Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 15 December 2009

[i]Ji bona ku ez helwesta birayên me yên başûr di derheqa me de bi başî nabînim, pêwîst dibînim ku vê boçûn û rewşa hanê protesto bikim ! Ez protestoya xwe, bi meşek ji Hewlêrê ta Barzan tînim zimên. Gilî û gazindeyên xwe dibim hizûra Barzaniyê mezin.[/i]

Gelo eger îro Barzaniyê mezin hebûya, wê li beramber van neheqiyan çi bigota ?

Eger firseta rabûna wî jibo katekî piçûk hebûya, hetmen wê bigota; “Na, nexêr ev ne welatê min e, bihêlin ez vegerim tirba xwe!“

[img]http://www.lotikxane.com/rojhat%20amedioi.jpg[/img]

Rojhat Amedî:

Ez gilî û gazindeyên xwe dibim hizûra

Barzaniyê mezin.

Jibo raya giştî

Peywendiyên başûr ên ligel Tirkiyê pêwîst û girîng in, lê belê ne li ser hesabê hêzên bakurê Kurdistanê.

Wek tê zanîn, miletê Kurd bi sedan sal e li ser erdê xwe ji hemi mafên rewa yên însanî û neteweyî bêpar e. Serkêşiya vê zilm û zordariya dîrokî, ji aliyê desthilatdariya Tirkên tûranî û Ecemên hîlebaz ve tê meşandin. Bê guman, miletê Kurd li hember vê zilm û zordariyê bêdeng nemaye. Dîroka Kurdan bi sedan serhildanên rizgarbûnê hatiye dagirtin. Sedsala 20'an baştirîn nimûneye jibo serhildanên azadiyê. Şêx Seîdê Pîran, Seyîd Rizoyê Dêrsimî, Qazî Muhamed û serokê nemir Mistefayê Barzanî baştirîn nimûneyên berxwedanê ne.

Mixabin, tevaya serhildanên netewa Kurd ji alî dewletên şowenî yên dagirker ve bi hemi metodên gemar û neinsanî hatin vemirandin. Yan jî, serhildanên me ji konjektura siyaseta cihanê re bûn gorî. Li bakurê Kurdistanê metodên herî gemar di salên 1925 ta 1938 hatin bikaranîn. Di encamê de bi sedhezaran mirovên Kurd hatin kuştin û war û cihên wan hatin wêrankirin, bi serde jî bi sedhezaran ji erdê xwe hatin dûrxistin û bûn gorîyên siyaseta asîmîlasyona şowenizma Tirk. Di encama vê siyaseta neînsanî de, piştî sala 1938'an li seranserê bakurê welatê me bêdengiyekê destpêkir.

Vegera serokê nemir Mistefa Barzanî û hewldanên xebata wî li başûr, bayê xwe belavî bakurê Kurdistan jî kir. Bi taybetî, bangewaza wî ya jibo pêkanîna “Kongreya Netewî“ li seranserî Kurdistanê deng dabû. Li gor wê demê kêm jî be, ji bruskeya rêxistinên wek Hêvî, Xoybun, bi sedan welatparêzên Kurd dest bi paraztina mafên miletê Kurd kirin. Giftugo di navbeyna wan de destpêkir. Fikra damezrandina partî û dezgehên Kurdî şîn bû. Desthilatdarên Tirkiyê li hember van pêşketinan bi xwe hesiyan û dest bi bikaranîna metodên caran kirin. Bi vî hawayî di sala 1959'de 50 Kurdên ronakbîr hatin girtin. Ji van 40 kes di girtîgeha Harbiye hatin zîndanîkirin. Piştre nêzîkî 500 kesayetiyên ji malbatên mezin li bajarê Sêwas barêgehekî kom kirin û ji wan 55 kes ji erd û warê xwe bi dûr xistin. Yek ji wan Faik Bûcak bû, ku piştre bû serokê Partî Demokratî Kurdistana Tirkiyê.

Hewldanên dewleta Tirk bi metodên girtin û nefîkirin nekarî pêşiya welatparêzên Kurdan bigre. Ji aliyekî hinek ronakbîrên Kurd di warê çapemeniyê de xebata xwe dikirin, ji aliyê din hindek ronakbîr û welatparêzên Kurd pêwîstiya damezrandina partiyek Kurdî dîtin. Bi vê wesîleyê, di sala 1965'de li bakurê Kurdistanê partiya me PDK-T hate damezrandin. PDK-T hê di destpêkê de giraniya xebata xwe da ser şoreşa başûrê Kurdistanê. Ji bona wê yekê jî bû hedefa herî mezin ya hêzên emnî ya dewleta Tirkiyê. Salek piştî damezrandina partiyê, serokê partiyê parêzer Faik Bûcak bi destê ergenekonciyan (wê demê Özel Harb Dairesi) hate kuştin.

Mayewek şûnda, di 19.01.1968'an de tevaya kadir û rêvebirên partiyê hatin zîndanîkirin. Piştî peymana 11ê adarê partî û hêzên din yên welatparêz bi tawanbariya alîgirên Barzanî dubare bûn hedefa hêzên ewlekariyê. Eva hanê bi inqilaba leşkerî ya sala 1971ê dewam kir. Dîsa kadir û endamên partiyê li gel welatparêzên dî yên Kurdan hatin girtin.

Li gel vê kêş, girift û astengiyan nakokiyên navxweyî di rêberiya partiyê de peyda bûn. Her çendî jibo çareserkirina kêşên navxweyî hewl hate dayîn jî, lê belê hêzên emnî ya dewleta Tirkiyê ev kêş û grift kurtir kirin û eva hanê bû encama kuştina rêber û endamên rêveberiya partiyê. Ev di dîroka tevgera Kurd de wek „Bûyera Seîdan“ cih digre.

PDK-T bi van pêşketin û bûyeran derbe li ser derbê dixwar, lê partî di xebata xwe de her berdewam bû. Li gel van astengiyan, di sala 1973'de bi beşdarbûnek bihêz kongreya xwe ya yekemîn pêk anî. Jibo xurtkirina rêxistina partiyê, kêm jî be, li gor şert û şirûtên wê demê, xebatek rêkûpêk hatibû kirin. Ev helwesta bi biryarbûn, bi çêkirina kongreya 2. (duyemîn) di sala 1975an de dewam kir. Gelek mixabin, li gel van pêşketinên pozîtîf, li başûrê Kurdistanê, şoreşa îlonê şikest xwar û partî bi vê şikestina hanê derbeyek dî xwar. Mirov dikare bêje ku, tevaya kesayet û rêxistinan partiya me û rêbaza Barzaniyê mezin jibo şikestina şoreşa îlonê tawanbar dikirin. Berdewamiya xebatê di wan şertan de gelek zehmet bû.

