Malava lo birakê destşûjin!
Ma tu li ku yî?
Min welê bawerî heye, ku nivîsa te, bêhemdî ket ber sansurê. Loma ye ku winda ye.
De tişt na be lo! Xwe ji ber vê ranegire! Dîsan binivisîne! Min dîsan welê baweriyek xurt heye, ku tûrikê te ji tûrikê derwêşan jî dagirtîtir e.
De binivisîne lo! De dilê me xweş bike dîsan heyrano!
Ez Elî Savar ku ta ji Bexdadê hatime civîna Komela Yekîtiya Nivîskaran, lê kes li şûna civînê nîn e!!! Ev nivîskar tev derd in! Loma çi car ne bûn nivîsevan. Bihêlin hem ew û hem jî xelk hîna ji wan re bibêjin nivîskar, ango katib, sekreter û ne nivîsevan, ango edîb, author, 'yazar'!!
Ma ez çi bibêjim ji birakê xwe yê Destşûjin re lo! Asoya me tev gemar kirine. Herimandine û şêwandine û şîlo kirine..
Lê bi Xwedê min sûnd û peyman heye, ku ez ê binivisînim. Heger şah û sultan jî ji ser textê werin xwarê, ez ê dîsan binivisînim.
Milletê me milletek mezin û kûrkok û kûrbinyad e. Tew mêjû û koka welatê me ew çend kevin û bi kok e, ku ta nuha pirr kêm kes xwe gihandiye têrzanetiya li ser mêjûyê vî welatê kevnare. Hema mirov çavê xwe vekirine, ne vekirine xwe li ser vî erdî dîtine.
Şahê qelp, sultanê zinatkar û zalim, ew her çend ji ser text hatibin şemitandin jî, hîna bandûr û kargeriya xwe li ser xelkê me yê bêxeber û zehmetkêş hiştine.
Neyar jî pê dilîzin. Ta ji destê wan were xirap dikin. Ev derfetek mêjûyî ye ku ketiye destê wan.
Lê bila hem neyar û hem jî her kesekî din baş bizanibe ku ne şah û sultan, lê belê xelkê kurd pirr mezin e. Çendan şah û sultan hatine û çûne. Ka em navê çend ji wan bi bîr dihênin? Ka kî navê deh ji wan dikare bi bîr bihêne? Lê bi hezaran şah û sultan ji ser vî xakî derbas bûne. Lê belê kes ni karibûye ku navê Kurdistanê ne ji mêjî û ne jî ji pêşeroj û ayendeyê bikole û bavêje.
Lê belê şah û sultan her dem li ber mezinahî û kûrmêjûyiya Kurdistanê pûç û qelp dimînin.
Pirs tenê ev e: gava xelkê me hay ji xwe hebe, wê gavê van şah û sultanên qelp binerd dike. Wê gavê kes li ber hêza bayê xelkê jî ni kare xwe ragire.
Ew roj nêzîk bûye.
Roja me hatiye.
Bi hezkirin, bi dilgermî
Ez Elî Savar
Ji Bexdadê me
17.07.2008
Re: Ji Destşûjin re: Roja hêrişa li ser şah û sultanan e birako!