YNK: Lîsteya Kurdistanî hewl dide ku hilbijartinên 25/7 ji ezmûnên bihurî serkeftîtir be
PUKmedia
Duhî êvarê li bajarê Silêmaniyê ji bo gotûbêjkirina çawatiya birêveçûna bangeşeya hilbijartinan bi serpereştiya Mam Celal polîtburoya YNK'ê li hev civiya.
Derheqê naveroka civînê de berdevkê polîtburoya YNK'ê Mela Baxtiyar da zanîn, mijara sereke ya civînê meseleya bangeşeya hilbijartinan bûye ku tê de kar, çalakî û tevgerên bangeşeya hilbijartinan hatine rojevê, nemaze ew kampanyaya bangeşeya serkeftî ku Mam Celal di navçeyên cuda cuda de kiriye.
Mela Baxtiyar aşkere kir, polîtburoya YNK'ê di civînê de xalên lawaz û kêmasiyên xwe ku di bangeşeyên navçeyên cuda de hebûne destnîşan kiriye û di civînê de gotûbêj li ser egerên dema hilbijartin û piştî hilbijartinan hatiye kirin.
Baxtiyar diyar kir, ji bo ku ev hilbijartin bi awayekî demokrat, azad, aram û
YNK: Lîsteya Kurdistanî hewl dide ku hilbijartinên 25/7 ji ezmûn