Piştî sala 1975an qonaxek nû hat pêşiya partiyê. Ji aliyekî dubare destpêkirina şoreşê li başûrê Kurdistanê, ji aliyekî din xurtkirina partiyê li bakurê Kurdistanê. Divê bê gotin, partîyê hem jibo destpêkirina şoreşa gulana sala 1976an, hem jî jibo xurtkirina tevgera azadixwaza bakurê welatê me gavên pir ciddî avêtin -Cenabê serokê herêma Kurdistanê kak Mesûd Barzanî di pirtûka xwe de rol û xebata PDK-T ji bona destpêkirina şoreşa gulanê destnişan kiriye. Di wan rojên teng de ku herkes ji rêbaza Barzanî direviya û bi rexneyên pir dijwar diçûn ser wan, partiya me birayên xwe yên başûrî li erdê nehêlan û di her warî de, xwedî li wan derketin- Sadiqbûn û weke liqekî partiya başûr karkirin, astengên nû dianî pêşiya partiyê. Problemên nav partiya başûr ku li ser redda rêbaza Barzaniyê nemir şin dibû, tesîr li partiya me ji kir û eva hanê di sala 1977'de bû sedema parçebûna partiya me.

Ev alugorî ji aliyekî, ji aliyê dî bayê marksîzmê li ser welatparêz û gencên mîlîtan ku rêxistinên cûrbecûr avakiribun, rê neda ku Kurd li bakur bibin alternatifek bi rêk û pêk. Tevî vê rastiya hanê jî, ev grûbên mîlîtan û xwîngerm roj bi roj bi pêş diketin. Li seranserî bakurê Kurdistanê çalakiyên wan rojeva Tirkiyê dagirtibû. Di hemi bajarên Kurdistanê de komele û dezhenên xwe ava kiribun. Belam, dewlet hemi hêz û îmkanên xwe li hember van pêşketinan seferber kir. Wisa lê hat ku bi navê Kurdan, bi sedan genc û militanên Kurd dihatin kuştin. Hêzên militarist bi vê bernameya hanê, bingeha cûntaya leşkeri amade kiribun. Êdî pêşiya hêzên militarist de tu astengî nemabûn. Ew di 12ê îlonê de bi cûntayek leşkerî hatin ser desthilatê. Bi hezaran Kurd hatin girtin û kuştin. Zîndana Diyarbekir şahidê rûreşiya van bûyera ye.

Di encama siyaseta puç ya Tirkiyê bi sebaret gelê Kurd, salên 80î bi şerê çekdariya PKK ligel qencî û xeletiyên xwe hate dagirtin. Ev şerê hanê zirarek mezin gihand Kurdistana bakur. Kuştina 70 hezar însan, nefîkirina 6 milyon Kurd, wêrankirina 4000 gundan û tarumarkirina jîngeha herêmê belgenameya vê zirara hanê ye. Li seranserî bakurê Kurdistanê kaosek pir mezin peyda bû. Ji xwe dilsoziya çekdarên PKK ku singa xwe li hember hêzên militarist kiribun sîper, ji aliyê dewletê ve tu bersiv nediye. Hê jî kêmtirîn mafê mirov ji gelê Kurd re zêde tê dîtin.

Dawiya salên 1980î îdeolojiya marksizm û leninizmê bi verziyona Stalînîzm û reel Sosyalîzmê têk çû û belavbûna Yekitiya Sovyetê jî bi xwe re anî. Konjektura siyasî li seranserê cîhanê hate guhertin. Di nav Sovyetê de dewletên nû ava bûn. Dewletên di bin hegemonya Sovyetê de serxwebûna xwe îlan kirin. Tevaya dîktatorên Awrûpaya Rojhilat ketin nav gemara dîrokê. Herdu dewletên Almanya, ku wek “Rojhilat“ û “Rojava“ hatibun dabeşkirin, yekitiya xwe îlan kirin.

Ev pêşketinên hanê tesîr li Rojhilata Navîn jî kir. Rejîmên wek diktatorên BAAS û nasirîzm ku hemi hêza xwe ji Yekitiya Sovyetê digirtin, bêpişt mabûn. Êdî dem hatibû ku pêşiya rejîma BAAS bihata girtin. Ew rejîma ku bi alikariya Sovyeta Stalînîst ji nîv milyon zêdetir Kurd û şiî dabûn kuştin, bi hezaran gundên Kurdan têk dabû. Bikaranîna çekên kimyayî, 182 hezar Kurdên enfalkirî, windakirina 8 hezar Barzaniyên mêrxas, derbederiya ji 200 hezarî zêdetir koçberên ji sala 1975 li îran, bi 10 hezaran penaberên herêma Behdînan li Tirkiyê, tabloya wê rejîma genî û gemar bû... (sed heyf û mixabin, îro bi sedan layangir û karmendên wê rejîma gemar û bi sedan ideologên Stalînîst di dam û dezgehên Kurdistanê de bejn û bala xwe nişan didin û ev di prosedura serketinê de astengiyek cîdî ye )

Destpêka sala 1991ê, Dewletên Yekgirtiyên Amerikayê, ligel hevpeymanên xwe hêriş birin ser rejîma diktator. Wan ji Kuweyt derxistin, General Şwarzkopf bi biryarî berê xwe dabû Bexdayê ji bona têkbirina rejîmê. Lê dîsa Rusya, ku li ser bingeha Yekitiya Sovyetê ava buye û siyaseta derveyê de heman siyasetê bi rêve dibe, bi mebesta „Bername ne têkçuna rejima BAAS bû, bername tenê rizgarkirina Kuweytê bû“ rê li têkçuna rejîma BAAS girt. Seyre, ev rastiya hanê rojek ji rojan bi şêweyek rast û durist di nav rêberên Kurdan de nehat mûnaqeşekirin. Divê mirov bîne bîra wan kesan ku gengeşeya vê rastiyê nedihat hesabê wan. Sovyeta “mezin“ di derbareya bikaranîna çekên kimyayî li Helebçeyê, bi heman siyasetê piştevaniyê Sadamê Tikridî kiribû. Gava di sala 1988an de hin welatên rojava bi serpereştiya Amerika ku dixwestin Iraq ji bona bikaranîna çekên kimyayî li UNO mehkûm bikin, di serî de Sovyet li dij derket. Bi serde jî rojnameya PRAWDA nûçeyek belav kir, “Iraq li dijî Kurdan çekên kimyewî bi kar neaniye, ev derewa ’çeteyên' Kurda bixwe ye“

Bi saya serê hevkariya Sovyetê, BAAS li ser kar mabû, lê gelek kiz bû. Ji bona vê yekê rê ji Kurdan re jî vebû û wan welatê xwe ne bi temamî jî be, rizgar kirin.

