Ana içeriğe atla

[size=large][color=#CC0000][i][b]BUROYA KURDÎ ya Pêwendî û Agahdariyê[/b][/i][/color][/size] [b]Bultena sêmehî ya agahdariyê[/b] N° 45 Îlon 2008 - Ev bulten bi çar zimanan, kurdî, fransî, hollandî û ingilîzî, hatiye wesandin - [b]DENGDAN LI SER HILBIJARTINÊN PARÊZGEHAN LI KERKÛKÊ BOYKOTKIRINA KURDAN Û VÊTOYA SEROKÊ IRAQÊ[/b] Di 22 Tîrmeh 2008 de, parlementa iraqî li Bexdadê li ser zagoneke (qanûn) li ser hilbijartinên parêzgehan, ku divê ku di Cotmeh 2008 de bibin, deng da. Dengdan li ser hemî bendên vê zagonê, ji derveyî N° 24, bi askere, bi bilindkirina destan, bû. Lê bend 24 a li ser rewsa Kerkûkê bi dizzî bû ! Serokê parlementê, Mehmûd El-Meshedanî, xwest ku ev bend bi awakî dizzî bê deng dan ! Koma Hevalbendiya Kurdî (54 kursî), ya Yekîtiya Islamî ya Kurdistanê (4 kursî), û her du cîgirên serokê parlementê, Sêx Xalid El-Atiyya (sîî) û Arif Tayfûr (kurd), ev yek riswa (protêsto) kir û ji eywanê derketin û got ku ev hilbijartin illêgal in. Ev bend bê wan, ji aliyê 127 parlementer, ji 140, hat deng dan. Di 23 Tîrmeh de, Encumena Serokatiya Iraqî, ku ji serokê Iraqê Celal Talabanî (kurd) û du cîgirên serok, Tariq El-Hasimî (sîî) û Adel Abdulmejîd (sunnî) pêk hatiye, vêtoya xwe li ser van hilbijartinan danî û got ku ji sedema dengdana bi dizzî ya bend 24 ew illêgal in û dengdaneke nuh xwest. Cîgirê serokwezîrê iraqî jî, Behrem Salih, ku ew jî Kurd e, ev hilbijartin sermezar kir. Serokwezîr Nûrî El-Malikî li Almanya bû. Her du cîgirên serokê parlementa iraqî, ku me li jor gotin, konfêranseke çapemeniyê pêk anî û ev dengdan sermezar (mehkûm) kir. Hukûmeta Herêma Kurdistana Iraqê daxuyaniyek derxist û tê de illêgalbûna vê dengdanê sermezar kir. Parlementa Kurdistanê jî ew sermezar kir. Bend 24 dixwaze ku pêkhatina encumena parêzgeha Kerkûkê, ku piraniya endamên wê Kurd e, lê ku tê de Ereb, Tirkmen û Fille jî hene, biguherîne. Li gora vê bend 24, encumen divê ku ji 32% Ereb, 32%Tirkmen, 32% Kurd û 4% Fille ava bibe û ewlehî (emniyet) divê ku tê de nema ji aliyê hêzên Kerkûkê, lê ji aliyê hêzên ji Basûr û Navenda Iraqê, li gora bend 53 ya vê zagonê, bê dabîn (te'mîn) kirin. (nefel.com, 22 û 23.07.2008; peyamner.com, netkurd.com, avestakurd.net, rizgari.org, azady.nl, Milliyet, 23.07.2008; Al-Hayat, 24 û 25.07.2008) Di 24 Tîrmeh de, encumena serokatiya Kurdistanê, encumena bilind a partiyên ramyarî yên Kurdistanê û nimînendeyên Kildanî-Asûriyan li Hewlêrê, li bin serokatiya serokê Kurdistanê Mesûd Berzanî, civiyan. Wan biryara parlementa iraqî nikolî (red) kir û biryar stend ku xwepêsandanên (mesîn) mezzin li hemî navçeyên Kurdistanê, û li destpêkê li Kerkûkê, bibin. (peyamner.com, netkurd.com, 24.07.2008) Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 20 Di 24 Tîrmeh de jî, encumena parêzgeha Kerkûkê nikolîkirina (redkirin) zagona li ser hilbijartinên parêzgehan îlan kir û dilniya (te'kîd) kir ku ew xwe girê nade biryarên parlementa iraqî, nemaze yên li ser bend 24. Û wê lezkirina bicîanîna bend 140 a destûra iraqî xwest, ji bo garantîkirina çarekirina vê pirsê û hevjiyana asîtiyane ya besên êtnîkî yên cihê li Kerkûkê û li navçeyên din. Wê li dawiyê got ku eger ev nebe, ewê encumen riyên din, ji zimanê hisk û tund dûr, bibijêre. (peyamner.com, 25.07.2008) Di 26 Tîrmeh de, serokê Kurdistana Iraqê, Mesûd Berzanî, çû Bexdadê û tê de rastî balyozê amerîkî Ryan Crocker hat. Mîrza Berzanî ji balyoz re giliyê tevgerên li ser Kerkûkê û navçeyên erebkirî kir û jê re dabîn kir ku li Iraqê „gelê kurd divê ku sirîkê rasterast be û ku tu siyaseteke yekaliyî divê neyê kirin, ji bo ku gelê kurd ewê nema bipejirîne ku careke 2mîn bên pelixandin“. Balyoz jê re got ku ew hêvî dike ku sasiyên ku hatin kirin bên rast kirin û ku pêvajoya (processus) dyalogê, ji bo çarekirina pirsan, bajo (dewam bike). Di 27 Tîrmeh de, Mîrza Berzanî rastî balyozê Ingilterê li Iraqê, Christopher Printice, hat. (peyamner.com, netkurd.com, nefel.com, avestakurd.net, 27 û 28.07.2008) Di 28 Tîrmeh de, bi deh hezaran kes li Kerkûkê xwe pêsan da (mesiyan) û durusmên (slogan) li dijî serokê parlementa iraqî, Mahmûd El-Meshedanî, ji bo xwestina wî ya dengdaneke dizzî, avêtin. Êrîseke xwekuj bû, 25 kes hatin kustin û 180 jî birîndar bûn. Di heman (eynî) rojê de, di civîneke parlementa iraqî de, serok El-Meshedanî ji dil ve çû û hat birin nexwesxaneyekê. (peyamner.com, netkurd.com, nefel.com, avestakurd.net, rizgari.org, azady.nl, serwext.com, amude.com, 28.07.2008; Hürriyet, Milliyet, Al-Hayat, 29.07.2008) Di 29 Tîrmeh de, xwepêsandaneke din a mezzin ji bo Kerkûkê li Hewlêrê bû. (heman malperên kurdî, 29.07.2008) Di 30 Tîrmeh de, xwepêsandaneke mezzin li Suleymaniyê û yeke din li Seqlawa bûn. (peyamner.com, avestakurd.net, nefel.com, amude.com, 30.07.2008) Di 31 Tîrmeh de, xwepêsandaneke mezzin li Duhokê bû. (maperên kurdî, 31.07.2008) Di 31 Tîrmeh de, encumena parêzgeha Kerkûkê civîneke awarte (istisnaî) kir û tê de biryar stend ku Kerkûk bê girêdan Herêma Kurdistanê. Dengdan bi 24 deng ji 41 hat kirin. Li gora zagonê, ji bo stendina biryarekê 22 deng têr dikin. Endamên Eniya Tirkmenî, ku girêdayî Enqerê ye, û yên hin partiyên islamî yên erebî ne amade bûn. Serokê encumenê, Rizgar Elî, Kurd, da zanîn ku metnê dengdanê ne bitenê ji aliyê Kurdan, lê ji aliyê Ereb, Tirkmen û