Peyamner PNA – Serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê Amerîka Barak Obama, kombûnek li bajêrê Baxdadê bi hevdu re saz kirin û tê de behsa peywendîyên navbera herêma kurdistanê û Amerîka kirin û behsa dostanîya kurdan û Amerîkayîyan jî kirin. Di evê kombûnê de serokê hukûmeta herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî amade bû.
Di evê kombûnê de endamên şandeya bi serokê herêma kurdistanê re jî amade bûbûn û ev kombûna han, doh êvarê hat sazdan û tê de behsa rewşa Iraqê û herêma kurdistanê hat kirin.
Herweha, di evê kombûnê de behsa çawanîya li pêşxistin û bêtir xurtkirina peywendîyên navbera Amerîka û herêma kurdistanê hat kirin û tekezî li ser ewê yekê hat kirin, ku dê dostanîya navbera kurd û Amerîka paraztî be.
Re:Kürdistan - BAŞKAN BARZANİ VE ABD BAŞKANI OBAMA BİRARAYA GELD