[b]BI BÎRHANÎNA ŞÊYX SEÎDÊ PALOYÊ[/b]
Em, Şêx Seîdê Pîran û apê bavê Mehmed Azimşêr (Mehmet Yilmaz) û kalikê Alî Azimşêr (Alî Yilmaz) ji bîr nakin. Ew ji alîyê dewleta tirk ve hatin kuştin.
Ez çend roj berê çûm Diyarbekirê. Min mezinên gundê xwe Xosorê dîtin, wan got: “ kalikê te, apê bavê û bi hezaran kurdên dî, ji hereketa Şêx Seîdê Paloyê sêwî û stûxwar man. Ka gor û goristana wan? Îro Diyarbekir dinale, stûrxwar e.“
Kalikê min ji aliyê dewleta tirk ve hate kuştin. Mehmed Azimşêr (Mehmed Yilmaz) hate xeniqandin. Ew digel Şêx Seîdê Piran di roja 29.6.1925an de li herêma Derê Çiyê “Dağkapi“ hatin xeniqandinê.
Em pê dizanin ku piştî şêrê cîhanê yê yekemîn qedîya, dewleta osmanî qels bû. Ji ber vê yekê, peymana Sykos Picotê di sala 1916an de çêbû. Tirkiye ji aliyê dewletên hêzdar ve hate parvekirin. Di sala 1918an de Brîtanîya Mezin kete nav axa Başûrê Kurdistanê û Fransa jî kete nav axa Kurdistana Sûriyê û welatê me bû çar perçe. Di sala 1920î de Peymana Sevrê ji alîyê Brîtanîya Mezin, Fransa û çend dewletên dî ve hate pêkhanîn. Ev peyman, projeya çêkirina dewleta kurdî bû. Şerîf Paşa li ser navê kurdan beşdarê civînê bûbû û li gorî vê peymanê Kurdistan dê serbixwe bûbûya.
Ji ber vê yekê, Kemal Ataturk li dijî vê peymanê bû. Ji bo kurdan ber bi xwe ve bikişîne gelek nerm bû û guhdarîya kurdan dikir. Ji lewre jî kurd tevî vî şerê giran bûn û alîkarîya Kemal Ataturk kirin û Tirkiyê rizgar kirin. Piştî ku welatê tirkan hate rizgarkirin. Peymana Lozanê di sala 1923an de hate çêkirin. Ev peymana hanê, peymana perçekirina Kurdistanê bû. Di 1924an de zimanê kurdî hate qedexekirin. Ev bûyerên hanê Şêx Seîd û hevalbendên wî bêsebir dikirin. Şêx Seîd û hevalbendên wî şaxên xwe berdan nav xelqê xwe û li dijî Kemo helwêst wergirtin.
Li derûdora DARAHÊNÊ şer dest pê kir. Çek di vê di roja 7.2.1925an de teqîye û wekî agirê ku bi kayê bikeve li Kurdistanê belav bû. Hinek serokeşîr, mîr, axa, beg û hin siyasetmendar û xwefiroşên kurd ji Ataturk re telgraf şandin û piştgirîya xwe nîşandan. Di 10ê Gulana sala 1925an de Şêx Şeîd û 49 hevalbendên wî derxistin Dadgeha Dîyarbekirê. Di 28 Hezîranê, sala 1925an, di derbara Şêx Sêîd û 49 hevalên wî de dadgeh qerera îdamê da. Şêx Seîd û yên dî di roja 29ê hezîrana 1925an de li hêrema Derê Çiyê “Dağkapi“ hatin xeniqandin (bi darvekirin).
Bi xîyaneta Bînbaşi Kasimê Cîbranî (Bacanaxê Şex Seîdê Pîran), Şêx Sêîd û hevalbendên wî hatin girtin û paşê jî hatin bidarvekirin. Yanî Şêx Seîd bi bêbextî hate girtin. Di eynî rojê de kalikê min Alî Azimşêr (Alî Yilmaz) hate kuştin û apê wî jî di gel Şêx Seîdê Pîran hate bi darvekirin.
28.06.2008
[b]Maruf[/b] (magisterande pedagog, Fîl.kand, zanyariya zarok û ciwanan û mamosteyê kurdî)
Re: BI BÎRHANÎNA ŞÊYX SEÎDÊ PALOYÊ