Filleyan jî hat wajo (imza) kirin. Û wî got jî ku ev biryar li gora bend 2, paragraf 3, ya zagon N° 13 a sala 2008, a li ser avakirina herêman, hat stendin. Di 31 Tîrmeh de, wezareta karên derve ya tirkî daxuyaniyeke nivîskî kir û tê de nerazîbûna xwe ji vê biryara encumena parêzgeha Kerkûkê ravekir. Bi ser de jî, serokwezîrê tirk, Recep Tayyıp Erdoğan, di axaftineke têlêfonî bi serokê Iraqê Celal Talabanî re, ev helwest dilniya (te'kîd) kir. (peyamner.com, netkurd.com, nefel.com, avestakurd.net, amude.com, azady.nl, serwext.com, 31.07.2008; Hürriyet, Milliyet, Al-Hayat, 01.08.2008) Di 04 Tebax 2008 de, serok Mesûd Berzanî vegeriya Kurdistanê, pistî ku çend civîn bi berpirsiyarên iraqî re, bi amadebûna balyozên amerîkî û brîtanî û sandeyê taybetî yê UNê (Rêxistina Neteweyên Yekbûyî) De Mistoura, kirin. Li Hewlêrê, wî konfêranseke çapemeniyê pêk anî û tê de ji rojnamevanan re hemî pêwendiyên xwe li Bexdadê gotin. Wî Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 21 xwexistina welatên biyanî nav karên Kerkûkê teshîr kir û tawanbarkirinên (bisûckirin) hin kesan ku Kurd hilwesana hukûmeta iraqî dixwazin û ku wan li Kerkûkê nîv milyon Kurd ji Tirkiye û Îranê anîne ji bo guherandina dêmografiya wê nikolî (red) kirin ! Wî got ku Kurd ne bitenê sirîk, lê avakerên Iraqa nuha ne, ku ew ji bo dyalogê amade ne, lê di çarçeva destûra iraqî de. (peyamner.com, netkurd.com, avestakurd.net, nefel.com, rizgari.com, azady.nl, hemdem.com, 04.08.2008) Di 08 Tebax de, serokê Kurdistanê, Mesûd Berzanî, ji niska ve çû Kerkûkê û tê de rastî parêzgar, cîgirê wî û serok û endamên encumena parêzgehê hat. Pistre, wî ji rojnamevanan re got ku ew hatiye ji bo ku peyameke asîtiyê ji Kerkûkê re bîne, ji bo ku ew di heman demê de bajarekî kurdistanî û iraqî ye û ku divê ku hemî êtnî tê de bi hev re bijîn. Û wî got jî ku bend 24 a zagona hilbijartinan li dijî destûra iraqî hat deng dan û ku çara tenê ya pirsa Kerkûkê bicîanîna bend 140 a destûrê ye. (peyamner.com, nefel.com, avestakurd.net, 08.08.2008) Amanca hemî van tevgerên parlementa iraqî nehistina girêdana wêbê ya Kerkûkê Herêma Kurdistanê ye ! Lê, li gora bend 140 a destûra iraqî, hemî gelheyên navçeya Kerkûkê û yên din ên ku di dema Saddam Huseyn de hatin ereb kirin diviyan ku vegerin ciyên xwe; pistre rêfêrandumek diviya ku derengtirîn li dawiya Kanûn 2007 bihata kirin û pistre jî ew navçe diviya ku bihatana girêdan Kurdistana Iraqê, eger piraniya xelk ew bixwesta. Lê, pistî fisarên (tezyîq) mezzin ên Tirkiye, Ereb û Îranê, Amerîka, Ingiltere û UNê Kurd dehf dan ku pasdexistina vê rêfêrandumê heta Tîrmeh 2008 (lê ew ne bûn !) û kontrolkirina wê ji aliyê UNê (Rêxistina Neteweyên Yekbûyî) bipejirînin (li jor binêre : UN û pirsa Kerkûkê). Kurdan pasdexistina rêfêrandumê û hevkariya Unê pejirandin, lê wan tevger û hîleyên herêmî û navneteweyî li ser çarenûsa xwe ne pejiradin û ew li ser lêgalbûna mafê xwe û bicîanîna bend 140 a destûra iraqî israr dikin. Ji destpêka sedsala 20mîn de, Kurd qurbanên berjewendiyên (menfeet) aborî û stratêjîk ên Rojava û welatên herêmî ne. Israîl, Filistîn û Kosovo, çiqas piçûk bin jî, UN û civata navneteweyî pejirand ku dewleta wan hebe. Lê Kurd, ku jimara wan nêzîkî 40 milyon e û erdê wan bi qasî Fransa mezzin e, nikarin ne bitenê mafê serxwebûnê, lê heta mafên tam li hundirê 4 dewletên ku wan dipelixînin jî bistînin. Divê ku meriv bawer bike ku dewlemendiyên xwezayî (tebîî) yên Kurdistanê (pêtrol, av, madenên cihê ...), ciyê wî yê erdnigariyî (cografî) yê pirr stratêjîk (pirek di navbera Rojhilat û Rojavayê de) û hezkirina azadiyê û jîndariya (dynamisme) gelê wê herkesî ditirsînin ! (Buroya Kurdî, Tebax 2008) RAPPORA AMNESTY INTERNATIONAL Amnesty International di 2008 de rapporek li ser rewsa mafên mirov li Kurdistana Iraqê wesand. Ew tê de ragirtinên neqanûnî, êskence, îdamkirin û tundiya (siddet) li dijî jinan teshîr dike. (rizgari.org, avestakurd.net, 04.08.2008) GOREKE HEVRAYÎ Di Tebax 2008 de, goreke ku tê de lasên 500 Kurdan hene li Tel Afarê, li nêzîkî Mûsilê, hat dîtin. Piraniya qurbanan zarok û jin in. Wezareta kurdî ya sehîd û Enfalê ewê bi vegerandina van lasan Kurdistanê xerîk (mijûl) bibe. (netkurd.com, avestakurd.net, 05.08.2008) HALABCA HIROCHIMA Û NAGASAKI BÎR TÎNE Di 06 Tebax 2008 de, berpirsiyar û gelheya bajarê Halabca sersaliya 63mîn a bombekirina Hirochima, li Japonê, di 1945 de, kir. Wê salê, bombeyeke atomî ya amerîkî 140.000 kes kustin. Bombeyeke din li ser Nagasaki hat avêtin û 70.000 kes kustin. Li Halabca jî leskerê iraqî di 1988 de çekên sîmîk avêtin û 5.000 kes kustin. Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 22 Merasîm ji aliyê Rêxisina Saredariyên Cihanê ji bo Asîtiyê, ku di 1910 de ava bûye û li Jenêvê, li Swîsê ye, bi hevkaiya Birêvebiriya Peykerê Halabca, ku girêdayî wezareta kurdî ya sehîd û Enfalê ye, hat pêk anîn. Birêvebirê Peykerê Halabca got ku wî dixwest ku avêtina çekên sîmîk li ser bajarê Serdestê, li Kurdistana Îranê, ji aliyê leskerê iraqî di 1987 de jî bê bîr anîn. (peyamner.com, azady.nl, 06.08.2008) BILINDKIRINA BUCEYA KURDISTANÊ Di Tebax 2008 de, di civîna 44mîn a parlementa iraqî de, buceyeke (mîzaniyye) zêde (idafî) ji Iraq û Kurdistanê re hat dayîn. Bi vî awayî, buceya Iraqê digihêje 72 milar dolar û ya Kurdistanê 8 milyar û 500 milyon dolar (ji derveyî buceya Kurdistanê bixwe, ku digihêje 7.7 milyar dolar. Bi tevayî, buceya Kurdistanê digihê 16.200 milyar dolar). (peyamner.com, 07.08.2008) RAGIRTINA GOSTÇIYÊ DIYALA Di 09 Tebax 2008 de, wezareta iraqî ya berevaniyê (parastin) ragirtina Casim El- Xefajî, ku bi navê „Gostçiyê Dyala“ hatiye nasîn, li Dyala da zanîn. Wî îtîraf kir ku 5 jin revandin û kustin û 11 sîvîl revandin û fetisandin. (Al-Hayat, 10.08.2008) SEROKWEZÎRÊ KURD LI ÎRANÊ Di 09 Tebax 2008 de, bi vexwendineke (dawet) fermî ya Îranê, serokwezîrê Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Berzanî, tevî sandekê çû Tehranê. Ew tê de rastî berpirsiyarê encumena bilind a ewlehiya (emniyet) Îranê, Saîd Celîlî, û birêvebirê gistî yê encumena bilind a pêwendiyên aborî di navbera Îran û Iraqê de, Hasan Danayîfer, hat. Her du alî li ser pêwendiyên bazarganiyî di navbera Îran û Herêma Kurdistana Iraqê de, di warên tranzît, tûrîsm, bazarganî, berhemhanîn, çalakiyên bankî û besdarbûna sirketên îranî di avakirina Kurdistana Iraqê de giftûbêj kir. Di 10 Tebax de, Mîrza Berzanî bi cîgirê serokê îranî, Alî Saîdlû, re peyivî. Wan pêwendiyên dualiyî û bombekirinên Kurdistana Iraqê ji aliyê leskerê îranî giftûbêj kirin. Pistre, ew rastî alîkarê 1mîn ê wezîrê îranî yê karên derve, Alî Reza Sêx, hat. (peyamner.com, 10.08.2008; netkurd.com, 11.08.2008) Di 11 Tebax de, ew rastî serokê îranî Mahmûd Ahmedî Nejad hat û pê re xurtkirina pêwediyên dualiyî giftûbêj kir. Û bi wezîrê êlêktrîkê, Parvîz Fattah, re jî peyivî, ji bo ku ew alîkariya Kurdistana Iraqê bike ku pirsên êlêktrîkê bên çare kirin (êlêktrîk bi awakî muntazam tê birrîn, ji sedema kirinên têrrorîst li Iraqê). Pistre, bi berdevkê parlementa îranî, Alî Larîcanî, re peyivî. Li dawiyê, Mîrza Berzanî rastî sermayedarên îranî li odeya bazarganiyê hat û ew han dan (teswîq kirin) ku li Kurdistanê kar bikin. Wî konfêranseke çapemeniyê pêk anî û tê de got ku amanca hukûmeta wî ew e ku Herêma Kurdistana Iraqê ava bike û di çarçeva Iraqeke nuh, dêmokratîk û fêdêral de jiyaneke bas ji xelkê Herêmê re dabîn (te'mîn) bike. (peyamner.com, avestakurd.net, rizgari.org, refel.com, azady.nl, 11.08.2008) ATELYEYEK LI SER ROLA JINÊ DI ROJNAMEVANIYÊ DE Di 12 Tebax 2008 de, Tora (sebeke) Parastina Mafên Jinên Rojnamevan li Hewlêrê ateliyeke 3 rojan, bi navê „Çalakkirina rola jina rojnamevan di warên rojnamevanî û agahdariyê de“, bi hevkariya rêxistina IREX, pêk anî. Bi vê hincetê, Banû Hawjîn Heme Resîd, endama encumena birêvebirina vê ateliyê, da zanîn ku li gora vekolîneke (ankêt) Tora wê li bajarên Kurdistanê, 45% ji jinên ku di warê rojnamevaniyê de kar dikin tên perçiqandin, ku bitenê 10% ji jinan li sazendeyên mêdya, partiyên siyasî û hukûmetê de kar dikin û ku piraniya wan nagihêjin pileyên (derece) birêvebirinê di van sazendeyan de. Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 23 Ev Tor li Hewlêrê di Nîsan 2008 de ji aliyê komên jinên rojnamevan ava bû ji rêxistinên navneteweyî alîkarî distîne. (peyamner.com, 13.08.2008) RAKIRINA MÎNAN (LEXM) Di Tebax 2008 de, berpirsiyarê pêwendiyên koma rakirina mînan (lexman) „Mines Advisory Group – MAG“, Ator Hadu, ji radyoya Sewa re da zanîn ku rêxistina wî, ku ji 1992 de li Kurdistanê kar dike, heta nuha 700 navçe ji mînan paqij kirine. Vê rêxistinê li Basra, li Basûrê Iraqê, jî kar kiri bû, lê ji sedema neewlehiyê neçar (mecbûr) bû ku xwe jê bikisîne û li Kerkûk û Mûsilê karê xwe bajo (dewam bike). Nuha, ew vî karî li Xaneqîn û Dyala dike. Mines Advisory Group rêxisineke ne hukûmî ya brîtanî ye û di 1989 de ava bûye. Ew li 35 welatan kar dike û ji 1992 de li Iraqê ye. (avestakurd.net, 13.08.2008) BORANA (KRÎZ) XANEQÎNÊ Di 26 Tebax 2008 de, leskerê iraqî ket bajarê Xaneqînê, ku li navçeya ku ji aliyê Saddam Huseyn hatiye ereb kirin e û nuha li derveyî Herêma Kurdistana Iraqê ye, û ji pêsmergan xwest ku xwe jê bikisînin. Berê hefteyekê, ew keti bû Dyala. Rûnistevanên Xaneqînê xwepêsandaneke (mesîn) mezzin pêk anî û leskerê iraqî xwe jê kisand. Berpirsiyarê encumena serokatiya Kurdistana Iraqê, Fuad Huseyn, da zanîn ku amanca vê tevgerê nehistina bicîanîna bend 140 a destûra iraqî, ku girêdana navçeyên erebkirî bi Kurdistana Iraqê re, pistî rêfêrandumekê li bal rûnistevanên wan, e. Û wî got jî ku haya serleskerê iraqî, Babekir Zîbarî (Kurd), ji vê tevgerê nîn bû. (malperên kurdî, 26.08.2008) Di 28 Tebax de, serokê encumena pêwendiyên derve ya parlementa iraqî, Humam Humûdî, da zanîn ku serokwezîr Nûrî El-Malikî ji pêsmergan xwest ku xwe bikisînin xêza kesk (yeksaniya „paralêl“ 36mîn ku hêzên hevalbend di 1991 de, ji bo parastina Kurdan li dijî Saddam Huseyn, sepandi bû „ferz kiri bû“). Di 29 Tebax de, serokê Kurdistana Iraqê, Mesûd Berzanî, ji rojnama erebî El-Serq El-Ewsat re da zanîn ku eger hukûmeta iraqî bixwaze ku bend 140 a destûra iraqî bi bendeke din biguherîne, ewê Kurd daxwaziya encumena parêzgeha Kerkûkê ku ev parêzgeh bê girêdan Herêma Kurdistanê bi cî bînin. Û wî hukûmeta iraqî rexne kir û got ku helwesta wê ne zelal e : „li gel ku em sirîkên vê hukûmetê ne, tu roleke me li Bexdadê di warên leskerî, ewlehiyî, aborî ... de nîn e“. Û wî bi ser de jî got ku ne serokê iraqî Celal Talabanî (Kurd) û ne jî serokê lesker Babekir Zîbarî (Kurd) roleke wî a rast heye. Ji pirseke li