Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 11 November 2008

di Konferansa li ser Şêx Fexrê Adiyan ....

Kemal Tolan

di Konferansa li ser Şêx Fexrê Adiyan û di pîrozbahiya 15 emîn salvegera damezirandina Mala Êzîdiyan ya li bajarê
Oldênbûrgê de, nesaxî û xembariya dilê min nehîşt ez biaxivim.
Xuşk û birayên di komîta birêvabira Mala Êzîdiyan ya li bajarê Oldenburg ê de ne,hûn jî dizanin ku ez gelek caran dibêjim, gava em rastiya pêdivî û peywendiyên netew-civaka xwe nas bikin û li xwe mikur bên, em dikarin baştir çande û zimanê Kurdî(Êzdiyatiyê) biparêzin, civaka xwe gav bi gav biguhêrin û xwe bi pêş ve jî bibin.
Raste, min di destpêka meha nîsana vê sala 2008 de bihîst ku we endamên komîta birêvabira Mala Êzîdiyan Oldenburg` ê bîryar daye û dixwazen di navbera 31 a Çiriya pêşîn û 2 yê Çiriya paşîn de pîrozbahiya 15`emîn salvegera damezirandina Komela Çande û Dînê Êzîdiyan pîroz bikin û di nav van rojan de jî konferansekî zanistî û lêkolînî li ser qewl, dua û beytên me yên pîroz û bi taybetî jî li ser zaniyar, fîlosofî û wêjeya Şêx Fexrê Adiyan derbas bikin.
Vêca, weke ku hûn jî dizanin, min ji ber gelek sedeman nikaribû di herdû rojên çalekiyên pêşîn de amade bivim. Ji xwe we jî dît, gava ez di roja sisiyan de hatim û min di dawiya her kesî de mafê axaftinê girt jî, ez gelekî bi xembar bûm. Mêvan û beşdarên civînê jî dîtin ku min ji ber wextê kin û bilindaya lêxistina dilê xwe yê ne sax jî nikarîbû gilî û gazinên dilê xwe de ji we, axaftvanên semîneran, beşdar û mêvanên birêz re bînime ser ziman.
Ji ber wê jî, ez dixwazim niha hinek ji wan gilî û gazinên xwe dîsa jî ji we û axevtvanên semîneran yên rêzdar ra bi niviskî bibêjim:
Hêjayan!
Bi dîtina min, hûn endamên komîta birêvabira Mala Êzîdiyan Oldenburg`ê di pêkanîna çalekiyên xwe yên ku di navbera 31 a Çiriya pêşîn û 2 yê Çiriya paşîn de ji bo Konferansa li ser zaniyar, fîlosofî û wêjeya Şêx Fexrê Adiyan û pîrozbahiya ji bo 15`emîn salvegera damezirandina Mala Êzîdiyan ya li bajarê Oldênbûrgê çêkirin de ne gehîştine gelek armancên xwe û sedema vê yekê jî ew e ku we gelek giringî nedane emeka zahmetkêş, xizmetkar û endamên Mala xwe.
Ne şixwe, wekî ku we pîrozbahiya 15`emîn salvegera damezirandina Mala Êzîdiyan ya li bajarê Oldênbûrgê çêdikir, pêwîst bû ku we di nirxandinên xwe de ev xal û babetan ji bo beşdar û mêvanan êşkere bikrina:
Yanî we ji me re zelal bikirina:
ka Komela Çande û Dînê Êzîdiyan bi fikir, berxwedan û serîhildanên kîjan endaman hatiye damezirandin,
kî ji nûner, xebatkar û endaman singa xwe deye ber gelek zor û zextên hatine serê rêvebir û avakirên Mal-Komelê,
kîjan endaman ji bo parastin û pêşvebirina ziman-ola kurdî û li dijî asîmîlasyonê tekoşîn dane,

kî ji wan bi mal-pere û keda xwe tevî qampaniya avakirina xaniyê Malê bûne û ji ber çê birêvebirên Malê hêjî nikarin deynên van endaman li wan vegerînin,
kî ji endaman gemar, bermayî û feraxên ne endamên Malê paqij kir, dike û hêjî stûnên vê Malê ne,
gelo we kîjan qîz, law, dê, bav, oldar, heval û dostên Mal-komelê hêjayî xelata parastin û pêşvebirina urf-adet, rê-resim, qewl- dua-beytên pîroz yên babçekên Êzdiyan(yên mîna Şêx Fexrê Adiyan û hwd. ) çande û zimanê kurdî dîtin,
ji ber çê gelek ji van qîz, xort, jin, mêrên Êzdî(binêren li wêne..) û dostên Êzdayetiyê ji Malê dûr ketine, dikevin û hezkirina wan ji Malê re çênab e

û
we da xwanê ka çima piraniya endamên Malê di van çalekî û pîrozbahiya 15`emîn salvegera damezirandina Mala Êzîdiyan ya li bajarê Oldênbûrgê de amade nebûn e?

Di der heqê Konferansa li ser zaniyar, fîlosofî û wêjeya Şêx Fexrê Adiyan de jî min dixwast van agehdariyan bigrim anjî van guman û pirsên xwe bibêjim:
Dilê min dixwast bizanibim ka,
1 tu kes dizane gelo Şêx Fexrê Adiyan zaniyar, fîlosofî û wêjeya ya kurdî jî kîjan ilimdaran girtiye ?
2 Çi pêwendiyên Şerefedînê ji binemala Şêx Fexir-kurê Êzdîne Mîr û Şerefedînê kurê Şêx Hesen bihevûdinê re hene ?
3 Di nava rê û resmên Êzdiyatiyê de çi rolên Şerefedînê Şêx Fexir(kurê Êzdîne Mîr) hene ?
4 Ka cudatiya di nava Şêx Fexirê Adiyan û Melik Fexredîn de çi ye?
5 Gelo cudatiya di nava Melik Fexredîn û Melik Şêx Sin de çi ye?
6 Çend berhemên Şêx Fexrê Adiyan hebûn,
heta vêga çend ji wan hatine weşandin ,
çima ew zaniyar, fîlosofî û wêjeya wî di nav kurdan de baş nehatiye nas kirin,
ji ber çê hinek dîrok zane û wêjevanên Kurd nikarin anjî naxwazin berhemên wî di nav gelê Kurd de bêne nas kirin?
Her weha hêvîdarim her kes bizani be, baweriya me Êzdiyan ya bi Xwe(Ez)da nasînê, reseniya ilm, batinî û ola xas-babçekên me Êzdiyan(çi yên berî û piştî Şêx Fexrê Adiyan hatine) ku hîmdarên ruhê Kurdewariyê ne wê her berdewam bive.
Ez bawerim gelek ji mêvan û guhdaran jî bihîstên û dîtin ku wan çend gotinên di rexnên min de hûn mecbur kirin ku hûn di dawiya civînê de navên çend zahmetkêş û amedekarên Konferansê bînine ser ziman.

Bê guman, gava ez bersiva van nêrîn, daxwazî û pirsên xwe ji we bi niviskî anjî di nava wan gotar û mijarên Konferansê yên ku hûn dixwazin mîna pirtûkekê bi weşînin de jî bivînim, ezê zêdetir dil xweş bivim.

Bila Xwedê û hemû xasên Êzdiyan alîkarên me bin!

Silav û hurmet

Birayê we Kemal Tolan
Endamekî damezirê Komela Çande û Dînê Êzîdiyan û redaktiona Dengê Êzîdiya ya Kevn e.

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.