Ana içeriğe atla
Submitted by Bîşar Norşîn on 2 February 2010

[url=http://www.newroz.com/modules.php?name=News&file=article&sid=6323]

Ma bo çi Gerger, Gerger ji ku derê hate bîramin? Balam yekhemcar bejim Gerger çîye û li kuye? Gerger li Bakurî Kurdistan bajarekî piçuke, di navendî Gerger da nezîka penchezar mîrov dijin, li gel gûndên xwe nufusa(gewrîyên) wê derdikevin nezîka sî hezarî. Gerger cîhekî şaxe, Bakur dibejin çîyaye. Kurdên me Gergerê ra dibejin Alduş, di resmîyetêda Gerger li ser Semsurê te hesabkirin. Tirka navê Semsurê danîye “Adıyaman“. Bilintir şaxê vê mintiqê Çîyayê Spî ye , 2555 m. bilindîya xwe heye, Gerger xwe ji ruyê behrê 770 m. bilinde. Taybetîya Gergerê şaxitî û birca wê ya dîrokîye. Birca xwe li ser baxiran hatîyê avakirin, birca jêrin û birca jorin, birca jêrin dema Monakirîya Komagena da, di mehên zivistanê da wanra buye war û parezgah. Berku zivistan li vê navçeyê giran derbazdibuye, ew dihatine jerê û nezikî Çemê Feradê dibune. Gor dîrokvanê dagigkera tevirê avakirina Gergerê babîrê Komegena Arsemes lêxistîyê, pewîste arkelogên Kurd û yên azad her tiştî nuva bikolîn û dîrokê nuva binivîsînin, ez bawerim tevirê Gergerê berî Komegena hatibu lêxistin. Li vê mintiqê Kurd zazakî û kurmancî hevra diaxifin. Weku navçeyên din yên Kurdistanê henekê vê derê jî gelekin û jîyan rengînîye, ma bê henek di nava van şaxanda jîyan çawa derbazbe?.

Rojekê roja ji gundê Gergerê Xanimek li gel malxwoyê xwe bi otobuse berê xwe dide Stembolê. Xanimê di jîyana xwe da xencî gundê xwe û Gergerê qe tu cîhek nedîtîye. Jo bo we gûnde we mezintirîn gund li dinyayêye û Gerger jî mezintirîn bajarê. Gundê we bihişte û Gerger jî bajarekî şîrîne. Di rêda cîhê rawestan û bîhngirtinê henê. Ew îstasyon bona ihtîyac dîtîn, xwerin û vexwerinêne. Cîh hene tene tê vexwerin, demek kwirt li van deran tete sekinandin, îstasyon henê pîçek dirêj tête rawestan, li van deran xwerin jî tête xwerin.

Dema otobusa şerîkeya Gergerê yekhemcar nezîkî îstasyonêk rawestanê û bîhngirtinê dibe û disekine gor adetê bi hoperlo deng bilind vera xerhatinekê dikin: “ Berêzan! Rewîyên şerîkeya Gergerê hun xerhatin bist deqke bo we rawestan heye, hun dikarin îhtiyacên xwe bibînin, personala me xizmeta wedaye.“ Berku Kurdî qedaxaye, reda li Kurdistanê û Anatolîyayê xerhatin bi zimanê Tirkî tête kirin. Xanima Gergerî bi dengbilind di xerhatinêda tenya bêjeyekê (kelîmeyekê) fehmdike: “Gerger“. Dema vê kelîmeyê dihbeyze kefa wê xweş dibe, xwexwera dibeje Gerger bajarekî çiqas nav û deng buye, hemu dinya Gergerê nasdike. Di rêda rawestana duemînda; dîsa wanra xerhatinek tê kirin, Xanim dîsa tenya kelîmeyekê fehmdike: “Gerger“, vê cara kefxweşî û serbilindîya xwe dixweze malxwoyê xwe ra parva bike û dibeje: “Keko te bîhst dîsa gotin Gerger“. Keko te bîhst dîsa gotin Gerger li îstasyonên rawestanê heta Stembolê berdewam dike û kefa xanimê her car xweş dibe. Dema min nivîsên Berez Şavata yên dawîyê xwendin; nizam bo çi “Keko te bîhst dîsa gotin Gerger“ hate bîra min.

Li vir dixwezim li ser çend xalan bisekinim û durajî stranekê Olwoz (Rêdar)* Şawata ra pêşkeş bikim.