ser serxwebûna Kurdistanê re, Mîrza Berzanî weha bersîv da : „Serxwebûn mafekî ser'î ye, lê divê ku di zemanê xwe de bê stendin. Em vî mafê ji bo xwe dihêlin û ev ne tawanek e“. Li ser helwesta Tirkiyê li hemberî Kerkûkê, wî got ku ne Tirkiye û ne welatekî din mafê wî nîn e ku xwe bixe nav pirsa Kerkûkê, ji bo ku Kerkûk ne pirseke Tirkiyê ye. (peyamner.com, avestakurd.net, netkurd.com, nefel.com, 30.08.2008) Di 30 Tebax de, nêzîkî 15 erebeyên leskerî yên iraqî tecrube kir ku bikeve Xaneqînê, lê pêsmerge ew ne histin. (rizgari.org, 30.08.2008; netkurd.com, 31.08.2008) Di 31 Tebax de, pistî axaftineke têlêfonî di navbera serokê kurd Mesûd Berzanî û serokwezîrê iraqî Nûrî El-Malikî de, sandeke kurdî çû Bexdadê, ji bo ku tê de pirsa Xaneqînê bi berpirsiyarên ramyarî yên iraqî re giftûbêj bike. Ev sande ji Behrem Salih, cîgirê serokwezîrê iraqî; Husyar Zîbarî, wezîrê karên derve yê Iraqê; Roj Nûrî Sawês, endamê parlementa iraqî û nimînendeyê serok Mesûd Berzanî; Fuad Mahsûm, serokê koma Hevalbendiya Kurdistanê li parlementa iraqî, pêk hat. Wê bi rasthatina serokwezîr Nûrî El-Malikî û cîgirê serokê iraqî, Adil Abdulhamîd, dest pê kir. (peyamner.com, netkurd.com, 31.08.2008) Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 24 Di 01 Îlon de, Husyar Zîbarî, endamê vê sandê û wezîrê karên derve yê Iraqê, ji rojnama erebî El-Serq El-Awsat re da zanîn ku her du alî li hev kir ku leskerê iraqî li derveyî bajarê Xaneqînê bimîne û ku dema ku ew bibîne ku pêwîst e ku ew bikeve nav vê navçê, divê ku ew bi vê yekê berpirsiyarên ramyarî yên iraqî agahdar bike. Zîbarî bi ser de jî got ku her du alî li hev kir ku encumeneke ku li hemî dosyeyên girîng binêre û pirsên demdirêj bisopîne bê ava kirin. (peyamner.com, netkurd.com, avestakurd.net, serwext.com, 02.09.2008) Di 01 Îlon de jî, sandeyeke din a kurdî, ji koma Hevalbendiya Kurdistanê li parlementa iraqî, çû Xaneqîn, El-Sa'diyye, Qere Tepe û Jabara, ji bo ku rastî rûnistevanên wan bê û pistre mêmorandumekê bide parlement û hukûmeta iraqî. Sande ji 25 endamên ku ji parêzgehên Kerkûk, Hewlêr, Suleymaniye û Duhokê ne pêk hat. Divê ku bê amaje (isaret) kirin ku jimara endamên vê komê digihêje 53. (netkurd.com, 02.09.2008) ÎRAN KURDISTANA IRAQÊ BOMBE DIKE Di 04 Hezîran 2008 de, leskerê îranî ji nuh de navçeyên sînorî yên Kurdistana Iraqê bombe kirin : gundên Siyamêwe, Çomeresî, Bureyder, Kanî Sîf, Qelbeze, Berdebel, Boriye û Xirnokî, ku girêdayî bajarê Pencwînê ne. Du rûnistevanên gundê Boriyê hatin birîndar kirin, gelek lawir (heywan) hatin kustin û rez û bostan (bexçeyên hesînayiyan) hatin sewitandin. Xelk gelek tirsiya. (peyamner.com, 04.06.2008) Di 05 Hezîran de, vî leskerî navçeya Dolî Kogê bombe kir. Du endamên kurd ên parlementa iraqî, ji lîsteya Hevalbendiya Kurdistanê, konfêranseke çapemeniyê li Bexdadê pêk anî û tê de bangî Tirkiye û Îranê kir ku bombekirinên xwe rawestînin û ji hukûmeta iraqî xwest ku bêdeng nemîne. Di 06 Hezîran de, navçeya Pisderê, 160 km li Bakurê Rojhilata Suleymaniyê, hat bombe kirin. (peyamner.com, 06.06.2008) Di 15 Hezîran de, ji nuh de navçeya Pisderê hat bombe kirin : destên Tenkî û Cîxonkê, geliyên Koke û Kirîzê û dorên gundên Rizge, Mardû û Alîresê, yên çiyayê Qendîlê. (peyamner.com, netkurd.com, 15.06.2008) Di 08 Tîrmeh de, berpirsiyarê Jarawe, yê qezayê Qela Dizê, Azad Wesso Hesen, da zanîn ku çêrgehên Dolî Kokê û Alîresê, yên navçeya Pisderê, ji nîvê sevê heta katjmêr 2 ya serê sibê bi xurtî hatin bombe kirin. (netkurd.com, 09.07.2008; peyamner.com, 11.07.2008) Di 17 Tîrmeh de, çêrgehên gundên Kelmar, Estêrokan, Sinîn, Lolan, Girde, Siwan, Seroke, Bêrkim û Xinêrê, yên navçeya Sîdekanê, qezayê Soranê, hatin bombe kirin. Li gundên Sinîn, Estêrkan û Kelmara, 15 bombe li nêzîkî xaniyên gundiyan ketin. Hin ji wan di nîvê sevê de reviyan navçeyên hêsatir û hinên din jî di skeftan de hetta rawestana bombekirinan, ku nêzîkî katjmêrekê ajot, xwe vesartin. (netkurd.com, 18.07.2008) KURDISTANA ÎRANÊ Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 25 Di 04 Tebax de, katjmêr 22, navçeyên Kanîres, Kanîmês, Berdîçiya, Berdegiya, Berdunaz, Kodo, Wêz, Doleres, Umer Xeyatiyanê, yên qezayê Çomanê, bi xurtî hatin bombe kirin. Sê rûnistevanên Berdîçiya birîndar bûn. (peyamner.com, serwext.com, 05.08.2008; azady.nl, 07.08.2008) XORTEKÎ KURD HAT ÎDAM KIRIN Di 06 Hezîran de, desthilatên îranî xortekî kurd ê 17 salî, Mohammad Hasanzadeh, îdam kir. Dema ku ew 15 salî bû, ew bi îdamê, bi kustina zilamekî li Kamyaranê, li Kurdistana Îranê, hati bû tawanbar kirin. Ew li ber xelk li Sanandajê (Sine) hat bi dar ve kirin (daleqandin). Amnesty International daxuyaniyek wesand û tê de got ku ev îdam li dijî zagonên (qanûn) navneteweyî ne. Divê ku bê amaje (isaret) kirin ku Îranê du peymanên navneteweyî ku hukmê îdamê li ser cuhanên ji 18 salî kêmtir qedexe dikin wajo (imza) kirine : Lihevkirina Mafên Zarok û Lihevkirina Navneteweyî li ser Mafên Sîvîl û Ramyarî. (PDKÎ, netkurd.com, 12.06.2008) ÇALEKVANEKÎ KURD HAT TAWANBAR KIRIN Di Hezîran 2008 de, dadgeheke îranî Banû Hena' Abdî, 21 salî û endama Rêxistina Jinên Kurdistanê, bi cezayê girtina 5 salan, ji bo „komplo“ya li dijî ewlehiya neteweyî, hat tawanbar kirin ! Hena' Abdî ji Cotmeh 2007 de li Sinê, li Kurdistana Îranê, dema ku ew besdar bû bû kampanya „Milyonek wajo“ (imza), ku di Hezîran 2006 de dest pê kiri bû, ji bo xwestina guherandina zagonên îranî li ser jinan di warên zewac, berdan, mîras û lênêrîna zarokan de, hati bû girtin. Pistî vê kampanyê û di mehên dawîn de, desthilatên îranî gelek jinên ku besdarî vê kampanyê bû bûn ragirtin. (peyamner.com, 22.06.2008) ÎRAN XWARINÊN RIZIYAYÎ DISÎNE KURDISTANA IRAQÊ Di Tîrmeh 2008 de, berpirsiyarên gumruka Hac Umranê, li Kurdistana Iraqê, 18 ton dew û mastê riziyayî ku ji Îranê hati bûn dîtin. Wan ew di cî de sewitandin. Ev ne cara yekemîn e ku xwarina riziyayî ji vî welatî tê û ku ji aliyê Kurdên Iraqê tê vegerandin. (netkurd.com, 09.07.2008) RAGIRTINA JINEKE KURD Di 09 Tîrmeh 2008 de, Zeyneb Bayezîdî, endama Encumena Jinên Kurdistanê, li Mahabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên îranî hat ragirtin. Ew 26 salî ye û endama Kampanya ji bo milyonk imza ye. Li gora rappora Rêxistina Mafên Mirov li Kurdistanê, sedem û ciyê girtina wê hîn ne hatine zanîn. Ji berê, ew bi belavkirina nûçeyên sas, propagandakirina li dijî rejîma îranî û derbasbûna sînor hati bû tawanbar kirin, û wê cezayê 6 meh zîndan, ku 4 sal hati bû rawestandin, stendi bû. (avestakurd.net, 15.07.2008) BÎRANÎNA KUSTINA DR. QASIMLÛ Di 12 Tîrmeh 2008 de, Kurdên Îranê bîranîna kustina sekreterê gistî yê berê yê PDKÎ (Partiya Dêmokrat a Kurdistana Îranê), Abdulrahman Qasimlû, û ya hogirên wî di 13 Tîrmeh 1989 de, li Vyêna, li Otrîsê, ji aliyê « dîplomatên » îranî, di dema giftûbêjên li ser mafên Kurdan li Îranê de, pêk anî. Hetta nuha, hukûmeta otrîsî vekolînek (ankêt) li ser vê babetê ne kiriye. Zeyneb Bayezîdî Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 26 Li 7 bajarên Kurdistana Îranê, Urmiye, Neqade, Mahabad, Sino, Bokan, Seqiz û Pîransarê, firosgeh (dikkan) hatin girtin û çira hatin vemirandin. Rewsa awarte (istisnaî) tê de hat îlan kirin û jimareke mezzin ji hêzên ewlehiyê hat van bajaran. Polîs nifir kirin bazarganan û destûrên karên wan ji wan stendin. (azady.nl, 12.07.2008 ; avestakurd.net, 13.07.2008 ; netkurd.com, rizgari.org, 15.07.2008) Ji 14 Tîrmeh de, ji kêmasî ve 86 Kurd li Bokanê hatin girtin. Pistre, ew hatin sandin zîndanên Urmiye û Miyandoabê. Bi ser de jî, bi hezaran antênên têlêvîzyonan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên îranî hatin berhev kirin. (PDKÎ, Buroya Pêwendiyên Navneteweyî, 16.07.2008) Bi vê hincetê, pirtûkek bi almanî, bi navê « Der Fall Mykonos III », di Tîrmeh 2008 de ji aliyê Encumena Dijberiya (muxalefet) Îranî li Derveyî Welêt hat wesandin. Tê de belgeyên li ser kustina Dr. Qasimlû hene û ewê di nêzîk de li ser entêrnêtê, ji aliyê pirtûkxana kurdî Sara, li Stokholmê bê wesandin : www.kurdishbookbank.org, yan www.kurdishlibrarymuseum.org RAGIRTINA DU NIVÎSKARÊN KURD Di 13 Tîrmeh 2008 de, hêzên ewlehiyê yên îranî Emced Xolamî, nivîskar, rexnegirekî wêjeyî (edebî) û sernivîskarê kovara xwedekarî « Mana », ku ji aliyê xwendekarên zanîngeha Bûelya li Hemedanê tê wesandin, û Ismaîl Serîfî, helbestvan û wergêr (tercuman), endamê encumena wêjeyî û çandî ya bajarê kurdî yê Bokanê, ragirtin. Polîs bi sev ketin mala wan û ew birin ciyekî nenas. (netkurd.com, 15.07.2008) HUKMÊ ÎDAMÊ JI 6 ÇALAKVANÊN KURD RE Di 15 Tîrmeh 2008 de, Rêxistina ji bo Parastina Mafên Mirov li Îranê di daxuyaniyeke çapemeniyê de da zanîn ku hukmê îdamê ji Farzad Kamangar, mamoste û çalakvanê mafên mirov, re ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranî hat dilniya (te'kîd) kirin. Ev hukmê îdamê ji bo ku du çalakvanên din jî, Ali Haydaryan û Farhad Vakîlî, derbas bû. Her sê hatin birin zîndana Rajaî. Li gora parêzerê (avukat) Kamnangar, wî tu tawan ne kiriye û naveroka dosya wî ne zelal e. Parêzer got jî ku desthilatên îranî jê xwest ku nameyekê ji Ayatullah Xamenî re binivîse û tê de bêje ku ew posman bûye û ku dixwaze ku hukmê îdamê bê rakirin. Lê Kamangar ne pejirand. (azady.nl, 15.07.2008) Du mamosteyên kurd, Enwer Huseyn Penahî û Erselan Ewliyayî jî, pistî 10 meh zîndan û êskence, hukmê îdamê stend. Ew bi alîkirina PJAKê (baskê îranî yê PKKê) hatine tawanbar kirin. (avestakurd.net, 06.08.2008; zady.nl, 07.08.2008) Di 12 Tebax 2008 de, dadgeheke soresgerî ya Sinê, li Kurdistana Îranê, hukmê îdamê da xwendekarekî zanîngehê yê 26 salî, Habîbullah Latîfî. Ew bi alîkirina PJAKê hatiye tawanbar kirin. (netkurd.com, 14.08.2008) KURDEK HAT KUSTIN Û YEKÎ DIN REVANDIN Di 17 Tîrmeh 2008 de, li gora Rêxistina Parastina Mafên Gelên Pelixandî, nivîskarê kurd Garîb Hasanî hat kustin û ronakbîrê kurd Kamal Sarîfî hat revandin û dibe ku hatibe êskence kirin. Ev her du Kurdên Îranê ji zû de li Kurdistana Iraqê dijiyan. Ew vegeriyan mala xwe ji bo seredana malbatên xwe. Dema ku di meha Tîrmehê de ew çûn pirtûkfirosiyeke hevalekî xwe li Saqizê, li Kurdistana Îranê, polîs li dû wan ket. Li gora rêxistina jorîn, lasê Garîb Hasan hîn ne hatiye dayîn malbata wî û Kamal Sarîf jî ji bo jêpirsînê li bajarê Sinê ye. (avestakurd.net, 18.07.2008) Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 27 5 KURD HATIN DALEQANDIN Di 20 Tîrmeh 2008 de, 5 Kurd, ku ji wan cuhanekî 15 salî, li Tebrîzê hatin bi dar ve kirin (daleqandin). Ew bi alîkirina PJAKê, partiyeke kurdî ku serrê çekdarî li Kurdistanê Îranê dike, lê ku saxeke PKKê ye, hatin tawanbar