[center][b]GELÊ KURD NE BÊ XWEDÎ YE![/b][/center]
[center][img]http://img134.imageshack.us/img134/4100/15tebaxmi3.jpg[/img][/center]
Gelê kurd di bin geflêxwarina dewletên dagirkerên Kurdistanê de, 25 saliya pêngava 15ê Tebaxê pîroz dike. Di van rojan de têperînek balkêþ di navbera serokên dagirkerên Kurdistanê de tê dîtin. Têperîna di navbera Tirkiye, Sûriye û Îranê de, ne ji xêra kurdan re ye. Kengî di navbera van dewletan de çûnûhatinek wiha çêdibe, tê dîtin ku dek û dolabên nû yên li serê gelê kurd werin gerandin tên plankirin. Bi vê sedemê divê gelê kurd ji her demê zêdetir hiþyar be û di rewþek xweparastinê de be.
Xweparastin mafê herî xwezayî yê hemû heyîneyên li xwezayê dijîn e. Þînatî, ajal û mirov tev, li hemberî xetariyan bi awayek xwezayî reaksiyonê didin der û dikevin rewþa parastina jiyana xwe. Jiyîn mafê herî bingehîn ên heyîneyan e. Her heyîne xwediyê mafê jiyînê ye. Mirovan ev maf piþtî têkoþîneke dijwar û dûvdirêj hilgirtine bin zagonên gelemperî; lê tevî vê jî, li gelek welatan sazûmanên dijmirovî, yên vî mafî nanasin hene. Ev sazûmanên wiha ne tenê li hemberî mafê jiyînê yê mirovan, li hemberî mafên þînatî û ajalan jî êrîþkar û nenas tevdigerin.
Li Kurdistanê her sal destpêka havînê dema pûþ dest bi hiþkbûnê dike leþkerên tirk wê dest bi sotina dar û deviyên Kurdistanê bikin û vê þewatê heta berf û barana derengiya payizî bikeve didomînin. Bi sotina dar û deviyan re hêlîn û kunmalên bi hezaran cureyên ajalên vî welatî jî tên þewitandin. Dema agir bi darisatanê dikeve, gelo kîjan dil dikare guh bide ser axîn û nalîna ji hinava kezeba þînatî û ajalan bilind dibe?
Dagirkeriya desthilatê Kurdistanê bi hovitiyeke dijwar êrîþî ser hemû hebûnên gelê kurd dike. Ji xwe sererd û binerd nehiþtine; tev talan kirine, çelpandine, dizîne û yên mane jî dest danîne ser. Çend kevnareyên dîrokî yên mane jî bi tilama lêkirina bendavan vedikolin û tiþta tê de tev dikiþînin muzeyên welatê xwe; li cihê wê kavilekî dihêlin û çavê dijmin bi wê jî bar nabe, wê dawî noqî binê avê bikin.
Ger tu dixwazî gelekî ji holê rakî, ziman lê qedexe bike, dîroka wê pê bide jibîrkirin û wê bê nasname bihêle… Tiþta bi serê kurdan de tînin jî ev e. Dixwazin wiha bi serê kurdan bînin ku piþtî çend deh salên din ti delîlek ku kurd li ser xaka Mezopotamya jiyane li holê ne mînin.
Kurd ev 25 sal in bi sedema parastina rewa li ber xwe didin. Berxwedana gelê kurd, berxwedanek rewa, mafdar û pêwîst e. Tevî ku ev berxwedan heye, dagirkerên Kurdistanê ti mafên gelê kurd naxwazin binasin. Baþ e, ku ev berxwedan tinebaya wê rewþa gelê kurd çawa ba?
Diyar e ku berxwedana gelê kurd tinebaya, niha bi navê kurd û Kurdistanê zêde tiþtek wê di destê kurdan de nemabaya. Çima?