Destpêkirina qonaxek nu li seranserî Kurdistan

Azadbûna Kurdistana başûr bayê xwe belavî hemi parçeyên Kurdistanê kir. Gelek derbas nebû, Kurd ketin rojeva diplomasiya cihanê. Tûrên dîplomasîtê dest pê kirin. Birêz kak Mesud Barzanî û Mam Celal Talabanî ji welatê Awrûpa ta Amerikayê hevdîtinên pir girîng pêk anîn. Siyasetmedar û partiyên Awrûpa ku berê ne amadebûn ligel Kurdan rûnên, êdî li ser astekî bilind ligel Kurdan rûdiniştin. Baweriya ku bi taybetî ketibû mejiyê siyasetmedarên Awrûpa „Kurd nikarin xwe îdare bikin“, têk çu !

Her çendî ji ferhenga pêşmergayetî derbasbûna desthilatdariya siyasî û afirandina dam û dezgehên îdarî û hikumî zehmet jî bû, lê bi alîkariya hêzên hevpeyman û bi hebûna fidekari û dilsoziya wê demê ku ji ferhenga pêşmergeyatî dihat, di çareserkirina vê zehmetiyê de bû alîgir.

Ev pêşketin dewletên ku parçeyên Kurdistan dagîr kirine, nerehet dikir û ew ketibûn dûv têkdana wê rewşê. Rojnamevanê Tirk Cengîz Çandar, di sala 1991ê de bê wate negotibû „ ji vê gavî şûnde, wê karta PKK li hember pêşketinên bakurê Irakê bê bikaranîn“

Her Kurdek Ronakbîr divê li ser vê tespîta Cengîz Çandar bifikire. Şerê PKK li hember hêzên başûr û şerê navxweyî li başûrê Kurdistanê tespîta Cengîz Çandar tîne bîra mirov. Desttêwerdana welatên cîran ku dibû sedema şerê navxweyî, bi midaxeleya Dewletên Yekgirtiyên Amerikayê di sala 1998an de bi „Peymana Waşington“ bi dawî hat.

Gorankariyên destpêka salên 1990î pêşiya partiya me jî vekiribû. Di maweyek kurt de partî hêzên xwe gihand merheleyek ku dikarîbû bê kêmayî wek PKK midaxeleya rojevê bikira. Balam jibo rewşa hesas ya başûr, şîret û pêşneyarên birayane yê desthilatdariya başûr, me tevaya hêzên xwe belav kir. Ev li ser me barekî giran hişt û partî dîsa bû 2 parçe.

Di sala 1992an de partî giranî danî ser xebata siyasî. Kongreya sala 1992 baştirîn nimûne ye ji bona yekgirtina kesayetiyên siyasî û rewşenbîrên ku ji hêzên cûrbecûr hatibûn ba hev. Ji Rêxistinên wek Rizgarî, Ala Rizgarî, Kawa û grubên din beşdariyek gelek xurt pêk hatibû. Partî wek hemi caran bêyî ku statukoperestîyê bike, rê ji zana û ronakbîrên xwe re vekir. Ev di tradisyona partiyê de gelek caran hatiye kirin. Hê di qonaxa damezrandina partiyê sala 1965, 1969, 1975, 1991 û 1992an de damezrêner û kadroyên kevn ketibûn dûv kadroyên nû û serokatiya partiyê jî teslîmî wan kiribû. Bi vê helwesta tradisyonel, partî baweriyek mezin nişanî kadroyên nû da û baweşa xwe jibo xwîna nû vekir, rêvebirî jî teslîmî wan kir. Pravakasyona „nîvintelektuelan“ li dijî vê yekêtiyê bi ser neketibû.

Piştî vê yekîtiya xurt fikra tevaya yekîtiya hêzên bakur şîn bû. Dîrok şahidê hewldanên dilsoziya partiyê ye. Di warê xebata yasayî de ligel kêm û kurtiya xwe bû hêzeke ku li ser hisab dihate kirin. Çi di damezrandina partiyên yasayî de, çi jî di pêkanîna listeyek hevbeş ji bona hilbijartinên parlamentoyê de, giraniyek bêendaze nişan dabû. Di peywendiyên dîplomatîk de gav hatin avêtin. Hinek wezaretên xaricî ji welatên Awrûpa pêşewazî li heyeta partiya me dikirin.

Sala 1992an de Parlamentoya Kurdistanê pêkhatibu. Yekîtiya hêzên Kurd gehiştibu astekî bilind. (sala 1993an de PDK-Başûr bi amadebûna partî û rêxistinên wek Partî Gel, Pasok, Sosyalist, Rêxistina grubek Kurdên Feyli û Yekitiya Demokratên Kurd, yekîtiyek xurt pêk anîbu). Ev hêzbûna hanê hinek der û dor nerehet kir û bingeha şerê navxweyî hate avêtin. Zor nekêşa, 6-7 mang şûnde Kurd hatin leyîztokê û şerê birakujiyê dest pê kir. Hewldan û xebata partiya me dîsa di bin sîbera pêşketinên başûr de mabû. Paralel bi bûyerên başûr, partiya me bu mehkûmê girtina helwestek rast û durist. Gengeşeyek nû di nav refên partiyê de dest pê kir.

Ji bona ku rewşa başûrê Kurdistanê bo me pir hesas bû, me tevaya hêza xwe tenê bi tenê konsentre dikir ser pêşketinên başûr. Me baş dizanî ku ev li ser me û li ser yekîtiya me ya xort pir bi bihayî radiwestiya. Lê çi dibû bila biba, ne mimkin bû ku partî xebatek bê hesabê hesas yê başûr bikiriba. Ev rastiya hanê girêdayî ferhenga partiya me bi xwe bû. Me başûrê Kurdistanê wek ronahiya çavên xwe diparazt. Yasayîbûna mafê miletê Kurd di destûra Iraqê de girîngtirîn armanca me bû.

Di encama van alogorên ku dema şerê navxweyî li başûrê welatê me hate pêşiya me;

1- Pêknehatina întegrasyona kadirên nu ligel kadirên kevn, (ku tesîra pêşketinên başûr jî tê de hebû).

2- Manewrayên siyasî (ku hê jî berdewam in) ji bona tunekirina misyona PDK û Barzanî li bakurê Kurdistanê, ku partiya me hedef bû.

3- Tênegihiştina rastiya ferheng û hêza PDK ji alî kadirên partiyê bi xwe (ku îro di protokolên hêzên ewlekariya Tirkiyê û di idianameya Ergenekonê de wek hêzek pir xeter tê dîtin).

4- Helwest û lênerînên hinek nîvintelektuelên Kurd ku di sala 1992an de ketibûn partiyê (li ser kaos û şerê navxweyî ku ta sala 1998an li başûr berdewam bû).

5- Ihmalkirina partiya bakur ji aliyê partiya başûr.

bûn sedemên esasî jibo kizbûna partiya bakur. Ji vê demê şûnde partiyê nikarîbû dewra xwe bibîne û eva hanê ta kongreya 9an ku sala 2005an pêk hat, berdewam kir.