kirin. (avestakurd.net, 21.07.2008; netkurd.com, 22.07.2008) RAPPORA AMNESTY INTERNATIONAL Di 30 Tîrmeh 2008 de, Amnesty International rapporek bi navê « Iran : Human rights abuses against the Kurdish minority » (Îran : Pelixandina mafên mirov li dijî hindikayiya kurdî) wesand û tê de tirsa xwe ya xurtkirina pelixandinê li dijî Kurdên Îranê, nemaze li dijî çalakvanên mafên mirov, jin û mêdyayan, ravekir. Ew tê de ji hukûmeta îranî dixwaze ku pelixandina Kurdên Îranê, nemaze ya jinan, rawestîne. Rappor nimûneyên pelixaninên olî û çandî li dijî Kurdan, ku li gora wê jimara wan digihêje 12 milyon û ku 15% ji gelheya Îranê pêk tînin, dijimêre. ÎDAM LI ÎRANÊ Li gora Amnesty International, Îran welatê 2mîn li cihanê ye, pistî Çînê, ku îdaman bi cî tîne. Di 2008 de 188 kes û di 2007 de 470 kes hatin îdam kirin. (avestakurd.net, serwext.com, 04.08.2008) BANGA YEKÎTIYA EWROPÎ Di 08 Tebax 2008 de, Konseya Ewropî bangî Îranê kir ku pelixandina welatvanên îranî, li ser bingeha bijartinên wan ên ramyarî, girêdanên wan ên êtnîkî û olî, yan jî meylên wan ên cinsî, rawestîne. Konseya Ewropî li ser rewsa gelê kurd li Îranê israr kir û endîseya xwe ya kûr ji bo pelixaninên askere yên kesên ku ji vî gelî ne, eger ew rojnamevan yan xwendekar ya sendîkacî yan çalakvanên mafên mirov bin, ravekir. Wê bal kisandin çend Kurdan di van mehên dawîn de, nemaze hukmên îdamê yên sê çalakvanên civaka sîvîl û ragirtin û zîndankirinên jinên ku mafên jina îranî diparêzin. Konseyê bangî Îranê kir ku hemî girtiyên ramyarî, û Kurd jî tê de, azad bike û lidûketina yên ku azad in rawestîne. Wê jê xwest ku rûmeta (hurmet) peymanên xwe yên navneteweyî yên li ser mafên mirov û azadiyên gistî bike. Ev daxuyanî di demeke ku tê de 5 endamên Encumena Ewlehiyê ya Unê (Rêxistina Neteweyên Yekbûyî) û Almanya li ser cezakirinên Îranê, ji sedema helwesta wê li ser dosya atomî, giftûbêj kir derket. (peyamner.com, 08.08.2008) MANGIRTINA BIRÇÎBÛNÊ YA GIRTIYÊN KURD Di 25 Tebax 2008 de, girtiyên kurd mangirtina (grêv) birçîbûnê, ji bo riswakirina (protêsto) hukmên îdamê yên Kurdan û pelixandina mafên mirov li hundir û derveyî zîndanan, kir. (azady.nl, 28.08.2008) ************************ ************ **** Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 28 KUSTINA SÊ POLÎSÊN SÛRÎ Di 05 Hezîran 2008 de, komek bi navê “Koma Sehîd Ferhad“ êrîsî polîsê gerrok kir û 3 polîs û ajanên dizzî yên sûrî li Qamislî, li Kurdistana Sûriyê, kustin. Belavokeke ku ji aliyê “Tevgera Azadkirina Kurdistanê » hat wajo (imza) kirin gihajt Ewropa. Tê de ev tevger vê kustinê distîne ser xwe û dibêje ku sedema vê yekê bîranîna kustina sêxê pêsverû yê kurd, Sêx Masûq El-Xeznewî, di 2005 de ye. (netkurd.com, 05.06.2008) 50 KURD LI BER DADGEHÊ Di 22 Hezîran 2008 de, 50 Kurd hatin birin dadgehên sûrî li Samê, pistî xwepêsandaneke (mesîn) asîtiyane ku li Qamislî di 05 Hezîran 2005 de, ji bo riswakirina kustina oldarê kurd Sêx Masûq El-Xeznewî, bû bû. Di vê bûyerê de, gelek Kurd bi awakî neqanûnî hati bûn ragirtin, bitenê ji bo ku ew Kurd bûn. Polîs agir berda bû xwepêsandiyan û jimareke mezzin birîndar kiri bû. Rêxistina Mafên Mirov li Sûriyê xwest ku dosyeyên van tawanbaran bên girtin û tawanbarên rast bên dadgeh kirin. Û wê azadkirina hemî girtiyên bîr (fikr) jî xwest. (peyamner.com, 26.06.2008) BI DEHAN KUSTIYÊN ISLAMÎ LI ZÎNDANÊ Li gora Çavdêrîgeha Sûrî ya Mafên Mirov, di 05 Tîrmeh 2008 de, girtiyên islamî serhildanek li zîndana Sêdnaya, li nêzîkî Samê, pêk anî. Pistî pevçûnên bi polîsê leskerî ku zîndanê diparast re, 25 kes mirin. Ji tirsan, girtî derketin ser xanî û malbatên wan qîrînên hawarê ji vê Çavdêrîgehê re sandin, ji bo ku ew ji serokê sûrî Bessar El-Esed bixwze ku bikeve navberê. (efrin.com, 05 û 08.07.2008; netkurd.com, avestakurd.net, 06.07.2008) SERBAZEKÎ KURD HAT KUSTIN Di 13 Tîrmeh 2008 de, serbazekî (esker) kurd ê cuhan, Ferhad Elî Seyf Xan, 19 salî, ku ji aliyê serbazekî din li bingeha leskerî ya Swêdanê hati bû kustin, li navçeya xwe, Kobanî, li Kurdistana Sûriyê, hat gor kirin. Malbata Kurdê cuhan da zanîn ku efseran (zabit) jê re got ku Ferhad nexwes e û ku ew li nexwesxana leskerî ye. Û wan soz jî da ku rapporek li ser vê babetê binivîsin û bidin malbatê. Lê wê hîn tu rappor ne stendiye. Ji dema serhildana kurdî ya Adar 2004 de, 7 cuhanên kurd li bingehên xwe yên leskerî, bê sedemên askere, hatin kustin. (serwext.com, 22.07.2008) XWEPÊSANDANÊN KURDAN LI PARÎSÊ Di 14 Tîrmeh 2008 de, Kurdên Sûriyê yên Almanya û Fransa li Parîsê ji bo riswakirina vexwendina (dawetkirin) serokê sûrî Bessar El-Esed ji aliyê serokê fransî Nicolas Sarkozy, bi hinceta Civîna Bilind a Yekîtiya ji bo Deryayê Sipî û cêjna neteweyî ya fransî, xwe pêsan da (mesiyan). Pêkaniyên xwepêsandanê notek ji bo Mîrza Sarkozy da wezareta fransî yê karên derve û tê de rewsa Kurdên Sûriyê anî bîra wî. Berpirsiyarê vê wezaretê soz da wan ku wê bigihîne serokatiya Civîna Bilind a Yekîtiya ji bo Deryayê Sipî. (efrin.com, 15.07.2008) Di 15 Tîrmeh 2008 de, pistî Civîna Bilind a Yekîtiya ji bo Deryayê Sipî û cêjna 14 Tîrmehê, serokê fransî Nicolas Sarkozy bi parlementerên partiya xwe re civiya. Wan ji bo vexwedina serokê sûrî Bessar El-Esed û yê tunisî Zeyn El-Abidîn Ben Alî ew rexne kir. Sarkozy bersîva wan da û got ku ew çi bike, ji bo ku li Rojhilata Navîn