[b]ÇIMA?[/b]
[img]http://www.zaxovoice.net/images/articles/2008_01/229/u1_hesen.jpg[/img]
Di cîhanê de hêzên berjewendiyên wan li dijî hev, dema pirsgirêka kurd tê holê, hemû nakokiyên xwe li aliyekî dihêlin û li ser dijberiya kurdan hevalbendiyê saz dikin. Çima?
Kurd di cîhanê de ewqasî tenê hatine hiştin ku, her roj tên lêdan, girtin, kuştin, bombebarîn û qirkirin jî kesek dengê xwe dernaxîne. Dev jê berde dengê xwe derxînin, zêdetir alîkariyê didin ku ev zilma li ser kurdan bicih were.
Gelê kurd di dîroka xwe de, gelê herî mazlûm e; ji ber ku xisar nedaye ti gelên din. Dagirkerî nekiriye, desthilatdarî nemeşandiye, zordarî li ser kesî nekiriye, mafê ti gelan nexwariye, çavê xwe bernedaye mal û milkê ti gelî.
Tevî vê rastiyê, dîsa jî desthilatên cîhanê û cîhan bi xwe ji bo qirkirina kurdan çi ji dest wana tê texsîr nakin. Ev ecêbeke vê cîhana em tê de dijîn e. Cîhan dinêre ku ev gel mazlûm e, sernerm e, reben e; dibêje, `Kê dît, bila lê bide!`
Ger gelê kurd cirnexweş ba ya, ger dagirkerî bikraya, ger zilmdar û desthilat ba ya, wê xov û tirs jê bikrana û ewqasî li ser serê vî gelî nebûna yek û êrîş neanîbana ser.
Niha, divê mirov bipirse, bê Dewletên Yekbûyî Yên Amerîka û Komara Îslamî Ya Îranê gelo bi çi xwe digihêjin hev ku li dijî kurdan hevalbendiya qirkirina kurdan saz dikin?
Roja 1ê Gulanê, cejna Karkerê cîhanê şûna bi aştî, demokrasî, biratî were derbaskirin, hêzên ewlekarî yên dewleta Tirkiyê bi dar, jop û çekên jehrî fermana gel rakirin, bi dehan birîndar kirin, bi sedan avêtin zîndanê. Bi panzêr û tanqan bi ser karker û kedkaran de meşiyan, provoke kirin, li wan dan.
Bi roj ev kirin, bi şev jî firokeyên xwe yên şer rêkirin ser çiyayên Kurdistanê; bombe barandin ser wargehên gerîlan. Dagirkerî bi vê yekê dixwaze ji gelên Tirkiyê re, ji gelê kurd re vê peyamê rêbike:
`Ezê roja cejna we jî li we bikim jehr û bombeyan bi ser we de bibarînim!`
Di vir de, ji dijminê dagirker zêdetir mirov divê li hevalbend û piştgirên wî binêre. Gotinek kurdî heye, dibêje, `Agir bi te ketiye, çi dûman ji wî diçe!`
Rewşa Tirkiyê jî wiha ye; agir bi Tirkiyê û Îranê ketiye lê dûman ji Amerîka û Îsraîl diçe! Kanî qaşo Amerîka û Îran dijminê hev bûn. Ka Amerîka `Şeytanê Mezin` bû? Ka Îran xetereya herî mezin a li hemberî `Siyonîzm û Amerîka` yê bû?
Emê niha çawa bikaribin baweriya xwe bi van dek û dolabên emperyalîzmê bînin? Dibe ku di navbera Îsraîl, Amerîka û Îranê de; dîsa di navbera Îran û Tirkiyê de hinek nakokiyên ji berjewendiya wan a aborî tên hebin. Lê dema dor tê pirsgirêka kurd, wekî tif devê hev kiribin, tev bi yek dengî diaxivin, bi yek destî êrîş dikin! Ma ev ne balkêş e? Ma ev ne ecêbek vê cîhanê ye?
Ka wê kî bikaribe şîroveya vî tiştî bike? Qaşo her kes li hêviyê ye ku Amerîka ji bo pirsgirêka lipêşxistina çekên nukleerî li Îranê bide. Gelek caran di çapemenî û ragihandinê de derket ku qaşo Amerîka alîkariya gerîlayên PJAKê kiriye, qaşo çek dane wan, pere dane wan. Qaşo bi hevkariya PJAKê wê Amerîka bikeve Îranê!
Ka?
Berûvajî, derdikeve holê ku Amerîka bi firokeyên xwe cihê gerîlayên PJAKê kifş dike, bi rêka peykerên xwe sînyalên bêtêl û înterneta wan digre, van agahiyan dide Tirkiyê, Tirkiye dide Îranê, Îran di cih de qada hewayî ya xwe ji firokeyên Tirkiyê re vedike. Amerîka qada hewayî ya Iraqê ji firokeyên di ser tixûbê Îranê re tên re vedike û ew firoke tên bombeyan dibarînin ser warên gerîlan û gundên kurdan û dîsa bi destûra Amerîka baskên xwe dihejînin û paş de vedigerin!
