Bexdenûs dermanxaneyek ji bo nexweşiyên we
28 Cotmeh 2008 Sêşem Saat 18:41
Pispor dibêjin ku bexdenûs ji bo mirovan gelekî baş e. Bi taybetî jî di warê vîtamîna C'ê de pir dewlemed e û mirovan li hemberî gelek nexweşiyan zindî dihêle.
Pispor diyar dikin ku bexdenûs madeyên ku zirarê dide laşê mirovan diavêje, xwîna mirovan paqij dike, ji bo nexweşiya anemiyê (bêxwînî), gurçik û kezebê jî pir baş e.Ji bilî vê yekê jî pispor dibêjin ku bexdenûs depoya vîtamînane. Pelên bexdenûsê di warê vîtamînên A, C, K û di warê hesin de dewlemend e. Her wiha di warê madeyên potasyum, magnezyum, kalsiyum, kukurt û klorînê de jî pir dewlemend e. Çend pel bexdenûs pêdiviya vîtamîna C'ê bi cih tîne. Dengê Welat
http://www.avestakurd.net/news_detail.php?id=2766
Re: Biji bexdanoz