yan Taliban yan Atatürk derdikevin (li jor, li besa Kurdistana Tirkiyê binêre). (netkurd.com, avestakurd.net, 16.07.2008) KURDISTANA SÛRIYÊ Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 29 SÊ BERPIRSIYARÊN RAMYARÎ YÊN KURD HATIN RAGIRTIN Muhammed Mûsa Di 19 Tîrmeh 2008 de, rêxistina kurdî ya mafên mirov li Sûriyê, MAF, da zanîn ku serokê Partiya Kurdî ya Çep li Sûriyê, Muhammed Mûsa, li Samê hat ragirtin û dûrûdirêj hat jê pirsîn. (avestakurd.net, 20.07.2008 ; netkurd.com, peyamner.com, amude.com, 21.07.2008) Mes'el Temo Di 15 Tebax 2008 de, berpirsiyarê partiya kurdî Teyyar El-Musteqbel El-Kurdî (Pêla Wêbêya Kurdî), Mes'el Temo, ji aliyê kesên nenas di ereba xwe de, li nêzîkî Kobanî, di katjmêr 2.30 di serê sibê de, hat revandin. Pistî 11 rojan, desthilatan da zanîn ku ew li zîndanê ye û ku ewê di 26 Tebax de bê dadgeh kirin. (amude.com, 15 û 26.08.2008 ; avestakurd.net, peyamner.com, 16 û 26.08.2008 ; efrin.com, 26.08.2008) Di 27 Tebax de, Mes'el Temo derket ber dadmendê Samê, bi amadebûna parêzerê (avukat) xwe Xelîl Ma'tûq. Temo bi « belavkirina nûçeyên çewt ji bo qelskirina morala netewe û hestê neteweyî, endambûna rêxistineke dizzî û xwedî sifeteke navneteweyî, ji bo guherandina damezrana ramyarî û aborî ya dewletê, hisyarkirina meylên (tandans) nijadparêz û olî, nizmkirina dewletê, amadekirina êrîsan ji bo derxistina serrekî sîvîl yan serrên olî, bi çekkirina Sûriyan yan bi dehfdana wan ku çekkan li dijî hevdu hilgirin yan jî kustin û talanan li taxekê yan li taxan bikin » hat tawanbar kirin. Dadmend hukmê îdamê xwest, eger ev êrîs bên bi cî anîn, li gora bend 285, 286, 287, 288, 295, 298, 306 û 307 ên zagonê (qanûn). Temo ev tawankirin nikolî (red) kirin : « Ez nabînim ku ez û hevalên min bi avakirina rêxistineke bi navê Teyyar El- Musteqbel El-Kurdî me tawanek kiriye. Amanca vê yekê rêformkirina tistên ku hene û guherandina Sûriyê û kirina wê dewleteke medenî, piraliyî (pluralist) û besdarker, ji bo hemî Sûriyan ... ». Pistî vê parastinê, dadmend ferman da ku ew bê ragirtin û vegerandin zîndana navendî ya Adra. (efrin.com, peyamner.com, 28.08.2008) Di 29 Tebax 2008 de, berdevkê wezareta amerîkî ya karên derve, Robert Wood, ragirtina Mes'el Temo û girtiyên din ên civaka sûrî sermezar kir û bangî Sûriyê kir ku tavil û bêmerc wan azad bike. (amude.com, 30.08.2008) Talal Muhammed Di 24 Tebax 2008 de, Talal Muhammed, mamosteyekî kurd, di nîvê sevê de li Qamislî, li garaja Bolmana, dema ku wî xwe amade dikir ku biçe Samê, hat ragirtin. Talal Muhammed yek ji serokên partiya “Rêkeftina Dêmokrat a Kurdî li Sûriyê“ ye. Sedema ragirtina wî ne xuya ye. (avestakurd.net, 28.08.2008) QEDEXEKIRINA DERKETINA SÛRIYÊ JI ROJNAMEVANEKE KURD RE Di Tîrmeh 2008 de, ewlehiya sûrî ji rojnamevana kurd Lava Xalid re qedexe kir ku biçe Urdunê ji bo ku besdar bibe stajeke rojnamevaniyê ji 14 hetta 17 Tîrmeh 2008. Lava Xalid rojnamevaniyê li zanîngeha Samê xwendiye û ji Kurdên ku zanava (nasname) wan a sûrî di 1962 ji wan hatiye stendin e. Li gel vê yekê, balyozxana (sefaretxane) Urdunê li Samê destûr da bû wê ku ew bi kaxizeke derbasbûnê ku wê ji servîsa derhatîbûn û pasaportan li Sûriyê stendi bû bigerre. Ev servîs hergav belgeyên weha dide Kurdên ku netewahiya wan a sûrî ji wan hatiye stendin. Encumenên ji bo Parastina Azadiyên Dêmokratîk û Mafên Mirov li Sûriyê bi xurtî ev qedexekirin riswa kir. (amude.com, 21.07.2008 ; avestakurd.net, 22.07.2008) Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 30 FÊRÊN ZIMANÊ KURDÎ LI SWÎSÊ Di 31 Gulan 2008 de, mamosteyê zimanê kurdî, Hasan Deniz, rêzeya 2mîn a fêrên zimanê kurdî li kantona Zugê, li Swîsê, dest pê kir. Zarokên ji 9 heta 15 salî, tevî dê û bavên xwe, besdarî wê bûn. Pistî axaftina Mîrza Deniz, nimînendeyê encumena zimanê kurdî, Yavuz ; nimînendeyên malbatên xwendekaran, Nasir û Banû Aysan, û nimînendeyê xwendekaran, Bisar, peyivîn. Pistre, fîlmeke ku xweza (tabîet) û zarokên Kurdistanê nîsan dide hat nîsan dan. Li dawiyê, besdaran sîraniyên ku ji aliyê malbatan hati bûn amade kirin xwarin. (avestakurd.net, netkurd.com, 04.06.2008) PÊSANGEH LI SER NIJADKUJIYA KURDÎ LI LONDONÊ Ji 08 Hezîran heta 07 Îlon 2008, ewê pêsangeheke wênekês (ressam) Osman Ahmed li ser nijadkujiya kurdî « Enfal » li muzeya imparatoriyî ya serr li Londonê bê kirin. Osman Ahmed ji Suleymaniyê, Kurdistana Iraqê, ye û li dibistana hunerên bedew li Camberwell, li Ingilterê, xwendiye. (netkurd.com, 04.06.2008) FÎLMEK LI SER NIJADKUJIYA KURDÎ LI STOKHOLMÊ Di 09 Hezîran 2008 de, ewê fîlmek li ser nijadkujiya kurdî « Enfal » û qirkirina sîiyan li eywana Folkets Bio Zita, li Stokholmê, li Swêdê, bê nîsan dan. Ew ji aliyê du fîlmçêkerên kurd, Ibrahîm Sa'dî û Zahavî Sanjavî, hatiye çêkirin. Danismendê (musawir) wan, fîlmçêkerê navdar Bahman Qobadî ye. Navê fîlmê « Diyên Min » e. Ew jiyana jinên ku ji Enfalê kutah (xelas) bûn dibêje. (netkurd.com, 05 û 09.06.2008 ; nefel.com, 09.06.2008) ALA KURDÎ LI ÇÎNÊ Di 14 Hezîran 2008 de, yaneya (tîm, êkîp) futbolê ya iraqî li Çînê, di çarçeva Mondialê de, lîzt. Dema ku yaneya iraqî ya çînî sikand, temasevanên kurd ala kurdî bilind kir. Ev ne cara yekemîn e ku Kurd ala kurdî bilind dikin. Wan ew di Mondial 2006 de, li Almanya, jî hilda bû. PÊSANGEHA FOTOYAN LI DUHOKÊ Di 24 û 25 Hezîran 2008 de, ewê li