Ev 25 sal in li Kurdistanê têkoþînek jiyînê di her warî de tê dayîn; lê tevî vê asîmîlasyon û otoasîmîlasyonek mezin li ser gelê kurd tê meþandin. Bi milyonan kurd bi tirkî diaxivin, bi tirkî dijîn û dema ji wana tê pirsîn, di navbera tirkbûn û kurdbûnê de zêde ferqiyê nabînin.
Bi milyonan kurd ji têkoþîna azadiyê bêxeber ango bêpeywendî dijîn. Di nava sazûmana desthilat de cihê xwe digrin. Memûrtiyê dikin, leþkertiya dijmin dikin. Bi hemû peywendiyên xwe bi sazûmana dijmin ve xwe kirine yek û wê bi hêz dikin.
Bi milyonan kurd bi desthilatdariyê re di nava têkiliyên xerab ên xisarê didin nijada kurd de ne. Çete, sîxur, cerdewan, polês, siyasetmedarên di nava partiyên nijadperest de, nokerên dewletê û hwd. Tev di vê beþê de ne û bi awayekî zanistî dijberiya doza gelê xwe dikin. Gelek ji vana bi îxbar an rasterast bi hilgirtina çekan him dijminatiya gelê xwe dikin û him bi vê kiryarê hêz didin jiyîna dewleta dagirker.
Ev rewþa xerab a bi milyonan kurd tevî hebûna têkoþîna azadî û rizgariyê wiha heye; ger têkoþîna azadî û rizgariyê tinebaya, dibe ku tevahiya gelê kurd niha di vê rewþê de ba ya û ji rastiya xwe bi tevahî dûr ketibaya.
Bi vê sedemê, divê gelê kurd baþ têbigihêje nirx û buhayê pêngava 15ê Tebaxê. Ev pêngav di dîroka gelê kurd de, bendek li pêþiya têkçûna hatiye lêkirin e. Mirovên kurd cara yekem bi hebûna xwe û mafên xwe hisiyane. Mirovên kurd bi kiryarên dijmin ên li ser gel û xaka kurd dimeþîne jî bi germahiya vê pêngavê hisiyane.
Îroj ger hinek kurd dadikevin kolanan û doza zimanê xwe, nasnameya xwe, mafên xwe diqêrin, ev bi saya pêngava 15ê Tebaxê ye. Ger îroj zarokên kurdan giyana xwe di ber doza azadî û rizgariya Kurdistanê de didin jî dîsa bi saya vê pêngavê ye. Û ger îroj gelê kurd gihiþtibe asta berxwedana parastina rewa dîsa bi saya vê pêngavê ye.
Dagirkerî bi vê sedemê pir bi hêrs e. Ji xwe dipirse û dibêje; ``Min ev gel kuþtibû, xistibû binê erdê û ser beton kiribû. Ew çawa careke din derket ser ruyê xakê û zindî bû. Na, na. Ev xewneke ez dibînim. Ez vê þînbûnê napejirînim. Divê ew mirî be. Ji bo careke din binerd bibe çi pêwîst be ezê bikim.``
Evqas înkarkirin, evqas redkirin, evqas domandina þer, evqas qirêjkirina vî þerî tev bi vê sedemê ye. Dijmin dibîne ku gelê kurd di hundirê berxwedanê de, xwe vedijîne û ji ber vê diqehire, diteqe û zêdetir êrîþkar dibe.
Li hemû peywendiyên siyasî, aborî, leþkerî û dîplomatîk ên li dagirkeriyê binêrin, tev li ser bingehê redkirin û tinekirina doza gelê kurd e. Kîjan dewlet bêje; `Li Tirkiyê mafên kurdan nayên xwarin, PKK terorîst e!` hikûmet û rayedarên Tirkiyê, dikarin derpiyê diya xwe jî diyarî wan bikin.