Yek: Dewlet bun di dîrokê da netewe bun anjî ne netewe bunê va giredayî nîne. Dewleten netewî esasî gelên Ewropa yên “pêşvaçuyî“ kirin bela serê gelên dinyayê. Di navça me dewlet her tim hebun û nav wan dajî dewletên Kurd hebun, mafê dewlet bune esasî bi netewebunê ra giredayî nîne, eger gor salixdana fîlozofên û sîyasetmedarên Ewropayî em pêşva biçin, Kurd her tim netewe bun. Di navça meda bi şîvekî “modern“ bi netewebunê ra zeliqandina gelan bona parvakirina erdê Dewleta Osmanî bu. Ewropayîyan, taybetî yên ku sermayê destdabun, ew fikir kirin bela serê gelên me. Di dîroka mede dîyare dema Meda û durajî di bin dara Koreş da heftêûdu gel bi hevra dijîyan û neh ziman bona dewletê fermîh bun. Bona van neh zimana vergera kardikir. Hevrajîyana heftêûduh gela heta dara Osmanîya hat û wan bona serbilindîya xwe her tim ew rasteyetî anîn serê ziman.

Du: Parvabuna Kurdistanê ya modern esasî li paş şerê dinyayê yê duemîn destpêkir, raste Kurdistan berî vî şerî du cara hatibu parvekirin, feqet tekîliyên gelê Kurdistan berdewam dikirin, bê pasaport çuyîn û hatin her tim berdewam bu. Sînor li ser kaxezê diman, yên Bakur heta Helebê, heta Urmîyê diçun dihatin, tekîlîyên Silemanî heta Merîvan berdewam man. Zewac, mêrkirin û teqîlîyên aborî qe tu car qwit nebun.

Yêk kirina Kurdistanê bi karê Xoybunê destpêkir, berî vê rêxistinê, Ubeydula Nehrî gavekî mezin avitibu, agirê yêk kirina Kurdistanê vêxistîbu. Li paş 1970 stratejîya “Kurdistanekî Serbixwe, Yekhev û Demoqrat“ alîyên rêxistinên Kurdistanî Bakur va hate paraztin. Ew stratejî zedetirîn alîyê Rêxistina KAWA va hate paraztin, ew ruspîtîya wan bu.Dura hinekan hundirê vê stratejîye bi hostatî valakirin, bi deq û dolaba xwestin Kurda ji vê stratejîyê durxînin.

Sê: Kurd vê katêda her alîva nezîk bune, ji hev durneketine, telekominîkasyona nu, li dinyayê zedetirîn karê Kurdan asan kir, Xwuda ji catkarê înternetê razîbe. Kurdên Başur referanduma xwe çend salan berîpêş %98 daxwezîya dewletekî serbixwe kirin. Sîyasetmedarên Kurd yên serdest, ew daxwezî kirin nava xalavekê û ser girtin, bayekî piçuk dîsa ser wê daxwezîyê pasbikê û agirê dewletekî serbixwe vêxîne.

Çar: Dewleta İraqê naha şiklen heyê bi zorê hevrahatîye pînekirin, ewê belavbe, qe tu quwetek li ber belavbuna we nikare bisekine.

Penc: Komara Tirkîyayê, birca derewaye, yên aqil dixwestin bi Yekîtîya Ewropa jîyana vê Komarê dirêj bikin. Sektora Kemalê Selanîkî xwe dikujê, feqet bona endambuna Yekitîya Ewropa îcaze nade, berku nan û serdestîya wan destê wan diçe.

Şeş: di jîyanê da dawîya her tiştî heye, destpêk û dawî, buyîn û mirin, afirandin û ruxandin bi hevra hene. Di dîrokê da gelek dewlet hatine sazkirin dura dema kata wan ya hilweşîne hatîye, bê çare hatine hilşandin. Komara Tirkîya ji b vîi şiklî nikarê jîyana xwe zede bidomîne, bê çare ewê bihelşe.

Heft: Mafê mîrovan û mafên dewletbunê cudanê, daxwezîya mafên mîrovan û di nava azadîyêda serbest jîyan tiştekî zarurîye. Mafê dewlet buna li ber van mafan nasekine. Daxwezîya damezrandina, cîhe otonom, kanton an federel bona Kurdên Haymanê û Konyayê dibe, bona Turhalê dibe, daxwezîya wan tiştan li ber yekbun û serbixweyetîya Kurdistanê nasekine.

