Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 5 April 2008

Kirasguhastina rêzdar XELÎLÊ BERFÊ, dengbêjê ku şahîdê zargotina Êzdiyan yê herî bi nav û deng, ez egelekî xemgîn kirim!

Min jî bi dilekî xemgîn bihîst ku şahîdê zargotina me Êzdiyan yê herî bi nav -deng û dengbêjê di nava civaka me de zahf dihate hizkirn XELÎLÊ BERFÊ(1920-2008), di 03.04.2008 de kirasguhastiye.

Ez dizanim şahîdên mîna dengbêj XELÎLÊ BERFÊ, yê ku di peyvên stranên xwe de gelek serpêkhatiyên netewa me Kurdan û bi taybetî jî piraniya buyerên bi serên endamên civaka me Êzdiyan ve hatî zelal didana xwanê kêmbûn. Dilêşa min ya herî mezin jî ewe, gava ev şahîdên zargotin û floklora me Kurdan kiras diguhêz(dimir)in û bi taybetî jî gava yekî ji “revebir“, “berpirsyar“ û “rêberên“ civak anjî netewa me ew arşîva di dilê wan de hebû tomar ne kiri be, hingê piraniya xizna arşîva çande û kultura me ya herî zindî û ne hatî lêkolîn kirin jî bi wan re binax dibe.....

Mixabin heta nih tu firsenda min çênebû ku ez li ber rêzdar, dengbêj, zahmetkêş û Xwedê jê raziyê XELÎLÊ BERFÊ rûnêm û xwe berdime nava vê arşîva di dilê wî de hebû. Lê, min çend stranên dengbêjê di nava civaka xwe de hizkirî ji ber kasetekî dengê wî nivîsandibûn û ew jî di kitêba xwe ya bi navê “Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan Tev Romanên Zîndîne-2000“ de weşandine. Ez niha çend malikan ji wan stranên rêzdar dengbêj XELÎLÊ BERFÊ pêşkêşî we hêjayan dikim.

“Şerê Şêx Mîrza (1828..?)

Wezîro wezîro oyo,
Lo lo şêxê mino,
tiştê te kir, kesî li darê dinya yê nekir,
kesekî perî bavê Hesen û Melo,
Şêxê Anqosya, şêxê Doqatê,
berxê Koza wezîr,
derê sara Diyarbekirê bi xwûnî nekir.

Lo Wezîro,wezîro oyo
welle ezê çibikim,
kolênciya destê, bavê Hesen û bavê Melo,
şêxê Anqosya,şêxê Doqatê,
berxê koza wezîr,
xwe iro ji nava xwûna kûçikê kumsora lez berdaye,

Lo lo wezir wezîro oyo
xopana Kelê sara Diyarbekirê,
bê sewite dê Kanîne
ezê nakewime ber kustina,
bavê Hesen û bavê Melo,
Şêx Hesen, Şêxê Anqosiya, berxê
koza wezir, xortê nû hatî,
gelek hene, li Dinya yê
berxê koza Ézîdi, xortê nûhatî,
ezê ketime ber wê yekê kuçîkê ,
koçerên van Medîyan û Keçkoriya,
iro sê rojin li zozanê jorin lê ser
pez û Berxê me danîne.
ax wezîr yir ..............

Şerê Delan (1830)

Heyla dayê Delane
Heyla bavo Delane
Nûrê digo:
Emo lawo de deleane
Qaso birayo delane
Lê lê Rewşê mala bavê şewitiyê delane
De hûnê dev ji malê dinya yê berdin
Malê dinya yê hemûk qirêja destaye

Min dî eskerê mala Dewrêş begê hat û girane ,
ewanê derbekê dane li Hemo, Sîno û Xaço
azbata bavê min rebenê , anîne ber mîratê.
Ezê piştî xortên Êzîdiyan,Peyayên Neqîbiyan
Çibikim ji Terş û Talanê giran , malê dinya yê
Digo :
Dewrêşê mala Dewrêş begê
Serê xortên Êzîdiyan jê kirine
Cenazên wan bi ava çemê Ridwanê ve berdane
Cenazên Xortên Neqîbiyan,
çûne heta serê Dû avê,
newala şêlîwa û pira Bota
Eza gulî birê
Îro sê roje cenazên
Xortên Neqîbiyan
Çûne li gola Materê geriyane
.......................
Şerê Erenzê

Rindê digo : Edlayê
Erenza Şêxan bi şewite bi darê tere
Erenza Xopan bi şewite bi darê tere
Hesabê Cibo hatiye li Kela Rimêlê,
bi tevlî koma Şêxên Ereban û eskerên:
Eynikê, Eyndarê, Eynkafê, Eynberanê,
çiqas Hecî, Sofyên Xerzan, Xiya û Bekiran
hemû anîne bixwere.

Min dît Mêçoyê mala Şêxo
Li Êganê Meyro,
li Keleşê Çelo,
li Şêx Hemê Seyro,
li Gêeçanê Gîro,
li peyayên Neqîban,
li xortên Qizilan û Êzîdiyan
dikre gazî û digo:
Bav û Biran ,hûnê mêhrî çêbin,destê xwe xweş hilînin.
Êganê Meyro li egît û xweş Mêran dikre gazî û digot:
Ezê bi bayrqa Êzî kim, heger Xwedê û Siltan Êzîdî îro bi mere rast hilîne ,emê bikin; heft roj û heft şevan,Aşê Sipî û aşê Ridwanê li ber xwîna reş bigere.
...............
(Ev stranan ji ber dengê Xelîlê Berfê, ku di kasetekê de gotibû hatine nivisandin.)“

Dibêjim, bila rahma Xwedê li rêzdar XELÎLÊ BERFÊ be !

Sersaxiyê û sebrê ji hemû nefêrên malbat, dost û pismamên wî ra dixwazim.

Kemal Tolan
04.04.08

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.