Ligel hemi kêş û astengiyan, partiyê karîbû sala 2005an kongreya xwe pêk bîne. Bi coşek mezin me berê xwe dabû xebatê. Partiya me di tevgera azadixwaza gelê Kurd de wek navenda xebata Kurdîniyê, wek parêzerên misyona Barzaniyê nemir dihate dîtin. Dîsa pêşiya me vebû û me dest bi xebata xwe kir. Mixabin, di amadekirina kongreyê de hewldanên negatîf ji alî çend kesên “jixwerazî“ sewiya kongreyê şikand. Ev kesên hanê di dîroka rêxistinên Kurdî de pir baş têne naskirin û derbazbûyînek ku mirov jê serbilind be, li dûv xwe nehiştine. Armanca wan, ji xebatek pîroz zêdetir, tatmînkirina ruhiyeta kesayetiya wan bixwe bûye . Xwediyê ferhenga, “bila ya min be, bila piçûk be“ bûn. Lê dîsa jî maweyek şûnde ew ji desthilatê reviyan û riya partiyê vebû. Kadroyek dilxwazê xebatê dest bi karê xwe kir. Di nav 2 salan de çend gavên cîddî hatin avêtin. Ji xwe di warê ragihandinê de xebatek berbiçav hebû. Li bakur dest bi damezrandina dezgehên çandî kiribûn. Jibo berdewamiya karên diplomatik ligel partî û kesayetiyên din li ser astekî bilind karên balkêş hatin kirin. Çend hevdîtinên giranbiha ligel Parlamenterên Awropa, ligel Komisyona Ewropa di nav çalakiyên wan de çêbûn. Her wê demê, di damezrandina “Hevbendî“ ku ji derveyî PKK ji tevaya partiyên bakur ligel partiyên wek HAK-PAR û KADEP pêk hatibû, dewrek esasî leyizt. Partî li bakurê Kurdistanê bû hêviyek. Çavê hemi welatparêz, ronakbîr û siyasiyên Kurdan li me bû. Peywendiyên me ligel tevaya hêzên Kurdistanî, bi taybetî li başûrê Kurdistan, kêm jî be, balkêş bûn.

Di vê nabeynê de ergenekoncî dîsa ketin dewrê. Başûrê Kurdistanê wek meydanek manewrayê bi kar dihanîn. Derveyî Kerkukê, li Hewlêr û bi taybetî li Silêmanî ketibûn dûv planên têkdana rewşê. Ji hêzên başûrî zêdetir Amerikî ketibûn dûv wan. Danîna bernameya kuştina waliyê Kerkûk bi meseleya çewal têk çû ! Vedat Yenerer, ku li başûr wek rojnamevanekî kar dikir û şexsê min wek „mirovê Mesud Barzanî“ pêşkêş dikir, dawiyê ligel stratejîstên ergenekonê hat girtin. Atilla Ugur, ku berî girtina xwe ji ewlekariya Îmralî berpirs bû, li Silêmanî cirît diavêt. Dirêj Eli, endamê çeteya ergenekonê, ji aliyê hin berpirsên başûr wek mirovek qedirbilind dihate pêşewazîkirin.

Tirkiye û başûr

Ji sala 1991 û vir de Tirkiyê hemi hêzên xwe jibo têkçûna destkeftinên gelê Kurd li başûr seferber kir. Rewşek defakto ku hatibû bin pozê wan, wan nerehet dikir. Sextekarî û xaponekiya wan, qaşo „Kurd û Tirk birane“ dîsa ji her hewldanên wan diyar dibû. Ew Tirkiye ku ji bona Tirkmenên Iraqê dinyayê têk bide, tehamula destkeftinên Kurdan, tehamulî rizgarbûna wan ji zilm û zordariya rejîmek faşist, nedikir.

Jibo Tirkiye, çalakiyên Hamas rewa ne, kadir û nûnerên wan jî qehreman in, balam Barzanî û Talabanî „reîs eşîr“in. Çekdarên Hamas qehramanên azadiyê ne, peşmerge „çete“ ne, çekdarên PKK jî "terorist". Jibo zarokên Filistîniyan hêstirên çavan bibarîne, zarokên Kurdan wek piştevanên "terorê" bi qelem bide. Ev nayê qebûlkirin, ev sextekarî ye !

Ger mirov piçek destê xwe deyne ser wîjdanê xwe, wê mirov bibîne ku PKK li hember kiryarên Hamas, rêxistinek melayîket e. Lênerina wan li hember başûrê Kurdistanê jî heman tişt e. Jibo Filistîniyan daxwaza dewletek serbixwe bike, Kurdan jî mehkûmê hikûmeta merkezî bike. Bi serde jî, bibe parêzerê "Iraqek Yekgirtî". Hê bêtir, peywendiyên siyasî û ekonomî ligel Iraqê li ser bingeha tasfiyeya hikûmeta herêmê ava bike.

Rast e, demên dawî piçek nerm bûne, bi taybetî hikûmeta Tayîb Erdogan. Belam ev nermbûn ne jibo xatirê çavên reş û belek ên Kurda ne. Ew zêdetir girêdayî helwesta Dewletên Yekgirtiya Amerîka û Awropayê bixwe ye. Bê guman pêşketinên konjekturel û îflasa sistema Kemalizmê jî bi ser de tê û dewlet ji neçariyê pêwîst dibîne ku hinek "gavan" bavêje, lê li ser bingeha tasfiyeya tevgera Kurd bi giştî.

Bazara siyasî bi şandina heyetek bo başûrê Kurdistanê bi serokatiya Misteşarê MIT'ê Emre Taner, dest pê kir. Niha pêwîst nabînim zêdetir li ser detayan rawestim. Balam bi kurtî, bê ku konseptek çareseriyê bê pêşkêşkirin, resmen tasfiya tevaya rêxistinên çekdar û "îllegal" dihate xwestin. Seyr e, peywendiyên desthilatdariya başûr ligel Qendîl, PKK bixwe jî tasfiyeya PDK-Bakur û PWDyê dixwest, mixabin...

Ji xwe pir derbas nebû, hêzên ewlekariya dewleta Tirk, di bin siyaseta xwe ya "nerm" de partiya me wek partiyek "terorîst" bi qelem dan. Ew partî ku di tevaya jiyana xwe ya siyasî de rojekê çek bi kar neaniye, bû "terorist" ! Divê bê zanîn; Yekgirtiya Miletan jî şerê çekdariyê bi prensib rewa dibîne gava ew wek metodek parastinê bê bikaranîn.

Ji her alî ve manevraya şikandina pişta partiya me, tasfiyeya PKK û tevaya hêzên bakur, dest pê kir.

Dest pê kir, bi çi konseptê û fîguranên konseptê kî ne ?

Ezê vê meseleyê piçekî vekim, eger pêwîst bû ezê hemi detayan bidim ber destê raya giştî.

