--------------------------------------------------------------------------------
TRT ji bo kanala ku ê bi kurdî weşanê bike Sînan Îlhan kir Kordînator û rewşenbîrê kurd ê naskirî Umît Firat jî dibe şewirmendê wî
--------------------------------------------------------------------------------
TRT ji bo kanala ku ê bi kurdî weşanê bike Sînan Îlhan kir koordînator û rewşenbîrê kurd ê naskirî Umît Firat jî dibe şewirmendê wî.
Sînan Îlhan bi eslê xwe kurd e, ji Rihayê ye û di sala 1961-ê de hatiye dinê. Ew wexta 26 salî bû di wezareta derve de dest bi kar kir. Li Unîversîteya Ataturk ziman û edebiyata erebî xwend. Teza xwe li ser dîroka huner û îslamê kir.
Sînan Îlhan di wezareta derve de di daîra îstixbaratê de kar kir. Sala 1989-ê li Erebîstanê, Sala 1996-ê li Tel Avîvê bû. Di sala 2002-ê de jî li Emîratan û beriya ku bibe koordînatorê TRT-ê jî li Îraqê di masa îstixbarata berpirsê taybet ê Tirkiyê de kar dikir. Sînan Îlhan baş kurmancî, erebî, farisî, îngîlîzî û îbranî dizane.
Sînan Îlhan piştî ku dest bi vê erkê kir bi siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên naskirî yên kurdan re civîn pêk anî. Ji van kesan yek jî Umit Firat e û Firat dibe şewirmendê Sînan Îlhan.
Umît Firat di derheqê vê de ji rojnameya Hurriyetê re wisa dibêje" Dê kanalek nû li kanalên TRT-ê zêde bibe. Îhtîmalek mezin ê nav jî bibe TRT-5 an 6. Li gor ku ji me re hatiye gotin ê di destpêkê de weşan 10 saet be. Ziman ê kurmancî, zazakî erebî û farisî be. Ev kanal ne tenê ji kurdên Tirkiyeyê, dê ji bo hemû kurdên li cîhanê vekirî be. Kesên ku ê di kanalê de kar bikin divê pirr baş kurdî û gramera ziman zanibin.
TRT heta nuha navê kesên ku ê di kanalê de kar bikin dîyar nekiriye. Lê tê gotin ku kesên ku hatine hilbijartin ji der û dorên cuda yên siyasî û çepgirên kurdan e. Nabe ku TRT weşanê vergerîne kurdî. Divê rihek din ê taybetî hebe. Divê kurd bêjin ev kanal a me ye. Ne ku ji tirkî nûçe bo kurdî werin wergerandin. Divê bi nêrîn û mantixa kurdî nûçe bêne amedekirin. Di kanalên modern de çi hene ê di vê kanalê de jî hebe. Ev kanal dê pûanê AKP ji alî kurdan zêde bike. Zimanên programan ê bi kurmancî, zazakî, erebî û farisî bin. Reklam ê bi kurdî bin. Reklamên kurdî girîng in. Kurdî ji bo spotên reklaman maqûl e. Nûçe jî ê ne tenê li ser buyerên kurdan bin."
lo velahi ahaa umut firat da MIT'i Quleni TV qenal quri