Heyşt: yên ku bi navê Kurdan daxwezîya federalîzm, otonomî an jî mafên kulturî dikin, di bin kontrola Dewleta Tirk danê, di sî salên dawîyê da di şerda neserketina Kurda, ji bêtaqetbuna wan nîne, metelokik Kurda heyê, dibeje: “dema diz ji malê be ga bi kwila nîr va diçe“. Bakurî Kurdistan yê me buye ew bazar. Di vî katîda yên ku dijî Kurdistanekî serbixwe disekinin û Kurda bona sînorî Tirkîya razî dikin, esasî li ser hesabî Tirkîya kardikin, kem an zede eleqetî wan Kurd buneva tune, dunejî tunebu, îro jî tune.

Neh: Di li paş salên 1970 heta me çend rêxistinên Kurdistanî Bakur ji “T“ rizgarkirin, îmana me gewirî, naha em nikarin carek din bi “T“ va bizeliqin, ew dewr çu. Çerxa dîroke şunda nikare bete zivirandin, cin ji kuz derketin, qe tu quwetek li Dinyayê wan cinan carek din nikare bike kuz.

Deh: Gelên Sovyeta kewnd, Yugoslavya û Çekoslovakya kewnd ji me û Tirka zedetirîn nezîkî hevbun, her alîva. Wan li ser hev ewqas tedayî jî nekirîbun, serên hevûdu jî neşikandibun dîsa jî ji hev veqetîyan, hinek ji wan bi aşitî, hinek bi şerekî qîrej ji hev veqetîn û dewletên xwe sazkirin, nezîkbuna xwe îro şîvekî din pêşva dibin.

Yanzdeh: Yekitî û Serxwebuna Elmanîya kesekîra nebu sinc, ma Kurdistanekî Serbixwe, Yekhev û Azad bona çi hinekanra bibe sinc?

Di vê merhalêda pewîste Kurd bi stratejî û plana xwe pêşva biçin, va jî; pînekirina Kurdistanê bi dewletên dagirker ra nîne.

Çareserkirin: damezrandina dewletekî serbixweye, cîhe xwe bisekinin û yê din bikşînin vî alî. Em dikarin bîvila (pozê) xwe pahbikin, pahkirina bîvila gelên dagirker nikarê bibe karê me, çulmên wan geleke bona pahkirinê hemû dismalên Kurdistanê têrê nakin . Ne zede ne kem damezrandina dewletekî serbixwe îro jî karê suye Kurdaye, bila gelên Anatoliya û Tirakyayê nava demokrasîya xwe da bextiyar bijin! Demokrasîya wan, ala wan, parlemenda wan bila wanra pîroz be............

Tirkî mirkî nizanim

Tenê Kurdî dizanim (2)

Kanton manton çi zanim

Ez Kurdistan dizanim (2)

Em ne tiralin ne xizan

Bo çi nabe dewlet can (2)

Dinya nema lê gerîm

Ma tacim nema Kurdistan? (2)

Sebir nema ez zanim

Dîsa jî bimîne vî alî (2)

Hemu biçin wî alî

Ez dimînim vî alî (2)

Kem zêde naxwezim

Ez Kurdistan dixwezim (4)

Bîşar Norşîn

01.02.2010

* Di Kurmancîyê da bejeya “heval“ cîhekî taybet digirt, dema heval dihat gotin, dest û pê dihsekînîn, çemê Ferad û Dîcleyê disekînin, îxtîram û rêz destpêdikir. Dema yekî digot hevalê mine an hevala mine, dixwest bîne serê ziman ku; ew weku xwîçka mine, an weku birayê mine, ez qîmetek mezin didim wî an wê. Daxawa li Bakurî Kurdistan ew bejeya şîrîn ya Kurdî hate pîskirin, heval nema hate binkevirkirin, heval nema hate ixbarkirin, heval nema ocaxê wî nehat korkirin, heval nema di nava qîrejîya nemîrovtîyê da nehat xendiqandin. Ji ber vê min kirmancîya kewnd “Olwoz“/“Rêdar“ girt. Ew herdû bêjê jî Kurdî ne.

Heta berxwedana Dersimê 1938, li vê navçeyê navê “Rayber“ gelek belav bu, gelek mîrova navên kwirê xwe Rayber dadinand. Berku di berxwedanê da Rayber îxanet kir û xwe firot, ew nav li Dersimê rabu û hate bîrkirin. Naha qe tu cîhekî Dersimê bi navê Rayber kesek tune. Berku bejeya “Heval“ gelek hate pîskirin tirsim ew bêjeya şîrîn jî ji nava Kurdî rabe.

[/url]

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.