" Rêvekirina Demokratîk "

Li ser çi sedemê dibe bila be, îro li Tirkiyê qeneetek peyda bûye ku siyaseta asîmîlasyona dewleta Tirk bi ser neket. Sedsala dawî, bi serhildan û bi çalakiyên azadîxwaziya gelê Kurd, bersiv û metodên neînsanî ya desthilatdariya Tirkan li hember daxwaziyên rewa, hatine dagirtin. Kuştin, darvekirin, nefîkirin û siyaseta asîmîlasyonê bi carekê îflas kir !

Şerê çekdarî yê PKK ji bona pêşeroja Tirkiyê bûye kêşek taybet. Di hedefa xwe de ku digotin wê di maweyek kurt de hêzên “terorist“ bêserûber bikin, bi ser neketin.

Ji aliyê din, di bin pozê wan de Kurd li başûrê Kurdistanê bûne faktorek siyasî ku dikarin tesir li hemi parçeyên Kurdistanê bikin. Helwesta wan ya îzolekirina başûr ku tu caran ne amade bûn ligel wan rûnên, bi ser neket ! Lênerîna xwe ya ecêb û xerîb „Sözde Parlamento“ „Sözde Kürdistan“ ji neçariyê ji lîteratora siyaseta xwe derxistin.

Bi kurtî siyaseta dewletê bi ser neket û Tirkiye xetimî.

Ji bona vî yekê, hikûmeta Tayîb Erdogan pêwîstî bi hinek gorankariyan dît û bernameya xwe bi navê "Rêvekirina Demokratîk" îlan kir. Berê navê wê "Rêvekirina Çareseriya Pirsa Kurd" danîbûn. Qaşo camêran dixwazin pirsa Kurd çareser bikin, lê hê di destpêkê de poşman bûn, paşve gav avêtin û navê bernameya xwe guhertin. Ne dûr e ku ew maweyek dî bernameya xwe bi yekcarî paşve bikşînin. Axaftinên Tayîb Erdogan yên rojên dawî îşareta vê rastiya hanê ye.

Ji nuha ve diyar e ku hemi hewldanên wan, berî her tiştî izolekirina hêzên çekdarên PKK'ye. Bi serde jî, pêşîgirtina belavbûna fikra neteweyî ye ku roj bi roj li bakur bihêztir dibe.

Guhertina hedefa esasî ya Kurdan bi xwe ye. Hê xirabtir, duristkirina Kurdên Tirk bi xwe ye. Divê mirov pirs bike; gelo ger mirov ji wişeyên Kurd û Kurdistanî bireve, çawa mirov dikare di çareserkirina pirsa Kurd de samîmî be ?

Rast e, “Rêvekirina Demokratîk“ rê ji diyalogê re vedike, li ser pirsa Kurd gengeşeyek azadane tê kirin. Û ev dikare pêşiya ronahiyê ji bona miletên Kurd, Tirk û kêmneteweyên dî veke. Lê garantiya wê nîne. Hilbijartinên sala 2011an dikare tevaya bernameya hikûmeta Erdogan bêserûber bike. Yan jî çarçoveya bernameya wan tengtir bike. Îhtîmale jî wek nuha kor û seqet hêdî hêdî, perçe perçe bi rêve biçe. Divê ji bîra me neçe, cîddiyeta konseptên çareseriyê, yan jî demokratizekirina welatekî, tenê bi qise û gotinan nakeve jîyanê.

Perçe perçe demokrasî nabe ! Tirkiye mehkumê avêtina gavên radîkal e, ev jî bi guhertina yasaya giştî mimkin dibe. Divê cîhgirtina mafê gelê Kurd di yasayê de şertekî esasî be ! Gavên ku têne avêtin, li gor destûra giştî, ne yasayî ne. Lewra ev gav ber bi nediyarî ve diçin û li seranserî Tirkiyê dibin sedema kaosekê.

Loma, divê em Kurd hişyar bin û daxwaza cîddîyet, samîmiyet û baweriyê bikin. Bawerîdan ji guhertina yasayê derbas dibe. Dîrok bi bawerîdana gelê Kurd hatiye dagirtin. Me di dîrokê de ji bona bihevrejiyanê şan bi şanê “birayên Tirk“ dema Osmaniyan û dema damezrandina komara Tirkiyê şerê hêzên hevpeymanan kir. Dawiyê xençera xwe li pişta me dan, fermo em binêrin serhildanên ji sala 1925 ta 1938an.

Ji ber vê yekê dora dezgehên dewlet, siyasetmedar, rewşenbîr û akademisyenên Tirk hatiye ku ew bi xwe baweriyê bidin gelê Kurd. Me têra xwe baweri daye wan !

Ev li aliyekî, ji aliyê din;

Çi dibe bila bibe, aliyê Tirkan konsepta xwe amade kirine û li ser Kurdan ferz dikin. Konseptek Tirkiyeyî. Ew, bi vê konsepta xwe dixwazin pişta „terorê“ bişkînin, hêzên „radîkal“ ji holê rakin. Bi vî hawayî, ji her alî ve „Tirkiyeyek rehet“ pêk bînin.

Baş e, gelo konsepta me Kurdan çiye?

Bi ya min, çawa ku Beşîr Atalay wezîrê daxilî yê hikûmeta Tirkiyê ji bona konsepta xwe serî li tevaya dam û dezgehên Tirkiyê da, raya partî û şexsiyetên siyasî girtin, divyabû Kurd jî ji bona pêkanîna konseptek hevbeş şêwra xwe ligel hev bikirana. Ev çênebû..

Ji dêvla wê, ketin dûv hewldanên „muhatab“ wergirtinê. Yanî, „Tenê em, ne kes û hêzek dî !“

Ji xwe, hebûna hêzên dî cihê pirsê ye. Ta niha tu mecalê hêzek din ji derveyî PKK nebûye ku bikaribin midaxaleya rojeva siyasî bikin. Ev 30 sal in ambargoya siyasî li ser tevaya hêzên bakur hebû û hê jî berdewam e ! Pêşketinên konjekturî û faktorên bazara siyasî, di pişt deriyan de milê hemi hêz û şexsiyetên bakur şikandine.

Rastiyek heye, tu hêzek li seranserê hemi cîhanê wek hêzên Kurda bi fedekarî û bi îmkanên xwe tekoşîn nedaye. Lê, hewldanên fedekariyê têra serkitina wan nekir. Şexsiyetên giranbiha ku ji 40 salan zêdetir di tevgera Kurd de dixebitin û di her warî de şareza bûne, nikarin li beramber Kemalîstên wek Aysel Tugluk biserkevin. Ev nişana berdewamiya konsepta dewleta kûr bi xwe ye. (Guhertina vê rewşê taze dest pê kiriye)

Em bixwazin nexwazin, ev pêşketinên li bakurê Kurdistanê desthilatdariya siyasiya başûr jî girê dide. Ew jî di nav vê prosedûrê de ne. Hewldanên tasfiya hêzên bakur tesîrek mezin li ser wan jî dike û bi zirara wan jî temam dibe.

Seyr e, gelo nizanin an nabînin ?

