[b][i]Bîranîna yekemîn salvegera koçadawiya Bavê Lorîn 11-05-2008
Xûşk û birayên birêz, hevalên hêja! Hûn hemû bi xêr bên....[/i][/b]
Va ye bû salek ko, Bavê Lorîn ji nav me bar kiriye, lê birîna ko, koça wî ya dawî li cem me pêda kir her kulle, şûna wî her vala ye û çavên me her li rê ya wî ye. Jibo ko, em bi hev re wî bi bîrbînin, rêza xwe ji hevaltî û dostaniya bi wî re diyar bikin û hinekî barê xemgîniyê liser xwe û malbata wî sivik bikin, em îro hatine li vir civiyane. Bi hev re , em karin wêneya wî di rû yên zarokên wî de û hev û dû de bibînin û di jiyana wî de li ya xwe binerin.
Eger meruv kurtejiyana Bavê Lorînî, ligora rewş û hebûna kurdên Rojavayê Kurdistanê bipîve, diyar dibe ko, jiyana wî jî, mîna ya piraniya kurdan, her ji zaroktî ve û ta dawiya xwe, berxwedaneke dijwar û bêhempa bû. Wî jî zordarî, bêkarî û belengazî, çewisandina çand û nasnemeyê, zindan û terrora dewletê bi çavên xwe dît û tê de jiya. Lê taybetmendiya Bavê Lorîn ew bû ko, ew xwedî viyan bû, çavên wî ji metirsiyan nejikestin, serê wî liber gef û nîrên çavsoriyê neçimiya û dilê wî li ber tirsê ji desthilanî neket.
Temenê Bavê Lorîn ne dirêj bû, lê ew giha gellek tiştan pêkbîne. Bi heskirina dilê xwe, wî jin anî û bû bavê çar zarokan. Wî xwend, leşkerî ya Sûriyê kir, kurdayetî û xebata siyasî bi çelengî kir, bi xwêdan û keda destê xwe û bi merdane alîkariya malbata xwe kir, kete zindanan û bi mêrxasî, li hemberî toreyên eskenceyan liber xwe da, ta bi serbilindayî serbest bû. Û dawî, ji neçariya siyasî û destengiya jiyanê ew koçber bû.
Dûrbûna ji welêt û mercên penaberiyê, bawerî û energiya Bavê Lorîn xurtir kiribûn û jibo pêkanîna armancên xwe, ew her dem di lebt û hewildanan de bû. Jiber vê yekê, her diçû, hebûna wî di civata siyasî û komelatî ya revenda kurd de mezintir dibû, ew bibû parçeyekî hebûna û çalakvaniya civatê.
Bi wê karasata susret û bê dem û çax, ne tenê kufletê wî ji bavê xwe yê dilovan û genc bêpar ma, ne tenê partiya Yekîtî hevalekî xwe yê dilsoz û leheng winda kir, belê stûneke giring ji bin konê revenda kurd bi giştî ket û gelê kurd lawekî xwe yê şîrhelal û kêrhatî winda kir. Lewra jî, em wek piraniya xelkê kurd, wî mîna şehîdekî ji şehîd ên kurd û Kurdistanê dibîne.
Piştî salekê hîn cihê wî vala ye, çav di civatan de lê digerin, meruv nikare mirina wî bipejirîne. Bêrîkirin û hesreta dîtin û bihîstina wî di dil û wijdanê heval û dostîn wî de gûrtir û dijwartir dibe.
Xûşk û birayên hêja!
Şehîdê me, komek zarok, li xerîbtiyê, di hustê diya wan a ciwan de hişt. Hêvî ew bû ko, dewleta Almaniya tawizan bide zarokên wî, lê mixabin, ev yek pêk nehat û ji aliyê daravî ve, rewşa malbata wî ya aborî niha lewaze. Ev yek kûla malbatê kûrtir dike û piştgiriyeke manewî ya xurt ji aliyê civata kud ve dixwaze. Karasateke wiha kare bê serê her kesî û kes naxwaze ko, piştî wî, zarokên wî bê çare bimînin. Lewra jî em zanibin ko, zarokên Bavê Lorîn ên me ne û ew emanetekin li cem me hemûyan in, û gereke em erkên xwe yên hevaltî, netewayetî û meruvatî ji bîr nekin.
Dîsa, îro em pêwist dibîn ko, beşdarî, piştgirî û alîkaria hemû rêxistin, komele û kesayetiyan jibo şîn û guheztina Bavê Lorîn, cihê pesin û sipasiyê ne.
Erkên me, birayên hêja! Jibo ko, giyanê Bavê Lorînî di gora xwe de rehet be, gerek em kurdayetiya wî bidomînin û jibo pêkanîna ermancên wî yên netewî û pîroz, xebat û çalakiyan germtir û xurtir bikin.
Dîsa bila serê malbata Bavê Lorîn, dost û hevalên wî û gelê kurd sax be.
Hezar silav li giyanê pak û pîrozê bavê Lorîn û yên hemû şehîdên Kurdistanê bin.
[b]Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê
Komîteya Rêxistina Ewropa
2008-05-11[/b]