Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 14 August 2008

Cîgirê serokê herêma Kurdistanê Kosret Resûl bi boveya salvegera qetlîayama gundên Girzêr û Sîba Şêx Xidirê ên li Şengalê ku di encamê de nêzîkî 500 kurdên êzîdî şehîd bûbûn û nêzîkî 400 kurdên êzîdî jî birîndar bûbûn,bi navê xwe û navê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî mesajek belav kir.

Xelkê têkoşer yê Şingala xoşewîst,kesûkarê serbilind ên şehîdan û qurbanên teqîna 14ê tebaxê!

Bi navê cenabê Kak Mesûd û xwe, di vê boneya xemnak de ku salvegera teqîna Şingalê ye,pirseya(teziye) xwe ya dubare ji we re radigehînin û di vê salvegerê de bi rêz û pîroziyeke mezin ve digel we û hemû xelkê Kurdistanê yada şehîdên bêtawan dikin ku di karesatê de bûne qurbanê daxwaza dirinde ya terorîstan û daxlidilan,ew terorîstên ku hertim armanca wan e ku gelê me bi îslam,êzdî,mesihî,şîa û sunne di karesat,derbederî û nearamî de bijîn.

Bi pêwîstî dizanim di vê yadê de tevî hevxemiya me ya digel hemû xelkê Şingal û kurdên resen ên êzdî û xelkê Kurdistanê helwesta herêm û serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê jib o wê dûpat bikin ku helwesta piştîvanîkirin e li mafên we yên rewa bo vegera navçeyên wan bo ser sinorê herêma Kurdistanê li gor madeya 140ê destûrê bo nehiştina xedira ku ev gellek sal in li kurdên êzdî tê kirin.

Her weha dixwazim wê jî ji we re rabigehînim ku em ji nêz ve haydarê rewşa we ne ku ji ber nevegerana bajarên we yên xoşewîst bo ser sinorê herêma Kurdistanê û ji ber karê terorîstî,ji xizmetguzariyê bê beş in û navçeyên we û genc û jinên we bi destê bêkarî û bêxizmetguzariyê ve dinalin ku bêşik piştî vegera navçeya we bo ser sinorê herêmê serokatiya herêmê û serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê dê bi bernameyeke xurt û aktîv werin meydanê bo jinavbirina bermayiyên siyaseta dehan salan ya bêbeşkirin û perawêzxistina navçeya we ku bêşik navçeyên we hêjayê wê ye ku pêş kevin û derfeta wê yekê ji we re bê rêxsandin ku bi awayekî azadane taybetmendiyên xwe yên olî û civakî tê de peyrew bikin.

Her weha dixwazim di vê boneyê de amaje bi wê jî bikin ku niha jimareke berçav li xwîşk û birayên kurdên êzdî her ji serdama Sedama Hisên ve naçar bûn ku koçî derveyî welêt bikin.Gotina min a bo ew koçberên xoşewîst ew e ku pêwîst e îro ew jî mil bi mile we têkoşîna xwe pêş ve bibin ji bo bidestxistina zemineyeke aktîv û guncan bo vegera Şingal û navçeyên din bo ser sinorê herêma Kurdistanê ku ev take garantiya avadanî,pêşkeftin û aramiya navçeyên we ye.

Yada şehidên nemir tim û daîm di dilê me de zindî ye

Hûn jî tim û daîm pêşeweya girîndîpêdana serkirdayitiya siyasî ya Kurdistanê ne

Birayê we

Kosret Resûl Elî

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê

2008-8-14

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.