Ana içeriğe atla

DAXUYANNAMEYA SEROKÊ HERÊMA KURDISTANÊ YA DI BAREYA XWEPÊŞANDANA BAJÊRÊ SILÊMANÎYÊ DE 17-Feb-11 [22:4] PNA – Serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî, daxuyannameyek di bareya xwepêşandana evroja bajêrê Silêmanîyê de belav kir û tê de daxwaz ji hemû alîyan kir, ku ew bi hêminî dan û standinê bi evê bûyerê re bikin û aramîya herêma kurdistanê biparêzin. Serokê herêma kurdistanê daxwaz jî kir, ku komîteyeka lêkolînê pêk bihê û tawankarên evê bûyerê bihên vedîtin. Serokê herêmê daxwaz ji hêzên ewledarîyê jî kir, ku ew rewşê kontrol bikin û hemû baregehan biparêzin. Teksta evê daxuyannameyê: Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan Weha xuyaye, ku evroj pêncşembê 17/02/2011 baregeha liqa çarema PDK li bajêrê Silêmanîyê kevt ber êrîşê de û di encam de, kujtî û birîndar jê çê bûn. Bê goman; ewa ku rohn û aşkira ye, ku dijminên gelê kurdistanê bi berdewamî fitnekarîyê dikin. Belê xelkên kurdistanê hişyar in û bi agah in û ew dê hemû plan û nexşeyên çepelên nehezan pûç bikin û dê ji bo paraztina ezmon û destkevtên herêma kurdistanê, di rûyê hemû gef û xerabîyan de birawestin. Em daxwazê ji hemû alîyan dikin, ku bi hêminî dan û standinê bi bûyeran re bikin û aramîya herêma kurdistanê biparêzin û ez daxwazê ji hukûmeta herêmê jî dikim, ku ew bi zûtirîn dem komîteyeka lêkolînan pêk bihîne, da ku li duv evê bûyerê biçe û tawankaran û ewên ku li pişt evê fitneyê jî bûne zû bihên vedîtin, da ku bi zûtirîn dem jî ev tawankar radestî dadgehê bibin û sizayên xwe yên dadwerane bibînin. Herweha, ez daxwazê ji gelê herêma kurdistanê û hukûmeta herêma kurdistanê dikim, ku ew bi erkên ser milên xwe rabin û hêzên asayişê bi temamî rewşê kontrol bikin û baregehên hemû part, hêz û alîyan û dam û dezgehên hukûmî biparêzin. Ji ber ku em bi ti awayan rê nadin, ku fitne û anarşîzim li herêma kurdistanê çê bibin û asayişa herêmê, jîyan û guzerana hevwelatîyên herêma kurdistanê bikeve xeterê de. Ez di dawî de dibêjim, ku tevayî û yekrêzîya gelê herêma kurdistanê, heyvanê pêkhatina destkevtên mezin bûne. Ji ber evê yekê, evroj erkê hemûyan e, ku evê yekrêzîyê biparêzin. Em radigihînin jî, ku em dê bi dijwarî di rûyê her gefekê de birawestin, ku ew ziyanê bide asayişa herêma kurdistanê û berjewendîyên gelê herêma kurdistanê. Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê 17/02/2011

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.