Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 5 December 2008

Di serdemên kevn de ola Cuhîyatîyê ola tekane bû di çarçoveke wesenî de. Vê olê nasnameya xwe ji wê cudahîya sade û dîyar wergirt. Lê li çerxên navîn li rojava û cîhana îslamî ev çende bi dirustî hate guherîn. Cuhîyatîyê xwe dît di çarçovaya yêkîtîyeka Îslamî an jî nîmçe yêkîtîya mesîhî de.. Ev çende bû egera jêbirina nîşanên vê olê... Ji ber vê çendê zanayên Cuhîyan hewl dan valahîyekê di navbera Cuhîyetîyê û endamên olên din de peydabikin. Pirtûkan wan a hejî bi giruvekêşî(Talmud) berhemê wê hewldanê bû. Di vê demê de pênasîna Şerî'hetê(Halaxah) bo nasnameya Cuhîyayetîyê peydabû û Cuhî hate pênasekirin, ku ji dayîkeke Cuhî ji dayîk bibe, Cuhî ye..(1) Ev pênase her ji peydabûna Cuhîyatîya Haxamî li destpêka çerxên navîn heta destpêka çerxa nozdeh gellek berbelavbû.. Ev pênaseya, pênaseka olî û regezî ye.. Ev yeka hanê bû sedema girûgiriftan di peywendîyên li gel ol û netewên din de.. Ew giriftar ji ew e, ku her kesekî ji dayîkeka Cuhî bibe, dê Cuhî bimîne û heta ew amojgarîyên ola Cuhîya cihbicih neke, ango ew bi ramana regezî Cuhîye..

Lê ew kesê bibe Cuhî, li ser wî pêtvîye ew hemû ferman û xwejêdanepaşên ola Cuhîyayetîyê cihbicih bike. Ango, bi derbirîka din pêtvîye ew kes bi ramana olî Cuhî be.. Ev jî dibe giriftarîyeke din, ji ber ku hejmara ew kesên ku dibûn Cuhî heta radeyekê kêm bûn.. Ji bilî vê çendê ev pêywendîya mukume, ango her Cuhîyekî ola xwe bihêle, li ser wî pêtvîye ew biçe li ser oleke din û ligel civakeke derekî têkel bibe û bi dirustî di nav de bihele. Û bi vê çendê giriftarîya navbirî çareserdibe. Feylesofê Holandî Spinoza yekem Cuhî bû, ku ola xwe Cuhî hêla û neçû li ser oleke din. Ango ew yekem kesê bi regezê Cuhî, laîk bû..(2) Lê pênasa Sîyonî Cuhîyetîyê ew e, ku Cuhî wek endamekî regezî cuda tête hijmartin . Ew dibêjin (regezê Cuhî) Cuhî regezekî cuda tê hijmartin û gellek ji pêşewayên Cuhîyan. Cuhîyayetî wisa pênase dikin, ku dozeke peywendîya bi xwînê ve heye û pişt bestin li ser vê çenda borî, hizirvanên Sîyonî û Cuhîyan dibînin ku hevjîna ligel biyanîyan dibe egera têkçûna regezê Cuhî û kargerîyê li ser dewleta wan a netewî bike. Lê dest ji vê pênasê hate berdan. Ew jî ji egera nezanistîya teorîyen regezî û nepesindîya wan li Ewrupa, bi taybetî piştî pêşewayê Almanî Hîtler karî bi rêya wan teorîyan jenosîd li dij Cuhîyan li Almanya û dewletên din ên ketib^yn li jêr kontrola wî, encam bide.
Ji ber vê yekê tîmek ji Sîyonîyan dibînin, ku Cuhî komeka pêkvegirêdayîne û mêhûyeke hevpişk û jêkdabirî heye.. Hindek peywendîyên çandî(ne ên regezî) ên bê hevta bir dirêjîya nêzîkî çar hezar salan di navbera Cuhîyan de hebûn..

Her wisa xwedanên arasteyeka olî a Cuhîyayetîyê, Cuhî li ser binemayê hinde pênase kir, ku jêderê nasnameya Cuhî a netewî olî ye û nabe cudahî di navbera netewîyetîya Cuhîyayetîyê û bawerîya Cuhîyayetîyê de bête kirin.(3)
Ji layekî din ve, ev xwendin û vekolînên pesneyî û ramyarî û civakî ne(4). Ji bilî vekolîna lekolînerê Almanî Eric Brauer( ?) li dor Cuhîyên Kurdistanê pêrabû û ji alîyê vekolînerê etnolojîyê ê Cuhî, Rafeayel Batay hatîye temam kirin.(ev lêkolîn ji alîyê Dezgahê Aras-ê ve hatîye çapkirin)(5)..
Vekolîna Brauer û piştî wî zêdekirinên Rafeayel Batay , behsa çawanîya veguhestina Cuhîyên Filîstînê ji bo Kurdistanê ku bi destên Aşurîyan bidîl hatine girtin, nehatîye kirin.. Lê di vê vekolînê de piştbestin li ser vekolînên gerokên Cuhîyan hatîye kirin, ku li seran serî Kurdistanê geryane.. Xema wan a mezin li dûv gerîyan bû li wan her deh babikên Cuhîyan... Ew babikên ku winda bûn. Ji ber vê çendê Brauer, vekolîna xwe ji destpêka çerxê 12-ê zayînî a ve destpêkiriye. Wê dema li sala 1171-ê z. Bunyamin Bin Bune El Tisilili El Andelusi bi gerîyana xwe ji bo Kurdistanê destpêkiriye..(6) Lewra pitir ji 1500 sal ji mêjûya Cuhîyên Kurdistanê di tem û mijê de ye.. Pêtvîye bi xwendin û vekolînên kûr e, daku ev tem û mijîya li ser vê dîroka dirêj rabibe.. Ez bawer nakim, ku ansîklopedîya Cuhîyan bikare tozê li ser vê mêjûya heta radeyekê nedîyar rabike..

CUHÎYÊN KURDİSTANÊ Jİ ÊXSÎRKİRİNÊ TA MİŞEXTÎBÛNÊ

Dom dike....

Wergêr: Rojgar Merdoxi

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.