[b]Firrokeyêt şerrî yêt Turkîye bombe barandin ser serhildayêt Kurd li bakûrê Iraqê[/b]
[img]http://www.voanews.com/kurdi/images/AFP_Turkey_PKK_attack_2103.jpg[/img]
[i]02/05/2008[/i]
http://www.voanews.com/kurdi/2008-05-02-voa1.cfm
Leşkerê Turkîye dibêje firrokeyêt şerrî yê Turkî êrîş kirine ser bingehêt serhildayêt Kurd li bakûra Iraqê ku ev çende pişkeke ji berdewamîya hêrîşêt leşkerê Turk dijî Partîya Karkerên Kurdistanê anku PKKê.
Di daxuyaniyekê de îro heynî leşkerê Turkîye got hemu firrokeyên wê bi silametî gehêştine bingehêt xwo piştî ku li devera Qandîl ya li bakûrê Iraqê êrîş birine ser armancên serhildayan. Daxuyanî behsa tu zîyana canî nake.
Eve dinav heftîyekê de kiryara duwê ya bi firrokan e ji alî leşkerê Turk ve. Firrokeyên Turka ji nîvê meha 12 ya par were heta niha çendîn car êrîş birine ser cihên PKKê li bakûrê Iraqê.
Ankara PKK gunehbar dike bi bikar înana bingehêt wê li bakûra Iraqê jibo êrîş kirina ser başûrê rojhilata Turkîye.
Turkiye bo demek dirêj ji karbidestên Iraqî xwestibû ku kiryarê bikin li dijî serhildayan.
Roja pêncşemê karbidestekî bilindê Turkîye Ahmet Davutoglu danustandin kirin li Bexda digel serokwezîrê hikumeta Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî ku eve cara yekê ye kombûneke karbidestên bilind yêt Turk digel rêberêt Herêma Kurda li bakûra Iraqê têne kirin.