Serok Barzanî Çarşembe Sûrê Pîroz Kir
Bi minasebeta cejna sersala nû yê Îzdiyan Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahî pêşkeşî Îzdiyan kir. Bi minasebeta cejna sersala nû pîrozbahiyeke gerim pêşkeşî xeşik û birayên xwe yên Îzdiyên Kurdistanê û yên Cîhanê dikim,
hîvî dikim cejna han di bin ezmûna bihevre jiyana Kurdistanê de bibe sedema xêr û xweşiyê. Tekez dikim ku, Îzdî Kurdin herî resenin û ez soz didim wan ku em hewlên xwe hîn zidetir dikin takû Navçeyên veqetiyayî yên wan jî vegerin ser Kurdistanê û em di her warê de ji niha û pêde hîn zêdetir xizmeta Îzdiyan dikin.
Careke din cejna we pîroz dikim, her di nav xêr û xweşiyan da bin.
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî
14.4.2009
Pîrozbahî