Çawa nikarin bibînin ku di xetimandina pirsgirêka Kerkûkê de Tirkiye dewr û rola esasî dileyîze?

Ji ber çî Erdogan di ziyareta xwe li Bexdayê de pêşneyar dike ku ew amade ne leşkerên xwe li Kerkûk damezrînin?

Diyar e, Tirkiye ketiye dûv pîlana „Peymanî Mûsil“. Ev peyman di 05.06.1926an de di navbera Tirkiyê, Irak û Brîtanya de pêk hatibû. Li gor vê peymana hanê, Tirkiye wê xwe ji “Wilayeta Mûsil“ bikşîne, bi şertekî hîç gorankariyek cografî di statuya herêmê de, yanî herêma Kurdistanê de pêk neyê. Di heman peymanê de, Tirkiye garantî kiribû ku bikaribe ji sinûr derbasî başûrê welatê me bibe û bikeve dûv “ Hêzên Muxalif“. Kî bûn ev “Hêzên Mûxalif“ ji derveyî Barzaniyan ? Maweyek kurt berî peymanê, Şêx Evdilselam Barzanî bi darve kiribun. Tirkan ji xwe re kiribûn hedef ku şerê tevaya Barzaniyan bikin û wan nehêlin.

Destpêka sala 1940î hem li başûr hem jî li rojhilatê welatê me tevgera azadixwaziya miletê Kurd dest pê kiribû. Di encamê de, di 22.01.1946an de Komara Kurd li Mahabat hat damezrandin. Hêza Barzaniyan rola herî girîng leyîztibû. Tirkiye dîsan nerehet bû, 2 mang piştî damezrandina Komara Kurd, di 29.03.1946an de peymanek nu ligel Iraqê bi navê „Peymana Peywendiyên Dostane“ çêkir. Li gor vê peymanê jî Tirkiye destûr dabû xwe ku operasyonên eskerî di başûrê welatê me de pêk bîne, yanî li ser esasê nemana Barzaniyan. Jibo agahdariya hinek optimistên başûr, wê demê çîroka Qendîl û PKK tunebû.

Niha dem hatiye guhertin, çavê hemi dinyayê di pêşketinên Rojhilata Navîn de ye. Kêm jî be, Kurd di peywendiyên navnetewî de cîhek girtine. Tirkiye nikare wek hemi caran bi peymanên îllegal biçe ser Kurdan. Ji bona vê yekê bi konseptên cambaziyê ku hê jî kes nizane ka çi di nav „Rêvekirina Demokratik“ de heye, dixwazin pêşî li Kurdan bigrin.

Gelo ta çi radeyî Kurd ji vê cambaziyê agahdar in ?

Esas pirs ev e !

Bo çi desthilatdariya siyasî li başûr bêdeng e, ev optimizm ji ku derê tê ?

Li ser çi esasî konsepta cambaziyê wek gavên „baş“ dibînin ?

Bo çi raya birayên xwe nagrin û wan tenê dihêlin ?

Heta niha li ser „Rêvekirina Demokratîk“ lêkolînek siyasî hate kirin, an na ?

Ji ber çî mam Celal di bangewaza xwe de Kurdên bakur teşvîk dike ku ew “bi aqil“ bin û li dora AKP bicivin ?

Çi cawazî di navbera partiya Malîkî û AKP de heye ?

Bi ya min, ne ewqas zêde ku mirov Kurdên bakur teşvîqî AKP bike. Ev helwesta mam Celal belgenameyeke ku ew çareseriya kêşa Kurd li bakur di konsepta hikumeta Erdogan de dibîne.

Xwedê şahid e ka di pişt deriyan de çi cûr kulav li ser sere Kurdên bakur tê dirûtin. Bêguman pêwîstiya me, bi şîret û tecrûbeya birayên başûr heye. Me di dîroka tevgera xwe de çendîn car îspat kiriye ku em gelek qedr û qîmet didin tecrûba wan. Balam ev helwesta wan tenê bi tenê xizmeta têkçûna hêzên niştimanperwer dike.

Min li jor diyar kir ku niha pêwîstî bi vekirina detayan nîne, lê sed heyf û mixabin, beşek girîng ji desthilatdariya siyasî ya başûr îndîrekt piştevaniya konsepta „Rêvekirina Demokratîk“ dikin. Ji xwe felaketa herî mezin ev e !

Mirov nikare ji raqîbên xwe gazindan bike. Ew, roja ku ji Asya Naverast hatin herêma Rojhilata Navîn, Kurdan dixapînin. Kurd li hember Kurd bi kar tînin. Ev tradisyona bav û kalên wan e. Lê gava birayên me, me mehkûmî konsepta virt û vala bikin, heqê me heye ku em fikra xwe bikin û daxwaza heq û hiqûqê xwe bikin.

Gava hikûmeta Iraqê otonomiyek kartonî li ser wan ferz kir, me bi hemi qeweta xwe piştevaniya wan ji bona otonomiyek rast û durist kir.

Rast e dem hatiye guhertin, lê dive hûn jî li gor vê demê piştevaniya me ji bona çareseriyek rast û durist bikin. Em ji biratiya derewîn têr bûne, em biratiyek rast û durist dixwazin. Ev jî heqê me ye, tu kes nikare jibo rehetiya xwe heq û hiqûqê me piştguh bike !

Dubare dikim, eger Tirkiye di bernama xwe de piçek samîmî be, divê îspat bike ku ew cambaziyê nakin. Ev jî, bi guhertina yasaya giştî, yanî çespandina mafê gelê Kurd di yasayê de mimkin dibe. Beravajî wê, eger Kurd hişyar nebin, ji nuha ve besîtiya xwe bi talebên reformîst bînin, wê pirsa wan di çarçoveya „Rêvekirina Demokratik“ de herî zêde wek kêmneteweyên Awropa „çareser“ be. Nimûneya vê rastiya hanê li Ispanya, Fransa, Italya, Skandinavya û li hin welatên din li ber çavan e.

Birayên me yên başûr xwedî li me derdikevin dernakevin ev tiştekî din e. Lê belê me mehkûmê konsepta virt û vala nekin. Tevaya Kurdên parçeyên din dema di derbederiya wan de alikariya wan kirin. Çi li Tirkiye, çi li Iran û çi li Suriye bi hemi îmkanên xwe alîkariya wan kirin. Gava kadirên başûrî di sala 1991ê de nedikarîbûn 100 nefer bicivandana, Kurdên parçeyên din bi 10 hezaran insan li seranserî Awropa dane meşandin. Mîtîng û mahngirtinên bêendaze pêk anîn. Lê heman kes, îro li Hewlêr, li Silêmanî û Duhokê li ber deriyê wan bûne penaber, heyf û mexabin !

Ev nehiqûqiya birayên me bala gelek dîplomat û dostên Awropayî jî kişandiye ser xwe. Xanima Miterand li nav Parlamentoya Kurdistanê bi zimanek xweş rexne li we kir.