Bi pêngava 15ê Tebaxê gelê kurd ji vê cîhana newekhev re dibêje ku; ``Ey cîhana bêbext, we tevan dest da hev û laþê min kir çar qet. Her qetek di bin destê hovekî de kir xulamek bê maf, lal û kerr! Min tovek ji hinava xwe zîl da û bi tîrêjên rojê re da himbêzkirin. Çavên we bar nebûn ku þînbûna min bibînin. Bi potînên xwe we xwest min bipelixînin, katên min bisojînin, cardin binerd bikin. Lê ez bi înada deviyên Kurdistanê li ber xwe didim. Xwe li hemberî êrîþ û bêmafiyên we diparêzim. Di vê parastinê de ezê xwe ji qirêjiya kiryarên we bi agir biþom. Xwe nû bikim. Zindî bibim. Vejînim. Lê hûn her ku biçin, wê kevnare bibin, birizin; di nava hêrs û bêmafiya xwe de, goþtê laþê xwe bixwin û tine bibin…``
Gelê kurd bi vê sedemê sipasdarê amadekar û pêkanêrên pêngava 15ê Tebaxê ye. Her çiqasî gelek kurdên xwe zane dihesibînin, lê ji rastiya gelê kurd dûr in, dixwazin aliyê þer ê pêngava 15ê tebaxê derxin pêþ û wiha, wê ji cewherê wê vala bikin, mezinbûna wê kêm diyar bikin jî, nikarin bi serkevin. Ji ber ku pêngava 15ê Tebaxê ne tenê pêngavek leþkerî ye. Ew pêngavek rûmetî, exlaqî, felsefîk, etîk, estetîk û jiyanî ye.
Bi vê pêngavê gelê kurd û Kurdistanê ji bêrûmetîkirina dagirkeriyê re dibêje; `Êdî Bes e!` Bi vê pêngavê gelê kurd ji hilweþîna di warê çand, ziman, wêje, tore, exlaq, namûs, felsefe, dîrok, nirx, maf û hemû hebûnên mirovan dikin mirov re dibêje; `Êdî Bes e!` Bi vê pêngavê ji qirkirina dijmin a rojane li ser gelên Kurdistanê dimeþîne re dibêje; `Êdî Bes e!`
Bi vê sedemê pêngava 15ê Tebaxê, roja destpêkirina þoreþa gelê kurd a di her warî de ye. Ji mafê gelekî bigir, heta mafên jinê, mafên yek yek mirovan, mafên þînatî, ajal û xakê, mafê jiyîna hemû heyîneyên li ser xaka Kurdistanê tê rojevê; lêpirsîna van tê kirin û ji bo bidestxistina van têkoþînek parastinê tê dayîn. Ji bo vê jî di warê bîrûbawerî, raman, hest û giyanî de xwenûkirinek mezin, vejînek mezin tê jiyîn. 15ê Tebaxê ev vejîn e. Bi vê sedemê gelê kurd bi pêngava 15ê Tebaxê bi kurdbûna xwe dihise. Bi hebûna xwe, bi mafên xwe dihise. Bi hisînê jî namîne dest diavêje pirtûk û çeka xwe; xwe zane dike û li ber xwe dide. Ev bi tena xwe serkeftinek herî mezin e. Bi vê sedemê pêngava 15ê Tebaxê bi destpêkirina xwe, serkeftin bi dest xistiye. Ew ji gelê kurd re bûye piþtqewînî.
Beyana vê pêngavê, beyanek qêrîna vê rastiyê ye: `Gelê kurd ne bê xwedî ye. Dema dilê we bixwaze hûn nikarin wê înkar, red û tine bikin. Ger ev gel ji holê bikaribe were rakirin jî, wê ev yek di nava bêdengiyê de pêk neyê. Bajar bi bajar, gund bi gund, kolan bi kolan, dar bi dar, devî bi devî, kevir bi kevir, kanî bi kanî bi hemû hebûna xwe wê li ber xwe bide û têbikoþe. Ger mirinek wê hebe, wê bi rûmet be, bi têkoþerî be!`
25 saliya Pêngava vejîna kurd û Kurdistanê gelê me û li mirovahiyê pîroz be!
[b]HESEN HUSEYîN DENîZ[/b]
Welleh bi serê min û Te, gelê kurd bêxwedî maye!