji terefên dewletêve hatiye diyarkirin û Pkk dijê Kurdperweran hete îrojî liser navê Kck didomînit.
Serokê Dadgeha dewletê ya Emnî Dadwer Turgut Okyay: Öcalan „Dış güçler istedikleri kadar uğrasınlar.Bu halk birbirinden ayrılamaz. Bu kanaate vardığı için savunmasını o doğrultuda yaptığı kanısındayım. Ben öyle düşünüyorum. Bizim açımızdan ve kendi açısından da mükemmel bir savunma yaptı. Artı mahkemeye kolaylık da gösterdi. Bazı avukatlarının mantıksız taleplerini veya duruşmaya güclük çikarecek taleplerini bile Abdullah Öcalan önledi. Ben öyle kanaat geirdim. „(22.7.2002 Özgür Politika)
Çavê dinyayê liser wî û dadgehê bu digot serokê wê. Lê xaînê Kurda Öcalan û Qiyada wan(pkk) Kurdayetî laîqê Kurda nedîtin û weko parêzvanên dewletê dewleta tanker parastin û reda doza gelê Kurd kirin liber çanvên dinyayê. Kiye/in vê helwesta vê şebeka Imralî ya ser şorî û dijê qewmê Kurd kirîn nezanin û ne dîtîn?
Di îdeolojî û ramana vê pkk-kck de, ne Kurdayetî û nejî Kurdxwazî tuneye. serokê istixbareta asayişa giştiyê Tirkiye Bunet Orakoğlu dibêjit: Hêza ku pkk û Öcalan rêkirî şamê jibo wan li Bekaa jî kamp amadekirin. Başe kîne ev pêkînayîn? Dewleta Tirk bixweye.
Gelê Kurd di pêvajoyekî zûr hassasre derbazdibit, bo ragirtina berjewendiya siyaseta netewî, barê rewşenbîr, siyasetvan, honermed û bi her beşên civaka Kurdistan zêdetir pêwîstî bi xwe ragirtina erkên berjewendiya netewî heye. Serketin ya gelê Kurd û avakirina dewleta serbixweya Kurdistane.
Rêzaniya di herêmên navdewletîde, mejiyê hêza netewiye. Parastina Rêzaniya derve, pêkanîna hêza netewî, bi pêrejî bingehên argumentên din jî pêktîne, analîz dike û bo berjewendî û armancên netewî têne encamdan. Eger rewşa hêza siyasî şêlo û îradejî zeîfbe, parastina erkên netewebunê jî nikarin bi aqilane bînin cih.Kurên Kurd perwer divê vê bizanin.
Îsmaîl Girikî
1.9..8.2008