Ewê got; “Hûn ji min baştir dizanin ku ayîndeya neteweya Kurd girêdayî Kurdistana Iraqê ye. Erkeke we ye ku hûn hevkariya çalakiyên Kurdên parçeyên din bikin. Nuha dora we ye ku hûn alîkariya xwe li hemberî Kurdên parçeyên din biselmînin. Alîkarîdayîna we bi her awayî, takane garantî ye ji bo serkeftina we.“

Partî Demokratî Kurdistana Bakur, ji roja damezrandina xwe ta dawiyê tevaya qeweta xwe danî ser tevgera azadixwaza Kurdên başûr. Tîr û guleyên ku dihatin ser partiya başûr, di heman demê de dihatin ser partiya bakur jî. Wê demê em bira û şirîkê hev bûn. Lê niha, wek endamekî gewreyê Polit Büroya PDK-başûr difermo, “Em bira ne, lê ne şirîk in!“ Wisa diyare ku ev ne helwesta şexsekî tenê ye. Her weha gelek endamên din jî xwediyê vê helwesta hanê ne.

Baş e, çi berjewendiya wan bi kizbûn yan jî di îhmalkirina partiya „bira“ de heye ?

Ma ev sucê me ye ? Bêguman kêm û kurtiyên me hene û em qebûl bikin ku em bêşiyan, kor û seqet in. Ma mirov destê birayê xwe yê seqet nagre ?

Bi ya min, têkçuna PDK-Bakur li bakurê Kurdistanê nemana rêbaza Barzaniyê mezin e. Ji xwe tevaya hewldanên dewleta Tirk nemana layangirên rêbaza Barzani bixwe ne. Di rewşeka weha de, îhmalkirina PDK-Bakur xizmeta kê dike ?

PDK-bakur, dibe qurbana helwest û stratejiyên xelet ku rojek li ser başûriyan jî dikare bi bihayî bikelife.

Desthilatdariya siyasiya başûr, ne bes tenê hêzên siyasî îhmal dike, herweha pêşmergeyên ji parçeyên din jî ku di şoreşa îlonê û gulanê de beşdarî kiribûn, têne îhmalkirin. Xwendevan, dezgehên medenî, ronakbîr û karsazên Kurd jî wek sêwiyan hatine îhmal kirin. Gelek pêşmergeyên ji parçeyên din bêhiqûq mane. Ta pêş 2-3 salan bi hezaran keç û xortên Kurd dixwestin li zankoyên Kurdistanê bixwînin. Îro ev hijmar 70% hatiye xwar. Dezgehên çapemenî ji parçeyên din li ber deriyê wan bûne “parsek“. Karsazên Kurd mexdûr dibin û terka Kurdistanê dikin. Balam Karsazên Tirk ku zêdeyê wan ji bingeha siyasetek nijadperest tên, gewretirîn tenderên Kurdistanê bi dest dixin. Ta nuha yek şîrketa Tirk mexdûr nebûye.

Nimûneya herî dawî, serokê şirketa Yuksel, Süleyman Servet Sazak kurê Gün Sazak e ku berî 12ê îlonê cîgirê serokê MHP ya nijadperset bû. Süleyman Servet SAZAK bi xwe jî endamê MHP ye û di sala 1999an de ji MHP bû parlamenter. Ev kabrayê nijadperest di roja 22.10.2009an de tendera riya Korê ta Herîr bi miktarê 178 Milyon dolar wergirt.

Hê berî çend rojan, cîgirê serokê MHP Mehmet Ekîcî ku bi alikariya Servet Sazak siyaset dikin, di kongreya liqê partiya xwe de tiştek nehêlabû ku ji cenabê serokê herêmê kak Mesûd Barzanî û ji serokkomar Mam Celal Talabanî re negotibû. Her dubarekirina gotinên Mehmet Ekîcî di derbarê kak Mesûd û Mam Celal de ne ehlaqî ye. Bila mûşawîrên wan zehmet bikşînin û bibînin, ka çi heqaret di derheqa serokên wan de hatine kirin.

Wek tê zanîn, MHP li ser xwîna gelê Kurd siyasetê dike. Tenderên ku ew ji herêma Kurdistan werdigrin, li ser birayên we yên li bakurê Kurdistan dibin tîr û gule.

Di encama vê rewşa nediyar û nezelal de, danîna helwestek zarûrî dibînim. Tim û tim bêdengî û tehamûlî nabe. Ez ji aliyê xwe ve, wek şexsekî Kurd pêşeroja vê siyaseta çewt bi başî nabînim. Ji xwe ne fermî jî be, min berî 6-7 heyvan ji karûbarê partiyê istifa kiribû. Wek gelek Kurdên din, ketime dûv lêgerinên nû.

Di vê navbeynê de, ez ji hemi endam û kadirên partiya xwe daxwaza lêborînê dikim ku min nikarîbû erka xwe bi cîh bînim. Li beramber partî û hevalên xwe şermizar im. Balam xwedê şahidê hemi pêşketina ye. Min gelek hewld da ku partiya me bi rêbaza Barzaniyê nemir bikaribe bibe alternatîfek û dewrekê bibîne. Lê em tenê man, me tenê hiştin.

Îro birayên me di rewşek baş de dijîn, ez hêvîdarim hê baştir be. Li vir gotina filozofê Alman Neitzche tê bîra mirov ku dibêje; “Mirov xeletiyên herî mezin di rewşa baş de dike“

Ji bona ku ez helwesta birayên me yên başûr di derheqa me de bi başî nabînim, pêwîst dibînim ku vê boçûn û rewşa hanê protesto bikim !

Ez protestoya xwe, bi meşek ji Hewlêrê ta Barzan tînim zimên. Gilî û gazindeyên xwe dibim hizûra Barzaniyê mezin.

Gelo eger îro Barzaniyê mezin hebûya, wê li beramber van neheqiyan çi bigota ?

Eger firseta rabûna wî jibo katekî piçûk hebûya, hetmen wê bigota; “Na, nexêr ev ne welatê min e, bihêlin ez vegerim tirba xwe!“

Hewlêr/14.12.2009

Rojhat Amedî

Sekreterê berê yê PDK-Bakur

-----------------------------------

بۆ رای گشتی

هەبوونی پەیوەندی لەگەڵ توركیا گرنگ و پێویستە بەمەرجێك لەسەر حیسابی هێزەكانی باكووری كوردستان نەبێت!!