Ka Amerîka û Îran dijminê hev bûn? Ka yek îslam, yek gawir bû?
Ka Faris û musluman bûn?
Ma kurd jî ne musliman in?
Çawa çêdibe ku musliman û gawir hevalbendiyê dikin û tên bombeyan bi ser muslimanan de dibarînin?
Ger di dema Selahadînê Eyubî de, di hatina artêşên bi selîb(xaç) de, beşek hêzên musliman biketana pêşiya wan û bi ser beşek din ê muslimanan de hatibana, niha wê dîrokê di derbarê wan de çi binivîsanda? Wê ew wekî munafiq, kafir, xayin, bêbext beyan nekiribana?
Wê demê Komara Îslamî ya Îranê ku bi rêka firoke û saloxdariya Amerîka û Tirkiyê bombeyan bi ser gelê kurd ê musliman de dide barandin, munafiq e, kafir e, xayin û bêbext e.
Bi vê bombebarînê ti ferqiya Komara Îslamî ya Îranê û Siyonîzma Îsraîl an xirîstiyaniya Amerîka ji hev nemaye. Her sê jî kafir in û dijminê umeta îslam in.
Komara Tirkiye ji xwe ji roja hatiye damezirandin ve kafir e. Her çiqasî xwe wekî musliman bide diyarkirin jî, ew munafiqê herî mezin e. Bi navê îslamiyetê zilma li ser kurdan dimeşîne, wê di roja mehşerê de Komarê bibe heft tebeq binê dojehê.
Gelê kurd divê êdî ji xwe re hiş û aqil ji vê bigre. Nêçîrvan Barzanî bi raydarên tirk re rûdinê û li dijî gerîlayên kurd hevkariyan li pêş dixe. Ev helwest ne rast e. Ev jî cureyekî munafiqbûnê ye. Tu li hemberî birayên xwe nikarî bi dijminre li hev rûnê. Erka te ne lawazxistina parçeyekî Kurdistanê ye; erka te rizgarkirina tevahiya parçeyan e. Ger îroj te li Başûr derfetek ji bo kurdan bidest xistibî, ev ne tenê ji bo kurdên wî parçeyî ye, divê tu vê derfetê ji bo rizgarbûna tevahiya kurdan bikar bînî. Ger tu vê yekê nekî, dema çêleka sor û ya belek were daqurtandin wê dor were ya reş jî. Divê tu vê serpêhatiyê jibîr nekî. Ger pişta te hebe tu xwedî hêz î; na ku tu pişta xwe bixî nav lingan, wê sibe pêlî sînga te jî bikin. Ji xwe re ji dîrokê hinek hiş û aqil bigir. Çima tu li dîroka kurdan û li ya cîhanê nanêrî? Kîjan mirovê birayên xwe dane bombebarankirin bi ser ketiye?
Kurd tenê bi rêka yekbûneke netewî dikarin xwe ji bin zilm û zordariya van munafiqên ji sê olan biparêzin. Îroj xiristiyanî, siyonîstî û muslimantî li ser serê kurdan tifaqek bêbext dane sazkirin. Rêvebirên van her sê olan bûne yek û dixwazin qira gelê kurd bînin. Ji van her sê olan kesên bi rastî baweriya xwe bi xweda û olan tînin, divê li hemberî munafiqtiya rêvebirên xwe derkevin. Di dîrokê de yekîtiya olan her dem ji bo sazkirina aştiya di navbera gelan de hatiye rojevê, lê di roja me de cara yekem e ku sê ol bi sedema qirkirina gelekî hevalbendiyê saz dikin. Ev jî ecebeke din a roja me ye.
Papa ji Watîkanê di rojên pîroz de bang dike û ji hemû olan yekîtî ya di bingehê aştiyê de dixwaze! Em jî ji vir bang li Papa dikin, bibîne bê yekîtiya olan çawa ji bo qirkirina gelan tê bikaranîn û ji kerema xwe re li hemberî vê munafiqtiyê raweste!
Gelê kurd li ber çavê hemû olan, hemû sazûmanan, hemû netewan tê qirkirin, tê bombebarankirin, tê kuştin, tê lêdan, tê koçberkirin çima kesek dengê xwe dernaxîne, nerazîbûna xwe nayne ser ziman?
Ew rêxistinên ji bo kîsoyek nemre çalakiyan lidar dixin, qiyametê radikin; gelo li ber dilê we qiymetê gelê kurd qasî kîsoyekê jî nîn e ku hûn li hemberî xetereya qirbûna vî gelî helwestekê şanî nadin?
Çima cîhan li hemberî qirkirina kurdan ewqasî kerr û lal e?
Çima yekîtiya kurdan ne ji bo aştiya civakî, ji bo qirkirina kurdan çêdibe?
Çima gelên bi sedsalan bi kurdan re jiyane, li hemberî rayedarên xwe dernakevin û li hemberî qirkirina kurdan ranawestin?
Çima kurd di nava destê neyarên xwe de dibin gog û kab?
Çima? Çima? Çima? ...
[b]HESEN HUSEYÎN DENÎZ[/b]