Birayê Aso,
bi destura Te min dixwezim ser vê nîvîse pîçek bisekinim, dokumentên Yunanîyan da navê Kurdan hun bêjin Medan gor zmanê wan hatine gorîn, di Kurdgalnamêda dîyareku nav bi orîgînal hatine nîvîsandin, Te û Kurdgalname karê me asan kir, cîhye ku werisê dîroka Kurd hatibu bizdîn we dîsa girê da, gelek spas û destxoş. Min dixwezim li vir ser hinek navan û Medan bisekinim. Destselayedarên Îranê qala dîroka xwe ya 7 hezar salî dikin. Rasteyetî çîye: Diroka Îranê ne tenê dîroka Persayê, dîroka Kurd(Med) û Persayê, sînor kû dere destpê dike dîyar nine. Tiştekî balkêşa ku nezîka 5 hezar sala Med nezîka 2 hezar salan virda jî Pers(Pars) domînand bune. Dîrokvan û destselayedarên Îranê nazwezin qala (behsa) van tiştan bikin, ber ku; dîwarê dîroka wan ya fermî da berdek li ser berdekî (kevirek li ser kevirekî) namînî. Farisîya îronîda tu manayêk, Padîşah, Koreş (hinek digorin û dibêjin Kurus anjî Kyros), Azdîyak, Arpak tune. Balam Kurdîyê ew nav îro jî hene û maneya wan nehatîye gorîn. Kurdîya kewnda; Pa, Ba, Bo tê maneya bav. Şax (Şah) gor zanîna min sê maneya xwe hene: yêk; tê maneya Xwuda, du; tê maneya ko, çîya, sê; tê maneya sturî, wekû sturîyê bizinê, gaê. Şax; berze,bilinde û pîje. Di hatî Medan da bawerî ew bu ku; Paê mezin bi Xwudara yêkser peywendî heye, ferqa wî û yê din ya herî mezin ew bu. Ferqa wî bavî (Payî) ew bu ku; wî Xwuda dîdit, ji ber vê wî ra digotin Padîşax. Tirkîya îronî da hinek zimanê din da ew buye Padîşah, xedî tu maneyekê nîne. Padîşax: bavê û yêkser Xwudara peyvendî heye, ew norê Xwudayê. Monakirên (Monarşîstên) îronî ji di nava gelek gelanda hîna xwe weku norê Xwuda yê vê dinyayê dibînin.
Koreş; ko di Kurdîya kewnd da çîyaye, şaxe. Koreş: tê maneya çîyayê rêş. Tu maneyek Kurus Kiros anjî Kyros tune, orjînala vî navî; Koreşe, ango weku çîyayê reş, şaxê reş.
Azdîyak; mîrov dikarê weku Azdîya jî bîne nîvîsandin, li vir “a” zede buya, ango buye Azad. Azdîyak gor dîtina min tê maneya mîrovê Azad.
Arpak; karanîna agir (ar, adir) dî dîroka mîrovetîyê da gavekî gelek mezinê, gelên gilovera mê yêkhemcar bi karanîna agir dibin du kom. Komên ku agir didin karanîn, dibin komên bi ar, komên ku agîr hîna neanîbun karanîn man bê ar. Je ber vê mîrovetî bi karanîna agir dîrokê da dibe du bêş. Gelên Aryan jî bi karanîna agir vî navî digirin, dibin parêzkerê, vêşartkarê û xwudanê agir. Gelên ku agir karnaynin, weku gelên hov tên dîtin, dibin gelên hov yên bê agir.
Arpak; tê maneya arê pak ango arê bê du.
Silav û rêz
Bîşar Norşîn
30.05.2013
Med-Beluc-Kurd