وەكو ئاشكرایە بە درێژایی سەدان ساڵە میللەتی كورد لەسەر خاكی خۆی، لە گشت مافە رەوا مرۆڤی و نەتەوەییەكانی بێبەشكراوە. پێشەنگیی ئەم زۆردارییە مێژووییەش، لەلایەن توركە تۆرانی و عەجەمە فێڵبازەكانەوە بەڕێوەچووە. بێگومان میللەتی كورد لەبەرامبەر ئەم زۆردارییە بێدەنگ نەماوە. مێژووی كورد پڕە لە سەدان راپەڕینی رزگاریخوازنە، كە سەد ساڵەی(20) باشترین نموونەیە بۆ سەرهەڵدانەكانی ئازادیی نەتەوەیی كورد. لەمانە راپەڕینی شێخ سەعیدی پیران، سەید رەزای دێرسمی، قازی محەمەد و سەرۆكی نەمر مستەفا بارزانی، لەو نموونە بەرزانەی بەرخۆدان و خۆراگریی نەتەوەی كوردن.

بەداخەوە، گشت سەرهەڵدانە نەتەوەییەكانی كورد، لەلایەن دەوڵەتە شۆڤینییەكانەوە، كە وڵاتی ئێمەیان داگیركردووە، بەهەموو میتۆدێكی چڵكەنی دژە مرۆڤی لەناوبران. یاخود سەرهەڵدانەكانی گەلەكەمان بوونە قوربانی پێشهاتی كۆنژەكتۆرە سیاسییەكانی جیهان. لە باكووری كوردستان میتۆدی هەرە نامرۆڤایەتی لە ساڵانی 1925 – 1938، لەدژی داخوازییە رەواكانی نەتەوەی كورد بەكارهێنراون. لە ئەنجامدا بە سەدان هەزار كورد كورژان و شوێنی ژیانیان وێرانكرا، وێڕای ئەمەش بە سەدان هەزار كەسی كورد لەسەر خاكیان دەركران، لە خاكی كوردستان دوورخرانەوە، بوونە قوربانی سیاسەتی ئاسمیلاسیۆنی شۆڤینیزمی تورك. لە كایەی ئەم سیاستە نامرۆڤایەتییەدا، لەدوای ساڵی 1938، لە سەرتاسەری باكووری وڵاتمان، لە ئاكامی ئەم شاڵاوەدا، بێدەنگییەك باڵی بەسەر كوردستاندا كێشا.

گەڕانەوەی سەرۆكی نەمر مستەفا بارزانی، هەروەها تێكۆشان و خەباتی ئەو لە باشوور، لەڕووی گیانی تێكۆشانی نەتەوەییەوە كاریگەریی خۆی لەسەر باكووری كوردستان كرد. بەتایبەتی، بانگەوازییەكەی لەپێناوی پێكێهنانی كۆنگرەی نەتەوەیی، لە هەموو كوردستان دەنگی دایەوە. بەگوێرەی ئەو كات، ئەگەر كەمیش بووبێت، بەسەدان وڵاتپارێزی كورد لەپێناوی پاراستنی مافی نەتەوەیی، دەستیان بە خەبات كرد. لەم نێوەدا لەناو ریزی توێژە رۆشنبیر و وڵاتپارێزەكاندا گفتوگۆ دەستپێكرا. بیرۆكەی دامەزراندنی پارتی و دەزگاكانی كورد، لەدوای ئەمەو بە ئاسان گفتوۆگیان لەسەر كرا. دەسەڵاتدارانی تورك لەبەرامبەر ئەم پێشهاتانەدا، هەستیان بەم پێشكەوتنانە كرد، بۆ پێشگیریكردنی پەنای بردەبەر بە هەمان میتۆدە كۆنەكانیانی. بەهۆی ئەم سیاسەتەی توركیا لە ساڵی 1959دا، (50) رۆشنبیری كورد دەستگیركران. بەر لەمەش (500) كەسایەتی لە بنەماڵە ناودارەكانی كورد دەسگیركرابوون، لەنێویشیاندا (55) كەس نەفیكران. یەك لەمانە فائیق بوجاك بوو، كە سەردەمێك سەرۆكی پارتی دیموكراتی كوردستانی توركیا بوو.

دەوڵەتی توركیا بە میتۆدی گرتن Ùˆ نەفیكردن، نەیتوانی پێشگیری Ù„Û• خەباتی وڵاتپارێزانی كورد بكات. لەلایەن ÙƒÛ†Ù…Û•ÚµÛŽÙƒ رۆشنبیری كورد، Ù„Û• بواری راگەیاند، دەستیان بە كار Ùˆ خەبات كرد، لەلایەكی دیكەشەوە ÙƒÛ†Ù…Û•ÚµÛ• كەسێكی رۆناكبیر Ùˆ وڵاتپارێزی كورد، دامەرزاندنی پارتییەكی كوردیان بە پێویست دەزانی. بەم هۆیەوە Ù„Û• ساڵی 1965 Ù„Û• باكووری كوردستان پارتیمان (Ù¾. د. Ùƒ –ت) دامەزرا. (Ù¾. د. Ùƒ –ت) هەر Ù„Û• سەرتاوە قورسایی خەباتی خۆی خستە سەر شۆرشی باشووری كوردستان. لەبەر ئەمەش بووە ئامانجی هەرە سەرەكیی هێزە ئاسایشەكانی دەوڵەتی توركیا. ساڵێك لەدوای دامەزراندنی پارتی، سەرۆكی پارتی پارێزەر فائیق بوجاك بە دەستی ئەرگەنەكۆنچییەكان (Özel Harp Dayiresi) كوژرا. پاشان Ù„Û• 19/1/1968دا گشت كادر Ùˆ بەڕێوەبەرانی پارتی دەستگیركران. لەدوای پەیماننامەی (11) ئادار، پارت Ùˆ لایەنە وڵاتپارێزەكانی تریش، لەلایەن دەوڵەتی توركیا بەمە تۆمەتباركران، ÙƒÛ• هاوكاریی بارزانی دەكەن، سەرلەنوێ بوونە ئامانجی هێزەكانی ئاسایش. ئەم رەوشە تاكو كودەتای سەربازیی 1971 بەردەوام بوو. بەهۆی ئەم سیاسەتەوە ژمارەیەكی زۆری كادر Ùˆ ئەندامانی پارتی Ùˆ كەسانی وڵاتپارێزی كورد دەستگیركران.

من هەڵوێستی دەسەڵاتدارانی باشوور پرۆتەستۆ دەكەم! ئەم پرۆتەستۆیەی خۆم بە رێپێوانێك لە هەولێرەوە تا بارزان رادەگەیەنم. من گلە و گازندەكانم دەبەمە حزوری بارزانی مەزن.

گەلۆ لەهەمبەر هەموو ئەو ناهەقییەی كورد لەگەڵ كورد، ئەگەر ئەمڕۆ بارزانی مەزن زیندوو بوایە، دەبوایە چیی بگوتایە؟ ئەگەر بۆ هەستانەوەی ئەو بۆ كاتێكی كەمیش فرسەت هەبوایە، بێگومان دەیگوت "نا، نەخێر ئەمە وڵاتی من نییە، رێگە بدەن با بگەڕێمەوە گۆڕەكەم!

رۆژهات ئامەدی

سكرتێری پێشوی پ.د.ك باكوور-

14.12.2009

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.