Ana içeriğe atla
Submitted by Bîşar Norşîn on 30 November 2009

Di zaroktîya meda me gwih dida sohpeta mezinan, taybetî sohbetên derdora rojingê an tendurê xweş dibun, dura bi derketina sobeên “modern“ di mehên zivistanên yên dirêj da, sohbet li derdora sobeên vêketî dihatin kirin. Mehên havîne piranîya sohbetan di bina dara bîyêda dihatin kirin, berkû sîha dara bîye xweş bu. Rojekê rojan Apê Hesen, Kirîv Elî û Cîran Şah Heyder sohbet dikirin, mejî durva gwih dida sohbeta wan. Sohbet esasî mabeyna Apê Hesen û Kirîv Elî va derbaz dibu, Şah Heyderê feqîr ekserîyet weku me gwih dida wan, bona axaftinê dora wî hîç nedihat.
Apê Hesen digot: biray Elî dema ez çum eskerîyê ez li Erzoromê teslîm bum sê mehan li wê mam, dura ez çum Edenê, tişte kû min Erzoromê dît, emrê xwe da qe tû carekê bîrnakim, li Erzoromê meydanek mezin heye, li vir naxir tête firotin, li wê derê min cangayek dît ewqasî xwirt bu kendirên papuran dibizdan, xwedîyê wî desta helak bu. Ezbenî ew kendirêke papur dihatin giredan weku xaw kiribun suyê wî cangayî, dema ew hers dihat çep û rast suyê xwe vedişand û kendira suyê xwe diqedan, sturîya kendirê vera pere nedikir. Kirîv Elî digot: dema ez Stembolê bum Sultan Vahdettîn Xan teze çubu, min li Gwilxanê morîstankek (mihruyek/geleyek) dît, gema hespê kiribun suyê wî û ew zînkirîbun, du kes li paşhevada lê sîyarbibun, morîstank ewqas xwirt bu qe nedizanîya kû du kes li pişta wî sîyarin, digotin ew morîstan ji Efrîqayê anîne. Sohbeta wan geşdibu, Şah Heyderê feqîr nidizanîya çi beje; cangayê kû kendira papurê diqedîne, morîstanke kû du kes lê sîyardibin! Dura Kirîv Elî berdewam dikir: ezbenî min emrê xwe da gelek mîrov naskirin, feqet min weku kwirê apê xwe Zilfî, mêrekî xwirt nasnekir. Tu zilfî nasdikê, dema ez Stembolê bu, ew jî li wê dixebitîya, heft cara li ser Gewrîya Stembolê bi ajnekirinê (melevanîye) bi vî alîya diçu wî alî û dihat, bê rawestan, dema ji behrê derdiket çan ji dîya xwe teze bibuya, mandîbun qe tu pîyê wî va nediçu, dura ew wê şevê heta şefaqa sibe nezîkî penc xanimên Stembolî dibu, kefa xwe dikir û wanra dirazîya, sibeda radibu û bê rewastan diçu kar. Şah Heyder diket nava heyîrîyê, mit û mat dima: heft cara bi melevanî li ser Gewrîya Stembolê çuyîn û hatin, dura bê rawestan şevekêda li gel penc xanimên Stembolî razan! Şah Heyderê feqîr, jimara jina xwera nezîkbunê dianî bîra xwe û diket nava pozxînîyek mezin. Sohbet bi şiklî berdewam dikir, derewkirin bê sînor bu, sînorê rastî û nerastîye radibu, feqet ziman xweş bu kesek ji wan bezar nedibu, gor gwihdana gwihdaran wan niqira derewên xwe bilind dikir anjî dadixistin jêrê.
Apê Hesen, Kirîv Elî û Şah Heyder bo çi hatin bîramin? Baverim du sal berîpêş bu, min rojnameyên Tirkî girtibun destên xwe û wan dinerîyam, yêkî puntoyek mezin nivîsîbu; Leşkerê meyê Erdê, dora damezrandina 2216 salîya xwe bi seremonîyên mezin pîrozkir. Min got ew çewt hatîye nivîsandin, rojnameyên din nerîm, min xwest derheqa vê pîrozkirinê da xeberên din bixwînim. Rojnameyên din jî ew xeber li ser rupelên din dabun, jimar nedigorîya, ez dîn bum, min xwe xwera got: an ez dînim, an jî ew hemu... Ew leşker, leşkerê Komara Tirkîya bibuya, ji sala 1923 virda hatibu damezrandin, ew jimar dernediket, leşkerê Osmanîya buya, pbÎ*1299 virda bu, ew jimar dernediket, dura pbÎ Hîcreta Mihammed Pîxamber hate bîramin, ew tarîx jî pbÎ* 622 virda bu, dîsa ew jimar dernediket. Destpêka leşkerê Komara Tirkîya, bi destpêka Komarê nebu, bi destpêka Osmanîya nebu, bi destpêka Hîcretê jî nebu. Balam vana leşkerên kê bun û alîyê kê va hatibun damezrandin? Mecbur mam min neşrîyatên Leşkerê Tirkîya peydakirin û xwendin. Di van neşrîyetanda tête gotin kû, dîroka wan da yekhemcar Mete Xan, bbÎ* di sala 209 da Lêşkerê wan yê Erdê damezrîye û rêxistîye.
Derewek wusa: Mete Xan di dîrokêda yekhemcar leşkerê Tirka rêxistîye!!! Mete Xan kîye? Ew serdarê gelê Hun bu, bi navê Mao-tuns tê nasîn, dîrokvanê Çînî vîra dibêjin Mo-To, wekî din di dîrokêda navê wî û Oxuz Xan ra yek tête karanîn, navê wî yê din Batagîr û Batur Tengriqut in. Bavê wî Tu-men Tengrîqut(Teoman) bu, wî dema dara xwe da eşîrên Xiong-nu / Hsiung-nu di bin federesyonekê da yêk kirîbu. Mete Xan bi xwe ra digot: Batir Tengrîqut (Sîwarîyê Ezmana). Berku ew ji mîrovetîyê durbu bavê wî dixwest li paş mirina xwe, kwirê wî yê piçuk bibe serdarê Hunan, ji ber vê ji xwe dur xist ew rêî Yûe- çî kir. Mete Xan sergede bu, li ber bavê xwe derket, dijî wî komployek darxist û ew di bin barana tîrên şerkerên xwe da kuşt, bavê xwe bi çavsorî kuşt, dura birayên wî jî wîra bun qurban. Wî sînorê xwe alîkîva heta Çemê Zer alîyê din va heta Sîbîrya, Qirgîzîstan û Tûrkîstanê fireh kir. Ew dîrokêda yek ji xwînxwertirîn serdarane, gelê Çîne, Mogolîstanê, Qirgîzîstan, Tûrkîstan û Sîbîryayê dest wî da ax û zar mane.
Erê kûştdarê bav û birayê xwe, Mete Xan, Komara Tirkîya, leşkerê wan û rêxistina wan ya yekhem. Hun naha dizanin leşkerên dagirkerên Tirk kê damezrandîye û rêxistîye.
Ewqas dibe, ne wusa?! Bravo ji wera ronakbirên Tirk, serkevin bi vî şiklî serkevin!

Bîşar Norşîn
29.11.2009
*pbÎ (paş buyîna Îsa)
*bbÎ (berî buyîna Îsa)

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.