Brayê delal,
Li cîhanê tu netewek qasê kurdan nekishand û ne ji bê mirad ma.
Yek ji me peyv dike, bi hezaran axîn derdikeve huzbar ê.
Bi rastî jî cîyê gengeshyê ye ku mirov li ser rewshenbîriya welat raweste.
Me dev ji rêxistina jî edî berdaye.
Lo bra,
Ka rewshenbîr. Di 30 salîya sherê qirêjde, di kuda wenda bun. Chima wenda bun, kê da wendakirin ê?
Em dizanin ku li welatek ger rewshenbîr tinebin, ruh û can jî wenda ye.
Disa em dizanin ku di rojevê de bixwazî nexwazî Ergenequn û buyarên 30 salîya welatê Kurdîstanê jî li holêye û li ber gengeshîyê ye,dibe ku zêdetir di serde bêt chuyîn.
5 milyon kurd hima ji kurdîstanê bi destê qontra û bi fikr, raman û helwesta tirka hat valakirin. Di dîrokê de tirk ewqas ser neketibun. Ev tê chî wateye?
5 hezar gund, bi hezaran binkevirkirin, zerar û zîyana ziman, dîrok ,edet û teqewîlêtên wendayî...
Hal û rewsh ewe ku toxim carek din bêt acotin li axa pîroz û bi fikrek netewperwer.
Lê heta ku alozîya ergenequn û ningê wîye di nav kurdande bi bashî neyê eshkerekirin û kurd-qiran û buyarên wî û dewleta tirk di serîde neyê puchkirin ez bawer nakim ku li ser bingehîyek sexlem ewê wek avayîyek rabe.
Ishê me gelek zor û bi zahmet e.
Lê kurd bê hêvîjî nin.
Dem xwesh.
Re: Birayê Kurdolog dem xwesh...