Ana içeriğe atla
Submitted by Bîşar Norşîn on 15 April 2010

DAXAWA Lİ ANATOLÎYAYÊ BAJARÊ SAMSUNÊ AHMET TÜRK BÎVİLA KURDAN CAREK DİN DA ŞİKAND

Dema min xebera êrişberdane sergerdeyekî dijî Ahmet Türk xwend gelek xemgîn bum. Him ber xwe, him ber Ahmet Türk, him jî ber gelê Kurd va çum. Ez dibejim “êrişberdana sergerdeyeki“, feqet rasteyetî bi şiklekî dine: ew êrij alîyê dewleta dagirkerva organîze hatiye kirin, tenya karê kesekî nîne. Mesaja Dewleta Tirk, bo Kurda ewe ku; em her tim dikarin bîvîla we bişkînin, dengê xwe zede dermexin. Berêz Ahmet Türk ji salan virda li ser xetekî şaş dimeşe, hevîya wî ewe ku; Dewleta Tirk ya dagirker bibe dewleteki demoqratîk, mafê Kurda qebul bike, aştî û mirovetî bete nava gelê Anatolîayê û Kurdistanê. Xebate wî bona pînekirina parçeyê Kurdistan yê herî mezin ji Tirkîyê va ye. Ew û yên derdora vî dixwezin Kurdan Tirkîyê va bidin zeliqandin, çan hinek Kurdên me li Başur, parçekî Kurdistanê dixwezin İraqê va bidin zeliqandin ew ji li gel pîlên Partîya Kemalîstên Kurdistanê, dixweze Başurî Kurdistan Tirkîyê ve bide zeliqandin. Heyfa te Ahmet Türk, heyfa te!

Me heta naha çi xer ji Tirkîyê dît, em çi xerê ji İraqê bibînin? Mana “Tirkîyeyê“ : malê Tirkanê. Ahmet Türk li ser “malê Tirka“ dixweze xwedî bax bostan û mal be, ma ew dînin vê mecalê bidin te? Wan hebuna xwe li ser tunekirina Kurda avanekir? Îro jî ew proses dîsa berdewam nîne? Qezîyek me Kurdan heye, te gotin ku; him ji derê bu him jî mizgeftê. Ahmet Türk naxweze ji Tirkîyayê be, her roj di nava Depresîyona Syndroma Swede dipejike û dilerze, pîçek ji vê syndroma durbiketiya, li paş zîndankirina Dîyarbekirê hemu peyvendîyên xwe li gel Dewleta Tirk ya dagirker dibirîya, xwe serbilind dikir û berê xwe dida Kurdistan. Banga dawîyê ya Şex Saîdê Pîran, Xalit Begê Cibrî û ya Seyît Rizoyê Dersîmî bianî bîra xwe dikarîya bi ruhmet bijî û xwe bona Parlemena Kurdistanekî serbixwe amade dikir. Ahmet Türk ji Kurdistanek Serbixwe gelek dure, gelê Tirk û dewleta wan wî qebul nakin, îxtîrama wî nagirin, bi telafone çend zingil ledan anjî çend beyanê puç yên weku Denîz Baykal vê rasteyetîye nagorê. Ji ber vê bawerim Ahmet Türk him derê bibe him jî mizgeftê û bê îman biçe. Daxwezîya Partîya Kemalistên Kurdistan jî vaye, wan tişte ku anîbun serê Vedat Aydin, Musa Anter, an jî Hîkmet Fîdan bînin serê Ahmet Türk ji.

Dagirkerên Tirkîya heta naha Kurd kişandin ser mîndera xwe û wan gav bi gav bê taqet dikin. Bi girtina enerjîya Kurda, dixwezin li ber Kurdistanek Serbixwe bisekinin. Heta naha wan top li ser sê “partîyê Kurdan yên mezin“ xistin. Partîyên weku “HADEP, DEHAP û DTP hatin girtin. Li paş her girtinekê, Partîya Kemalîstên Kurdistanê zedetirîn serket, kadirên dewletê gav û gav hemû kunc girtin bin kontrola xwe. Mixabin îro BDP sedansed di bin kontrola wan daye. Hebuna mîrovên weku Ahmet Türk vî tiştî nagore. Dewleta Tirk, dixweze Kurda bi sîyasetmedarên “Kurda“ bide fetisandin, ji ber vê BDP didin pêşîya Kurda. Kurda bi biratîya Kurd û Tirka va didin xapandin. Çi biratî çi biratî? Ez li vir carek din dibejim: bi bivîl şikandina me gelek xemxînim, çawa Ahmet Kahraman bona kulm xwerina Berêz Celal Talabanî li Enqarayê, gotubu: “baş bu te kulm xwer, baş bu li te dan, ma çi karê te heye tu te Enqara, tu hîç fedî nakî?“, îronîş ji bî ez nabejim “Berez Ahmet Türk, baş bu li tedan, ma tu şermnakî, diçî Samsune, tu şermnakî hîna nava Parlemena Tirkîyayê dimînî û Kurda bi zorê Tirkîyayê va dizeliqînî?“. Dostanîya rastî, aşitîya daîmî bi Kurdistanek Serbixwe va derbaz dibe, bila kesek xwe û gelê me nexwepîne. Çawa du û pêr xerek bo Kurda di Dewleta Tirk da tunebu, diwaroj da ji, qe tu xerek Dewleta Tirk da tunebe. Werin vî alî; di nava şeqên dagirkeran da lîhistin pevîste karê Kurda nebe. An jîyanek bi ruhmet, Kurdistenekî Serbixwe, an jî xulamî, xidamî û bê ruhmet di bin lepên dagirkeranda jîyan. Xencî û xirabî di destê we daya bîrmekin!

Bîşar Norşîn

15.04.2010

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.