Duhokê, li Kurdistana Iraqê, pêsangeha 95 fotoyan li ser cillên jinên kurd li Kurdistana Sûriyê bibe. Folklorîst û helbestvan, Salih Heydo, ji Kurdistana Sûriyê, ewê vê pêsangehê li eywana koroya xwendekaran « Seraim », bi hevkariya Yekîtiya Jinên Kurdistanê, amade bike. Cillên ku fotoyên wan hatine kisandin ji navçeyên Qamislî, Amûdê, Dirbêsiyê, Serê Kaniyê, Dêrika Hemko, Efrîn û Kobanî ne. Nav, rih (esl) û destkewtiya (feyde) besên cihê yên van cillan ewê bên ravekirin û albumek bê wesandin. Amadeker, Salih Heydo, arsîveke wî ya dewlemend û bijare ya folklora kurdî heye. (netkurd.com, nefel.com, 19.06.2008) KONFÊRANS LI SER ENTÊGRASYONÊ LI ALMANYA Di 22 Hezîran 2008 de, konfêransa 4mîn li ser entêgrasyon û dyaloga ramyarî (siyasî), ku cara pêsîn serokwezîra alman, Angela Merkel, besdarî wê bû, li Berlînê bû. Konfêrans ji aliyê buroya Banû Merkel hat pêk anîn û nimînendeyên rêxistinên olî û êtnîkî yên cihê hati bûn vexwendin (dawet kirin). Ji besdaran du Kurd, Mehmet Tanrıverdı, serokê BAGIV (Hevkariya Fêdêral a Rêxistinên Penaberan li Almanya), û Banû Bêrîvan Aymaz, nimînendeya rêxistina kurdî NAVEND, hebûn. Her du jî dîtin û daxwaziyên Kurdan li ser entêgrasyonê ravekirin. Banû Aymaz ji Banû Merkel xwest ku Kurd weka gelekî cihê bên nas kirin û ku taybetiyên wan neyên ji bîr kirin. Û wê ramyariya entêgrasyonê li almanya rexne kir : Ji alîkî ji penaberan tê xwestin NÛÇEYÊN ÇANDÎ YÊN KURDÎ Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 31 ku entêgre bibin û ji aliyekî din jî riya wan ber bi entêgrasyonê bi zagonê (qanûn) li ser derhatîbûn û netewahiyê (cinsiyyeta almanî) tê girtin. (netkurd.com, 23.06.2008) BERNAMEYEKE ENTRÊNÊTÊ BI KURDÎ Di Hezîran 2008 de, bernama entêrnêtê « Firexox-3 » bi kurdî derket. (avestakurd.net, 27.06.2008) FÊSTIVALA HELBESTÊ LI KERKÛKÊ Di 29 Hezîran 2008 de, fêstîvala pêsîn a helbestvanên karker li Kerkûkê dest pê kir. Ew ji bo rûmetkirina helbestvanê kurd ê mezzin Mîrza Xelîl Munewwer Kakayî (1878 – 1923) hat pêk anîn. Ev helbestvanê ku jê re navê “helbestvanê çîna karkeran“ hati bû dayîn, besdar bû bû liberxwedana li dijî vegirtina osmanî li Iraqê û erebî, kurdî, tirkmenî û farisî dizanî bû. Helbestvanê tirkmenî yê ji Kerkûkê, Abbas Izzeddîn, got ku di wê demê de Mîrza Kakayî dengê çîna karkeran li bal dethilatdaran bû. Ewê fêstival 3 rojan bajo (dewam bike). Navdartirîn helbestvanên Kerkûkê ewê helbestan bixwînin û perçeyên sano ewê bên nîsan dan. (peyamner.com, 30.06.2008) FÊSTIVALA KURDÎ-ALMANÎ LI DUHOKÊ Di 29 Hezîran 2008 de, fêstivala sanoya Duhokê dest pê kir. Ewê 4 rojan bi almanî, otrîsî, kurdî û erebî bibe. Li bin durusma (slogan) “Ber bi sanoyeke nûjen“, ew bi hevkariya “Mala sanoyê“ ya almanî, pistî seredana sanoya Duhokê bo Almanya di behara buhurî de, hat pêk anîn. Fêstivalê bi vekirina eywana pêsangehan a sanoya Duhokê, pêskêskirina sanoyeke bi navê “Jinbûn û mirin“, a nivîskara alman Ulrika Doriker, û konfêransan dest pê kir. Hundermend û rexnegirên sanoya Hewlêr, Bexdad, Suleymaniye, Kerkûk, Almanya û Otrîs besdarî wê bûn. (peyamner.com, 30.06.2008) MUZEYEKE FOKLROLÊ LI KELA HEWLÊRÊ Xalid Yûnis Mustafa katjmêrên (saet) dirêj li muzeya xwe ya sexsî, ku tê de perçeyên gelek kevn ên folklora kurdî hene, derbas dike. Navê vê muzeyê “Antîka Kelê“ ye û li serê kela navdar ya Hewlêrê ye. Tê de 9 jûre (ode) hene û her yek ji wan destgehên aliyekî jiyana kevn a rojane li Kurdistanê nîsan dide. Hews tijje peykerên (heykel) kesahiyên kurdî bi cillên folklorîk, xaliyên kevn, destgeh, çek ... e. Di destpêkê de, ew xaniyekî 200 salî bû û malbata wî tê de dijiya. Ji derveyî jureyên (ode) ku ji berê tê de bûn, Mîrza Mustafa jureyên din ji 40 salan de ji bazaran kirrîn. (peyamner.com, 02.07.2008) TÛRÎSTÊN AMERÎKÎ LI KURDISTANA IRAQÊ Di Hezîran 2008 de, cara yekemîn komeke tûrîstên amerîkî çû seredana Kurdistana Iraqê. Radyoya Dengê Amerîka da zanîn ku ev kom ji 19 kesan pêk hatiye, ku gerra wan ji aliyê sîrketeke li California hat pêk anîn û ku ewê seredanên birehber ên din jî bên pêk anîn. Li www.voanews.com binêre. Ev kom li hemî Kurdistanê, ji Zaxo heta Halabca, gerriya û çûn seredana gelek ciyên kevnar, ku ji wan skefta navdar Sanîdar, ku ji dema merivê Nêandêrtal heye. Jimara ciyên arkêolojîk ên Kurdistana Iraqê digihêjin 3.000 (netkurd.com, serwext.com, KRG, 18.06.2008) FÊRÊN ALMANÎ LI KURDISTANA IRAQÊ Di 01 Tîrmeh 2008 de, lihevkirinek di navbera wezareta perwerdê ya Kurdistana Iraqê û Enstituya Goethe ya almanî de, li ser hînkirina zimanê almanî li 10 dibistanên navçeyên cihê yên Kurdistanê, hat wajo (imza) kirin. (peyamner.com, avestakurd.net, rizgari.org, 01.07.2008) Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 32 KONFÊRANSEKE ÇANDÎ YA NAVNETEWEYÎ LI STOKHOLMÊ Ji 30 Hezîran heta 02 Tîrmeh 2008, li Folksesthus (Mala Gel), li Stokholm, Swêdê, konfêransek bi navê WALTIC 08 „Konfêransa Çandî ya Navneteweyî“ bû. Ew ji aliyê Sendîkaya Nivîskarên Swêdê hat pêk anîn. Nêzîkî 1.000 ronakbîr ji 30 welatan bêtir besdarî wê bûn û nêzîkî 40 kes semînerên cihê bi rê ve birin. Amanca vê konfêransê lêgerîna navgînên (wasite) pêsdebirin û pistgiriya çandên welatan, handana (teswîqkirin) nêzîkkirina çandan (interculturalité) û dîjîtalkirina bikaranîna zimanan e.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.