Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 13 July 2009

EM PIŞTEVANÎYÊ NAKIN KU KERKÛK BIBE ÇAR DEVERÊN HILBIJARTINAN

Peyamner PNA

Sebah Caf / Baxdad – Endamê encûmena nûnerên Iraqê Mehmûd Osman ragihand, ku Kurd piştevanîyê nakin ku Kerkûk bibe çar deverên hilbijartinan. Mehmûd Osman weha jî da zanîn, ku alîyên beramber dixwazin, ku di dema serhejmarîya bajêrê Kerkûkê de navê neteweyan nehê nivêsandin û berî hilbijartinan jî ji bo hemûyan kursî wek hev bihên dîyarkirin...

Endamê encûmena nûnerên Iraqê Mehmûd Osman ê ku ser bi lîsta hevpeymanîya Kurdistanî ve ye di daxuyanîyeka taybet de ji PNA re ragihand, ku berî niha û niha jî Kurd li dijî li paşxistina hilbijartinan bûne li bajêrê Kerkûkê û li paşxistina hilbijartinan jî li ser daxwaza alîyê Erebî û Turkmanî bûye û hiceta wan jî ew yek bûye ku Kurdan guherînên dîmografî kirine.

Mehmûd Osman weha jî da zanîn, ku ev du salin em çaverêya wan dikin ku ew ewan navan bidin me ewên ku xelkê bajêrê Kerkûkê nînin û hatine nav bajêrê Kerkûkê, belê heta niha ewan navek jî ji bo me neanîne. Mehmûd Osman weha jî got, ku hejmareka gelek ji xelkê Kerkûkê li bajêrê Hewlêrê û Silêmanîyê ne û heta niha jî nevegeriyane Kerkûkê.

Mehmûd Osman weha jî da xuyakirin, ku alîyê Erebî û Turkmanî li dijî refrandumê û serhejmarîyê ne, ji ber ku ew gelek baş dizanin ku heger serhejmarî bihê kirin, dê Kurd bêtir bin ji wan û her ji ber evê yekê ye jî li dijî destûra herêma Kurdistanê, maddeya 140, refrandumê û serhejmarîyê ne.

Mehmûd Osman weha jî aşkira kir, ku alîyê Erebî û Turkmanî daxwazin, ku li bajêrê Kerkûkê kursî ji bo hersê pêkhatan wek hev bihên dîyarkirin û çen kursîyek jî ji bo Kristiyanan bin, belê pirs ew e heger kursî bihên dîyarkirin hilbijartin bo bihên kirin?

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.